Malmime gera xwe ya Başûrê Kurdistanê bi pêşangehekê nîşan da
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwakarê Kurd ê ji Anatolyaya Navîn Malmimeyê ku li Almanyayê dijî, piştî vekirina bi dehan pêşangehên li welatên Ewropayê, pêşangeha xwe ya çaremîn li Zanîngeha Cîhanê ya Hewlêrê vekir.
Di pêşangehê de zêdetirî 60 tabloyên wî tên nîşandan ku berhema gera wî ya Başûrê Kurdistanê û bandora ku lê kiriye ne.
Malmime li ser îlhama karên xwe ji Rûdawê re got:
"Cara çaremîn e ku ez têm Başûr, hemû ew çîrokên bajaran, dema ku ez ji Hewlêrê çûm herêma Barzan û min Muzexaneya Bîranînan dît.
Ez bi taksiyê çûm û 3 saetan dema min hebû, min gelekî nivîsand û gelek sketch çêkirin.
Paşê ez çûm Koye, Silêmanî, Akrê û Dihokê. Hemû ew der bûn beşek ji karên min."
Taybetmendiya tabloyan û mijara herî girîng a karên Malmime çiyayên Kurdistanê ne.
Malmime diyar kir ku çiya û ziman du sedemên sereke yên mayîna Kurdan in û got:
"Eger du tişt nebûna, Kurd hezar sal berê nediman; ya yekem zimanê Kurdî û ya duyem çiyayên Kurdistanê.
Eger çiyayên Kurdistanê nebûna, me dê bi zehmetî karibûya heta niha hebûna xwe bidomînin."
“Çiya di nav xwîna min de hatibûn xêzkirin”
Malmime her wiha da zanîn ku her çend ew ji axa Kurdistanê dûr ketiye jî, her tim hest bi nêzîkbûna bi çiyayan kiriye û anî ziman:
"Ez ji axa Kurdistanê gelekî dûr bûm lê çiya di nav xwîna min de wekî wêneyekê hatibûn xêzkirin."
Malmime piştî ku çiyayên Swîsre û Ewropayê dîtine, di wê baweriyê de ye ku çiyayên Kurdistanê di warê xweşikbûn û hesta taybet de di rêza yekem a cîhanê de ne.
Cudahiya vê pêşangehê ji pêşangehên din ew e ku ne tenê tablo, beşeke taybet jî ji bo vîdeoya li ser hunera Malmime hatin nîşandan.
Her wiha beşeke din a ji bo mêvanan hatiye veqetandin ku tê de kel û pelên hunerî hatine danîn û ew dikarin wêneyan çêbikin.
Bi vî awayî, mevan ne tenê temaşevan in, dibin beşdarên hunerê û beşeke wê tecrubeyê werdigirin.
Navê rastî yê Malmime, Hasan Huseyîn Devecî ye û sala 1972yan li Anatolyaya Navîn a Tirkiyeyê ji dayîk bûye.
Wî nasnavê Malmimeyê ji navê malbata xwe wergirtiye.
Sala 1994an çûye Almanyayê û li wir di warê hunera şêwekariyê de xwendiye.
Ew xwediyê bi dehan pêşangehên taybet û hevbeş ên li Ewropayê ye.