Koma Lawje li Amedê konserekê saz dike

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Lawje ku stran û kilamên herêma Colemêrgê bi formeke nû pêşkêş dike, biryar sibe li Amedê konserekê saz bike.

Rêzekonserên Amîdartê ên bi navê “Dê stranên me bêdeng nemînin..” bi Koma LaWje berdewam e.

Koma LaWje ya ku muzîka Colemêrgê bi formeka nû digihîne guhdaran, piştî demeka dirêj bi formên muzîka kurdî yên wekî Kilam, Heyranok, Şeşbendî û Narînkê bi organizasyona Amîdartê bi stranên ji albûma xwe ya Selîqe, bi stranên ku ji herêmê berhev kirîye û stranên ku di civaka kurdî da bûne wekî klasik dê li Amedê konserekê bide.

LaWje ku dixwaze ji bo çawanîya selîqeya Muzîka Colemêrgê û cihê muzîka Colemêrga ya di nav Muzîka Kurdî de bibe bersivek, di vê serdema îro de bûye mînakeke zindî ji bo çanda Kurdî ya devkî.

LaWje ku bandora xulxulandina dengbêjîyê li ser hunera wan heye, erdnîgarîya Colemêrgê, têkilîdayîna Kurdan a bi gelên din ên li herêmê re (bi taybetî jî bi Asûrîyan re) û bi derfetên fîzîkî di avakirina muzîka xwe de wekî referasn dîtine.

Koma LaWje ku di demek berê bi projeya xwe ya bi navê “Lawjeyên Evîniyê” derkete pêşberî guhdaran û gel eleqeyeka mezin nîşan da, dê piştî demeka dirêj bi albuma xwe ya Selîqe û bi stranên ku ev demek e berhev dikin û wekî klasîk têne binavkirin dê derkevin ser dikê.

Biryar e sibe Duşemê 27ê Hezîrana 2022yan li Sehneya Servekirî ya ZAROK Mayê konser birêve biçe.