Pirtûka nû ya Avestayê ‘Kurd û Selaheddîn’: ‘Gelo divê Kurd ji Selaheddîn hesab bixwazin?’

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka bi navê “Kurd û Selaheddîn” nîqaşeke dîrokî ya girîng derbarê Selaheddînê Eyûbî de vedike û dipirse ka çima wî dewleteke Kurdî ava nekir.

Weşanên Avestayê pirtûkeke nû ya bi navê “Kurd û Selaheddîn” çap kir ku li ser helwesta fermandarê navdar ê Kurd Selaheddînê Eyûbî ya li hemberî gelê Kurd nîqaşeke kûr vedike.

Pirtûk ji hevpeyvîneke dirêj a di navbera nivîskar Bedran Ehmed Hebîb û dîroknasê ji Zanîngeha Selaheddînê ya Hewlêrê Prof. Dr. Muhsîn Mihemed Hiseyn pêk tê.

Pirtûka ku ji aliyê Emîn Narozî ve ji zimanê Erebî hatiye wergerandin, bi awayekî bingehîn li ser pirsa “Çima Selaheddînê Eyûbî dewleteke Kurdî ava nekir û xizmeta gelê xwe nekir?” disekine.

Ev mijar yek ji nîqaşên herî kevn û germ ên di navbera rewşenbîr û dîroknasên Kurd de ye.

Du nêrînên cuda li hemberî hev

Di pirtûkê de, Prof. Dr. Muhsin Mihemed Hiseyn wekî akademîsyenekî ku Selaheddîn diparêze û helwestên wî rast dibîne, pirsên rexneyî yên Bedran Ehmed Hebîb dibersivîne.

Hebîb jî bi pirsên xwe yên wêrek, piştî 800 salî hewl dide bersivekê ji bo kiryarên fermandarê Kurd bibîne.

Bedran Ehmed Hebîb di pêşgotina pirtûkê de li ser rêbaza nirxandina bûyerên dîrokî disekine û dibêje:

“Bêguman em Selaheddîn fêm dikin û rûmetê jî didinê lê em wisa dibînin ku her bûyereke dîrokî mafê xwe yê lêvegerîn û nirxandinê heye.

Jixwe li ser bûyeran bi her nifşekî nû re nêrîneke nû jî derdikeve holê lê ev nayê wê maneyê ku nirxandina Selaheddîn û serdema wî li gorî pîvanên îro bê kirin.

Divê nirxandina her tiştî li gorî pîvanên serdema wî be, çimkî ne dadwerî ye ku bûyer ji cih û rewşa xwe ya tê de bê derxistin.

Lê ev nayê maneya ku hinek xalên tê de nayên rexnekirin û her tiştê ku qewimiye jî rast bê dîtin.”

Weşanên Avestayê û berhemên stratejîk

Weşanên Avestayê ku yek ji weşanxaneyên herî kevn û çalak ên Bakurê Kurdistanê ye, bi weşandina berhemên girîng ên li ser dîrok, ziman û siyaseta Kurdan tê naskirin.

Ev pirtûk jî wekî berdewamiya van xebatên stratejîk tê dîtin ku armanc dike nîqaşên girîng ên di nava civaka Kurdî de bi awayekî akademîk û berfireh bixe rojevê.

Pirtûka “Kurd û Selaheddîn” ji 128 rûpelan pêk tê û bi bîr û ramanên xwe derfetê dide xwendekaran ku ji nû ve li ser yek ji kesayetiyên herî girîng ên dîroka Kurdan bifikirin.