Enqere (Rûdaw) - Pirtûka Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê girtî, Selahattîn Demîrtaş a bi navê Seher, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê gelek tê kirrîn.
Herçende ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya xwendinê gellek kêm be jî lê di van demên dawîn de kesên ku di jiyana xwe de heta niha qet pertûk nestandina jî dest bi kirîna pertûkekê kirine. Ew jî pertûka Hevserokê HDPê Selahattîn Demiraş a bi navê Seher e. Heta niha Seher gelek caran hate çapkirin û berdewam xelkekî zêde daxwaze kirîna vê pertûkê dike.
Di meseleya xwendinê de Tirkiye di nav welatên cihanê de di rêza 86an de ye û ji hezar kesan tenê yek pertûkan dixwîne. Di demekê de ku rewşa xwendinê li Tirkiyê di asteke wisa de ye pertûkek bi hejmera firotina xwe namzedê şikandina rekorekê ye. Bêguman em behsa pertûka pirtûka Selahattîn Demîrtaş dikin ku heta niha 13 caran hatiye çapkirin.
Seher di nava 4 dîwarên zindana de hate nivîsin û her ji ber rewşa awarte û keşûhewayê siyasî û civakî dîsa di navbera 4 dîwaran de tê xwendin.
Xwendekar Bektaş Taşçi ji Rûdawê re wiha got: “Gellek kes ji dipirsîn û digotin ma ev ne pirtûke Demîrtaş e? Ew Serokê HDPê ye û girtî ye û ew kesekî polîtîk e. Min jî carna ji wan re digot nexêr ez tenê weke kesekî polİîtik nabinîm. Dibe ku fikrên wî ne li gorî min bin jî lê lazim e ez bixwînim da ku bizanim behsa çi dike.”
Seher 144 rûpel e û 12 çîrok tê de cih digirin. Çîrokên Seherê beşeke zêde behsa rewşa jinan li Tirkiyê dike û herwiha Seher bi çîrokên xwe amaje bi rewşa siyasiya tirkiyê, tekoşîna karkeran li hember sermayedaran, zehmetiyên jiyana Kurdan li metropolan dike. Seherê bi xwe jî çîrokeke balkêş heye heta ku hatiye nivîsin û gehiştiye berdestê xwendekaran.
Xwediyê Weşanxaneya Dîpnotê Emîralî Turkmen jî got: “Ez dizanim ku Selahattîn Beg gelek ji xwendinê hez dike. Her timî di centê wî de pertûkeke çîrokan yan romenek hebû. Min bi rêya mektuban carekê jê pirsî min got te niyeta nivîsê heye ? Got lê benda suprîzan be. Paşî hedî hêdî çîrok bi hatin ber destê me. Di encama xebateke sê mehan de me pertuk ji bo çapê amade kir.”
Piştî ku Seher hate çapkirin niqaşe cuda jî di navbera wêjekar û rexnegirînda de dest pê kiriye . "Gelo Seher dikare bibe berhemeke temam ya wêjeyî, yan wê tenê weke berhema hewesa nivîsînê ya siyasetmedarekî bimîne "
Wejêkar Haldun Açiksoz derbarê vê yekê de got: “Em nizanin ka ev pertûke bi rastî karekî wêjeyî ye, yan dibe ku pêşerojê xelatên wêjeyê bistîne. Em nizanin, lê bi ya min çi giringiya vê yêkê jî nîne. Ya girîng ew e ku em hemû dizanin karekî pîroz û baş hatiye kirin û lazim em destxweşiyê lê bikin.”
Rexnegîrekê wejeyê jî dibêje Demirtaş berdewamiye reseneyeke serkirdeyên Kurdiyê bi taybetî cegerxwîn û Celal Bedirxan
Rexnegîrê wejeyê Fatih Çîçek jî anî ziman: “Wextê ku Serok Selahattîn ev pirtuka nivîsî , weke Celadet Bedirxan, Nuredîn Zaza û weke Cegerxwîn, fikiriye, keseyetên wesa ne tenê xwedî yek nasname ne. Ew dikarin her awayî xwe îfade bikin. Edebiyat ji bo xwe îfadekirinê rêyek e.”
Weşanxaneya Seherê naxwaze hemû amarên derbarê pertûkê de bixe berçavan lê gorî agahiyan ji 13 çapan heta niha zêdetîrî 200 hezar Seher hatine firotin ku bihayê heryekê 17 lîre ye û hemû dahata wê jî dê ji bo perwerdeya zarokên "bêkes" were xerckirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse