Baxçeyên Hevsel ên Amedê bi fermî bû namzeda endamtiya UNESCOyê
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Bircên Amedê di Lîsteya Berwext ya Mîratê Dinyayê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê de cih girt û niha jî li ser dixebitin ku derbasî lîsteya Mîratê Dinyayê ya UNESCOyê bikin, îcar jî dixebitin ku Baxçeyên Hevselê yên ku mezinahiya wan 700 hektar e jî tevlî dosyaya serîlêdana berendamtiya UNESCOyê bikin.
Dosyaya pêşnumaya ku bi navê "Peyzaja Çandî ya Bircên Amedê û Baxçeyên Hevselê" hatibû amedekirin ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve pêşkêşê UNESCOyê hat kirin.
Seroka Qada Birc û Sûrên Amedê Nevîn Soyukaya diyar kir ku Baxçeyên Hevselê li rexê Çemê Dîcleyê û li ser zeviyên bibereket yên di navbera Çemê Dîcleyê û kelhê de cih digrin. Ji destpêka avabûna bajêr û vir de ji bajêr re bûye çavkaniya xwarin û xwarekê û cihekî hêşîn e.
Soyukaya ragihand ku çend roj berê dosyaya pêşnûmayê pêşkêşî UNESCOyê kirine û wiha axivî: "Me dosya pêşkêşî Wezareta Çand û Tûrîzmê kir. Wezaretê jî dosya pêşnûme pêşkêşî UNESCOyê kir.
Seroka Qada Birc û Sûrên Amedê her wiha da zanîn, ji bo ku li Parîsê rûbirû bi pisporan re li ser dosyayê gotûbêj bikin, şandek ji Şaredariyê dê 30ê cotmehê here Parîsê û wiha got:“Emê li gorî peşniyar û rexneyan dosyaya xwe ya dawîn amade bikin. Em ê dosyaya dawîn jî di meha sibatê de pêşkêş bikin. Em li bendê ne ku gava dosyaya me bê qebûlkirin, Amed bibe Mîratê Çanda Dinyayê û li cîhane bê nasîn.”