Di festîvala îsal a 'Kurdistana Biçûk' de fîlmên kurdî jî tên nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) – Di 44. festîvala fîlman a Nashville Amerîka de dê fîlmên kurd jî bên nîşandan. Festîvala dê navbera 19-21 meha Nîsana îsal bê sazkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya 'Nashville Suny' ya Amerîkî, rêveberên 44. Festîvala fîlman a Naşvîlî ku her sa li bajarê Nashville yê Amerîka tê sazkirin, ragihandin ku di festîvala îsal de dê fîlmên kurdî jî bên nîşandan.

Li gorî nûçeyê, hat gotin ku di festîvala han de 7 fîlmên dirêj û 8 kurtefîlm dê bên nîşandan.

Her wiha li gorî rêveberên festîvala Nashville, tê payîn ku gelek kurd ji bo dîtina fîlmên kurdî beşdarî festîvalê bibin, ji ber ku gelek kurd li wî bajarî dijîn û li nav xelkê wê deverê de wek “Kurdistana Biçûk” tê naskirin.

Hat zanîn, yek ji fîlmên ku di festîvala îsal a Nashville de bê nîşandan, fîlma “Werza Kergedan” a derhênerê kurd Behmen Qubadî ye.

Bajarê Nashville navenda eyaleta Tennessee ya Amerîkayê ye.