Ezîz Weysî û Dîlber Cizîrî duetekê tomar dikin

27-03-2018
RÛDAW
Nîşan Dîlber Cizîrî Ezîz Weys Duet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendên Kurd Ezîz Weysî û Dîlber Cizîrî straneke hevbeş tomar dikin û di nêzîk de wek vîdeoklîp jî belav dikin.


Di vê derbarê de Dîlber Cizîrî ji Rûdawê re got: “Cara yekem e duetekê ligel hunermend Ezîz Weysî dikim, hêvîdar im bi dilê hemû hezkiriyên min be.”


Dîlber Cizîrî da zanîn ku wênegirtina klîpa stranê li Almanyayê bidawî bûye, niha di qonaxa montajê de ye û biryar e di van nêzîkan vîdeoklîp were belav kirin.


Herdu hunermendan ji xeynî vê vîdeoklîpê di cejna Newrozê de li Almanyayê çend konser jî bi hev re dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst