Hunermenda Kurd Yelda Ebasî li Meşhedê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a Kurd Yelda Ebasî ku ji bo serdana malbata xwe çûbû bajarê Meşhedê yê Îranê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.
Hat ragihandin ku cezayê salekê zindanê lê hatiye birîn û ew şandine girtîgehê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku Yelda Ebasî li Almanyayê dijî û ji bo serdana malbata xwe çûbû Xorasanê lê li bajarê Meşhedê hat girtin.
Endamê Birêvebiriya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Erselan Yarehmedî ji Rûdawê re got:
"Yelda Ebasî 23yê vê mehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala dayîka xwe ya li bajarê Meşhedê hat desteserkirin."
Veguhestina girtîgehê
Erselan Yarehmedî diyar kir ku hêzên ewlehiyê piştî desteserkirinê, Yelda Ebasî veguhest Girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê.
Yelda Ebasî ku hunermendeke Kurd a Xorasanê ye, dayîka zarokeke 18 mehî ye û ji bo betlaneya sersalê li gel hevjîn û zaroka xwe çûbû ziyarete malbata xwe.
Sedema cezakirinê
Erselan Yarehmedî derbarê sedema girtina wê destnîşan kir ku piştî desteserkirinê jê re hatiye gotin ku di dosyeyeke têkildarî çalakiyên wê yên di dema xwenîşandanên sala 2022yan de, cezayê salekê zindanê bêyî amadebûna wê lê hatiye birîn û niha ew ceza tê bicihkirin.