Biryareke kurtebir

27-04-2015
Besam Mistefa
A+ A-

 

Meraqdarê felsefeyê bû. Li gorî wî, jiyan tenê bîrdoziyek bû.

 

Hîn dema zarok bû, dest bi felsefekirina tiştan kir. Baş tê bîra wî çawa pirsek ji xwe re peyda kir û bi dirêjiya hefteyekê pê daket û ew nola pirsgirêkeke hêjayî fikirîn û ponijînê dît: Çima mirov kum dide serê xwe û pêlavê li piyê xwe dike? Çima mirov pêlavê nade serê xwe û kum li piyê xwe nake?

 

Careke din jî bi pirseke nû fikirî: Çima nola hemû ajelên din, mirov li ser herdu pî û destên xwe naçe? Gelo eger mirov wiha bimeşe, rehetir nabe?

 

Lê bi derbasbûna demê re, asta felsefeya wî bilind bû û vê dawiyê gihîşt biryareke kurtebir: "Çimkî mirov mecbûrî jiyanê hatiye kirin û nerîna wî nehatiye standin, êdî çima ew bi xwe dawiya xwe hilnabijêre?" Ji vê biryara kurtebir jî, gihîşt biryareke hîn kurtir: "Mirin xulaseya jiyanê ye."

 

Bi vî rengî û di dawiya dawî de gihîşt aramiyeke psîkolojî. Êdî li benda wê kêliyê ma ku bikare tê de dest bi hilbijartina şêweyeke birûmet a mirinê bike.

 

Dêmek, kesê ku angaşt bike û bêje Xwedêgiravî Ebdilcebar bi zorê hat birin da beşdarî şoreşê bibe, ji rastiyê pirr dûr dikeve. Çimkî wî bixwe biryar da here navenda wergirtina kesên xwebexş û li hember maseya efserekî raweste û bi dengekî bihêz jê re bêje:

 

- Ez tifingekê dixwazim da bikarim beşdarî şoreşê bibim…

 

Lê pir zû kifş kir ku meseleya tifingê bi carekê ne hêsan e û divê ew bixwe bi awayekî ji awayan tifingekê nêçîr bike û piştre ji nû ve dikare beşdarî şoreşê bibe.

 

- Lê dibe ku ez bimirim beriya ku ez tifingê bidest bixim!

 

Bi bêhntengî wiha got. Lê bêdeng bû dema bersiveke sosret û nêzîkî rastiyê bihîst:

 

- Gelo qey tu hatî vir da tu derkevî seyraneke biharê û piştre vegerî mala xwe?

 

Li vir, fikirî ku divê felsefeya xwe hinekî biguhere. Çimkî dibe ku bimire beriya ku tifingê bidest bixe. Demek dirêj derbas nebû, dema Ebdilcebar biryareke kurtebir a nû da: "Ne giring e mirov bimire beriya ku fikira xwe ya hêja cîbicî bike, lê ya giring ew e ku mirov fikreyeke hêja ji xwe re bibîne beriya ku bimire."

 

Bi vî rengî Ebdilcebar karîbû tifingeke nû ji xwe re bidest bixe. Bidestxistina tifingê kedeke zêde jê nexwest wek ku sawêr dikir û xwe jê re amade kiribû. Lewra ku ew li derveyî "….." digeriya piştî şerekî ku sibehê qewimîbû û leşkerekî mirî dît: "Pêwistiya  miriyan bi çekan nîne." Wiha ji xwe re got dema term qulipand û tifingeke fransî ya serîtûj dît.

 

Di nav hevalên xwe yên çepergehê de, Ebdilcebar wek "fîlozof" hat naskirin. Têkoşeran di felsefeya wî de lojîkeke kêrhatî dîtin ku dikare bihaneyan ji hemû bûyeran re bibîne.

 

Piraniya  şoreşvanan ciwan bûn. Ebdilcebar kêfxweş dibû ku hinekî ji wan mezintir e û dikare piştî her şerekî wan kom bike da ku biryara xwe ya nû derbarê mirinê bide wan. Piştî her kuştiyekî, felsefeya wî bi pêş diket û diguherî.

 

Di şeveke tarî de, cotkarekî nexwende mir û beriya ku li ber çepergehê bikeve, dijûn ji "…." û zilamên "……" re dan. Ebdilcebar bi gotinekê fikirî da pê pesnê wî şehîdî bide, hew dît ku gotina wî dibe biryara wî ya kurtebir a nû: "Bi piranî pêwistiya fikreya hêja û birûmet bi têgihîştinê nîne, lê pêwistiya wê bi hest û pêhesînê heye!"

 

Piştî şeveke din ciwanek mir. Ew ji çepergehê derketibû û bi kêrê êrişî leşkerekî kiribû ku xwe li dehma dîwêr dixişkand û dema vegeriya çepergehê gule lê hatin reşandin. Ebdilcebar got: "Cesaret pîvana dilsoziyê ye."

 

Ebdilcebar bixwe jî wêrek û bi cesaret bû. Çimkî efser jê xwest, piştî ku di dawî de cilekî leşkerî yê li gorî bejna wî jê re peyda kir, ku here bendera deryayê da bibîne çi li wir diqewime. Efser ji Ebdilcebar re got ku dîmenê rûyê wî yê aram û xemgîn fikar û  gumanan di dilê tirsonekan de dirust nake.

 

Ebdilcebar bêyî çek di kolanan de meşiya û gihîşt bendera deryayê û bi kêfa dilê xwe geriya, çû û hat. Piştre da xwe û vegeriya çepergeha xwe. Lê hertim tişt berevajî xwesteka mirov diqewimin. Eskerekî ku carekê di êrişekê de beşdar bûbû, Ebdilcebar nas kir û ew girt û ew bir ba efserekî. Efserê tirsiyayî sîleyek li binguhê Ebdilcebar xist û jê re got:

 

- Tu şoreşvan î..

 

- Erê…

 

- Lanetlêhatî..

 

- Na!

 

Ebdilcebar li jêr lêdana bêrehm jî ji bîr nekir biryareke kurtebir a nû bide: "Îşkencekirina girtiyan derbirîneke qurre ya tirsê ye." Piştî vê biryarê, hest bi aramiyê kir.

 

***

 

Lê piştre, bûyer bi rengekî din qewimîn. Efser di dawî de gihîşt ramanekê ku li gorî wî û hevkarên wî yên dilsoz ramaneke zîrek bû. Lê Ebdilcebar ew wek reftareke din a pozbilindiyê dît ku bi giştî di encama tirsê de dirust dibe.

 

Efser jê re got:

 

- Tê li pêşiya me herî ber bi çepergeha we ya lanetî…û tê ji hevalên xwe yên dîn re bibêjî ku te hejmarek şoreşvanên nû bi xwe re anîne. Piştre wê leşkerên min ji wan re zanibin!

 

- Û ez?

 

- Tê bi qedr û qîmet bijî…yan tê mîna kûçikekî bimirî eger tu hewl bidî xayîniyê li me bikî..

 

Ebdilcebar di dilê xwe de got: "Xayînî bi tena serê xwe mirineke bênamûs e."

 

Li pêşiya du rêzên eskeran Ebdilcebar bi seriyekî bilind kete rê. Devê tifingeke tûj jî di tihêla wî re diçû. Beriya ku Ebdilcebar bigihe çepergehê, dengê ketî yê efser bihîst ku di nava tariyê de dikir xuşexuş:

 

- Yella!

 

Ebdilcebar neditirsiya, çimkî hevalên wî yên çeperê gotin ku dengê wî bihêz û qewîn bû dema ku bihîstin ew gazî wan dike:

 

- Min 50 leşker ji we re anîn!

 

***

Hîn Ebdilcebar nemiribû dema hevalên wî di nav termên eskerên kuştî de bi ser wî ve bûn. Bi dijwariyeke mezin yekî ji wan dengê wî bihîst dema ku biryara xwe ya dawî ya kurtebir dida: "Ne giring e yek ji me birime…ya giring ew e ku hûn berdewam bin.."

 

Piştre mir.

 

 

Xesan Kenefanî: Nivîskar û romannivîsê filistînî Xesan kenefanî, 9ê Nîsana 1936 li bajarê Eka yê Filistînê ji dayik bû û di 8ê Tîrmeha 1972 de li Beyrûta paytexta Libanê bi otomobîleke bombekirî hat terorkirin û Dezgeha Sîxurî ya Îsraîlê Mossad bi kuştina wî hat tawanbarkirin. Xesan ev çîrok di 21.07.1958 de li Şama paytexta Sûriyê nivîsand.


Wergera ji erebî: Besam Mistefa

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst