Festîvala Wêjeya Kurdistana Mezin: Hişê çêkirî nikare cihê dil bigire

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê Festîvala Wêjeya Kurdistana Mezin hat lidarxistin.

Bi helbesteke Kurmancî, xeyala beşdaran dibe cade û kolanên Efrîn û Rojavayê Kurdistanê.

Tara Îbo, xanima helbestvan a ku 13 sal in li Başûrê Kurdistanê dijî, wekî nûnera rihê birîndar ê Efrînê beşdarî festîvalê bûye.

Ew bawer dike ku di vê serdemê de, helbestvanî tenê nivîsandina peyvan nîne, parastina nasnameyê ya li hemberî tunekirina teknolojiyê ye.

Helbestvan Tara Îboyê ji Rûdawê re got:

"Astengî zêde ne lê di dawiyê de xelk bi xwe helbestvanên resen û nivîskarên baş nas dikin."

Ev festîvala ku par bi awayekî online hatibû sazkirin, îsal bi awayekî zindî li Hewlêrê germiyeke din da cîhana wêjeyê.

Piraniya wan helbestvanên ku li salonê kom bûne dilgiraniyeke hevpar wan digihîne hev; ew jî kêmbûna xwînerên pirtûkan û serdestiya torên civakî û hişê çêkirî ye ku li ser hestên mirovan zal bûye.

Helbestvan Mamiz Herkî anî ziman:

"Teknolojiyê bandoreke gelekî xirab li ser nivîskaran kiriye, ji ber ku eger em binêrin ew nivîskarên kevn ên ku pirtûk û nivîs û berhemên wan hebûn, bi fîkr û raman û hestên xwe nivîsandine lê eger em li nivîsên niha binêrin piraniya wan dişibin hev û ew jî bandora hişê çêkirî ye."

Guherîna zewqa xwîner û dûrketina nifşê nû ya ji felsefe û edebiyata kûr, birîneke din a li ser laşê helbestê ye.

Nasih Xargêlaneyî, di nav pirtûkxaneya xwe ya mezin a li mala xwe de, heman wan milmilaneyan dijî ku li kolana edebî tê dîtin.

Helbestvan Nasih Xargêlaneyî behsa wê yekê dike:

"Li malê niha zarokên min hene, ew qasî mijûlî torên civakî ne, ew qasî mijûlî wan pirtûkên nav pirtûkxaneya min nînin.

Pirtûkxaneyeke min a mezin li malê heye, ez pir ji wan rica dikim; here pirtûkeke felsefî derxe da ku tu xwe binasî û xelkê binasî."

Armanca sereke ya festîvalê, tenê rexnegirtin nîne, komkirina 170 helbestvanên her çar parçeyên Kurdistanê bû di bin sîwaneke edebî de da ku nîşan bidin ziman û helbest hîn jî dikarin sînorên çêkirî bibezînin.

Rêkxerê festîvalê Rizgar Çawşîn ji Rûdawê re ragihand:

"170 helbestvan beşdar bûne û ji wê hejmarê 95 hatine pêşbirkê, ji wan 95an jî 32 derbasî qonaxa dawî bûne û me yekem û duyem û sêyem hilbijartine."

Festîval bi amadebûna zêdetirî 50 helbestvan û nivîskaran bi dawî hat.

Tevî ku teknolojî gefeke cidî ye jî dengên cuda yên nav vê holê dibêjin: Heta ku "hest û xeyala mirovan" mabe, hişekî çêkirî nikare cihê lêdana dilê helbestvanekî resen bigire.