Regeza demê di çîrokê de

26-07-2016
RÛDAW
A+ A-

H. Umranî


E.M. Forster bawer dikir ku bi destpêkirina her çîrokekê, demjimêrek dest bi kar dike û heta dawiya çîrokê ranaweste.


Bêguman regeza demê di çîrokê de, roleke wê ya yekalîker heye û bêyî wê, bûyer û kirdar rû nadin û karakter nayên afirandin û rûbirûbûn dernakevin holê û çîrok nagihe encamekê.


Bi rastî dem bi tevgera aram û berdewamiya mîla çirkejimêr ji dayik dibe û xulek, demjimêr, roj û mehan dirust dike. Bi nehêlana demê re, pêkhateya çîrokê hildiweşe û bêyî wê, ti bûyerek rû nade û ti kes ji dayik nabe û ti kes ji nav naçe.


Eşkere ye ku rêveçûna asoyî û stûnî ya bûyeran di çîrokê de, bêyî pêwendiya beramber nagihe encamê û her kirdarek hatiye girêdan bi kirdara beriya xwe ve ku ew jî kirdara paş xwe berhem tîne.


Hinek çîroknivîs hewla şûnguhertina dîmenên çîrokê didin û di vegotinê de, birêxistina bûyeran li gor demê li ber çav nagrin û bi şêweyeke tevlîhev bûyeran vedibêjin. Di vê rewşê de birêxistina demê di çîrokê de şêwazeke taybet werdigre û tenê ewqas e ku kirdar li pey hev nehatine rêzkirin.


Divê xwînerên çîrokên bi vî rengî wek lîstikeke nepenî di zihnê xwe de bûyeran rêk bixin û rêveçûna demê rast bikin. Hinek xwînerên çîrokên bi vî rengî hewl didin pêwendiya navbera bûyer û kirdaran fêm bikin, lê êdî nikarin pirsên girîng û sereke fêm bikin. Lewra bi neçarî yan divê jinûve çîrokê bixwînin an babetên aloz û tarî di mejiyên xwe de geneşe bikin û bigihin encamekê.


Hinek çîroknivîs hewl didin ku regeza demê di çîrokên xwe de veşêrin. Wek mînak hesteke baş a Marcel Proust, Emily Brontë, Faulkner û Virginia Woolf li hember vê pirsê nebû û regeza demê bi şêwazeke taybet bikar tînin. Lê ji ber ku nikarin regeza demê di çîrokê de înkar bikin, hewl didin guhertineke sereke di vî warî de bikin û di piraniya çîrokên wan de rengek ji nezelalî û cudahiyê tê dîtin.


Piraniya hunermendên hevçax, nûbûn û hunera hevçax di têkdana hevterîbî û hevsengiyê de dibînin. Hinek nivîskarên hevçax jî vê şêwazê dişopînin û bi têkdana demê û têkdana vegotina babetan û dîmenên nezelal û nepêwendîdar hewlda afirandina berhemên balkêş didin ku mixabin ev şêwaz belav bûye û bê ku ti sedemek li holê hebe, dîmenên nepêwendîdar li pey hev rêz dikin û bi têgihêştina xwe ew bi vê şêweyê karekî pir modern dikin! 


Eger nivîskarek bixwaze rêveçûna dema bûyeran têk bide, pêwist e hokarek li holê hebe û di çarçoveya planeke bihêz de bûyerên bi tevlîhevî li tenişta hev rêz bike. Ev guhertin di edebiyatê de bi derketina holê ya pirsa modernîzmê û piştre postmodernîzmê jî derket holê û wek tayekê piraniya welatan vegirt.


Hinek nivîskarên tiral bi mebesta veşartina lawaziyên xwe di warê çîroknivîsiyê de, destê xwe birin wî karî û hewla têkdana zelalî û dema çîrokê kirin. Karê nivîskarên bi vî rengî pir ji şêwaz û karê nivîskarên baş wek Marcel Proust û Virginia Woolf cuda ye. Marcel Proust ji bo têkdana dema çîroka xwe xwedî hokareke lojîkî ye. Ew dixwaze demê wek babeta sereke li ber çav bigre û binemaya çîroka xwe li ser ava bike. Diyar e di çîrokên bi vî rengî de regeza estetîk siviktir derdikeve.


Nivîskarên hevçax bi piranî bi şêwazên li jêr, rêveçûna lojîka bûyeran têk didin:


- Şûnguhertina dîmen û bûyeran


- Vegera ber bi paş ve


- Bikaranîna şêwaza herikîna xeyalê


Di rewşa yekem de wek hat behskirin, nivîskar tenê rêveçûna asayî ya bûyeran diguhere. Di rewşa duyem de, xwîner bi rêya bîreweriya karakteran bi bûyerên sereke yên rabirdû dizane û nivîskar zihnê karakterê çîrokê bikar tîne û hinek caran bi vebirîneke lezgîn “niha” bi “rabirdû” diguhere û dûre vedigere “niha.” Jixwe vegera li rabirdûyê dikare çareseriyek be bo behskirina babetan û pirsgirêkên aloz ên zihnî û derûnî yên karakteran. Bi vê rêyê em dikarin aliyên curbicur ên karakterên çîrokê berçav bikin. 


Pispor dibêjin ew kesên ku bi berdewamî bi rabirdûya xwe re dijîn û bûyerên niha di çarçoveya bûyerên rabirdû de dinirxînin, hêdî hêdî tûşî kêşeyên derûnî dibin. Marcel Proust jî bi rabirdûya xwe re dijya û berdewamiya wî li ser vî halî, ew tûşî tirs û bêhêvîtî û xemokiya ruhî kir. Heman pirsgirêka Sadiq Hîdayet jî hebû.


Şêwaza herikîna xeyalê cureyeke vegotinê ye ku di gelek çîrokan de tê bikaranîn. Di vê şêwaza vegotinê de, nivîskar bûyerên nerêk li tenişta hev rêz nake, ew bi zahirî dest ji zihnê karakterê çîrokê berdide û wî azad dike. Xwîner di dema xwendina çîrokê de çalakiyên azad û bêkontrol ên zihnê karakteran dibîne.


Li gor hinek nivîskarên modern, ev şêwaz dikare regeza demê kontrol bike û hebûna wê di çîrokê de lawaz bike. Ew nivîskar girîngiyê didin dariştina çîrokê û pêwendiyên beramber ên di çîrokê de. Wiha diyar dibe ku nivîskarên wek James Joyce û Virginia Woolf ku li gor ên din serketîtir bûn, bi ti hawî çarçoveya sereke ya çîrokên xwe nekirine qurbana xweyê (zatê) nehişyar. Di çîrokên wan nivîskaran de, dîmenên çîrokê bi zahirî ne têkildarî hev in û zihnê azadkirî yê karakteran nîşan didin. Lê di rastiyê de rewş ne wiha ye û kirdar têkildarî hev in.


Pêwist e em behsa wê yekê jî bikin ku hinek rexnegir navê “romana demê” li wan çîrokan kirine. Ji ber ku “regeza demê” xwedî pêgeheke girîng û sereke ye di wan çîrokan de. Marcel Proust di romana “Di Lêgerîna Dema Jidestçûyê de” dixwaze “niha” û “rabirdû” bi hev ve girêbide. Ew nivîskar bi rêya bikaranîna şêwaza herikîna xeyalê “rabirdû” zindî dikin û vediguhêzin bo “niha.”     

    

Di her rewşekê de nivîskar ji bo vegotina çîrokên xwe her şêwazekê bikar bînin jî, nikarin regeza demê înkar bikin. Herwiha nikarin bê planeke xurt û hîmdar wan şêwazan bikar bînin. Bi gotineke din bikaranîna wê şêwaza taybet tenê bi rêya dariştina planeke xurt pêk tê û tucarî zihnê hefsarbirrî yê mirov nikare berhemên tomarkirî û giranbuha biafirîne.     

      

Lewma pêwist e di hemû şert û mercan de çîroknivîs pabendî regeza demê bin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst