Aynur Dogan li Los Angelesê konserekê dide

 Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar Aynur Dogan, di çarçoveya gera xwe ya Amerîkayê ya ji bo danasîna albuma xwe ya nû ya bi navê "Rabe" de îro li Los Angelesê konserekê li dar dixe.

Li gorî daxuyaniyeke çapemeniyê ya birêvebiriya karên Aynur Doganê ku ji Rûdawê re hatiye şandin, gera hunerî dê 7 bajarên mezin ên Amerîkayê li xwe bigire.

Di konseran de, Aynur Dogan dê stranên albuma "Rabe" û berhemên xwe yên din pêşkêş bike.

Aynur Dogan ev 25 sal in li gelek cihên navdar ên cîhanê konseran saz dike û çand û hunera Kurdî dide nasîn.

Albuma "Rabe" ku bi beşdariya nêzîkî 20 muzîkjenên navneteweyî hatiye tomarkirin, di jiyana hunerî ya hunermend de wekî xaleke werçerxanê tê dîtin.

Tora Medyayî ya Rûdawê sala 2024an, yek ji stranên wê hunermendê ya bi navê "Bîranîn" wekî vîdeoklîpê berhem anîbû.

Gera hunerî 18ê Çiriya Pêşîn li Torontoya Kanadayê dest pê kir û roja şemiyê li San Franciscoya Amerîkayê konsereke din saz kir.

Biryar e îro li Zipper Hallê ya li bajarê Los Angelesê konsera sêyem saz bike.

Konserên din ên Aynur Doganê wiha ne:

- 28ê mehê li Dibistana Old Townê ya Muzîka Folklorî ya Chicagoyê

- 29ê mehê li The Hamiltona Washington DCyê

- 31ê mehê li City Wineryayê ya Bostonê

- 2yê Çiriya Paşîn jî li Symphony Spaceya li New Yorkê