Bi biryara Serok Barzanî Diya Ciwan ji bo Enqerê hat şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serok Mesûd Barzanî helbestvan Diya Ciwan ji bo çareseriyê bo Tirkiyê hatiye şandin.

20 roj in helbestvan û siyasetmedara Rojavayê Kurdistanê Diya Ciwan nexweş e, ew bi nexweşiya Îltîhaba Singê ketiye, berê jî nexweşiya “rebo” ana ango astim pêre hebû.

Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez ragihand ku Diya Ciwan berî 5 rojan ji parêzgeha Duhokê bo bajarê Enqerê hate şandin û niha li nexweşxaneyeke taybet çareserî jê re tê kirin.

Dr. Ciwan Seîd ê kurê Diya Ciwan ji Rûdawê re diyar kir, piştî ku Serok Barzanî ji rewşa wê agahdar bû, yekser biyar da ji bo dermankirinê wê bişînin Enqerê û niha li nexweşxaneyeke wî bajarî tê dermankirin û got: “Ez spasiya Serok Barzanî dikim. Ev helwesta wî ne tişteke nedîtê ye, ji ber ku ew hemû caran li xelkê xwe xwedî derdikeve.”

Derbarê rewşa dayîka xwe de jî Dr. Ciwan Seîd got ku rewşa wê niha baş e û ber bi başiyê ve diçe.

Diya Ciwan sala 1953ê li herêma Botan ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û hemû jiyana xwe li Rojavayê Kurdistanê derbas kiriye.