Hewlêr (Rûdaw) - Strana “Risk It All” berhema nû ya stranbêja Kurd, Helly Luve, di kêmtir ji du mehan de yek milyon car hatiye dîtin.
Helly Luv li ser vê yekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Ez gellek kêfxweşim ku min karî rêkordeke nû di nava vîdyo klîpên Kurdî de li ser Youtube tomar bikim, di demeke kêm de klîpa min yek milyon car hatiye dîtin.”
Luv, ku niha mijûlî amadekirina klîpeke nû ye spasiya hemû temaşevanan kir û got: “Eger hûn nebane min nedikarî vê rêkordê bişkênim, spas bo hemû dezgehên ragihandinê ku girîngî dan kar û çalakiyên min.”
Dîmenên klîpa strana bi navê “Risk It All” li nav kolanên kelha Hewlêrê hatibûn kişandin, heriwh gellek gotegot jî li ser vê klîpa wê jî derket ku yek ji wan ew bû ku Helly Luv endama Masoniyetê ye.
Lê wê hunermendê di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê ew gotin red kirin û diyar kir ku ligel weşana klîpa wê dê gellek kes rexneyan lê bikin û gellek kes jî destxwşiyê lê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse