Romana 'Paşîva Marê Sîrê' ya Ciwan Qado Derket

Hewlêr (Rûdaw) - Romana yekem a nivîskar û helbestkarê Kurd Ciwan Qado, bi navê "Paşîva Marê Sîrê" ji nav weşanên Weşanxaneya NAyê li Îzmîra Tirkiyeyê derket.

Ciwan Qado romana xwe diyarî “Hêkên Marê Sîrê û Delalê min Aryan” dike. Aryan navê kurê nivîskêr e.

Her wiha bi gotina helbestkar û derhênerê Îtalyan Pier Paolo Pasolini ji Filmê Decameronê rê li ber romanê vedike:

"Nizanim çima em karekî hunerî diafirînin, di çaxa ku ew di xewna me de bedewtir û zelaltir e."

Roman ji neh beşan û 99 rûpelan pêk tê, her beş hêkek e: Hêka 1ê 'Dêwê Keldûmana Tirşkê', Hêka 2yê 'Taştêya Fransî', Hêka 3yê 'Şarmarê Rûyê Bedew', Hêka 4ê 'Şeva Talana Pastirmayê', Hêka 5ê 'Xwazgînîyê Kulîçeyan', Hêka 6ê 'Doşeko', Hêka 7ê 'Em Seyrana Birra Ne. Li Derdora Nesaza Ruhê Xwe Ya Ebedî', Hêka 8ê 'Popkorn An Şekirên Garisê Mejî', Hêka 9ê û dawî ' Serdegirtina Ser Hêkên Qulingan'.

Di amadekirina berhemê de, helbestkar û wergêr Yeqîn H. bi edîtorî û revîzekirinê roleke sereke lîstiye. Berg û sêwirana pirtûkê jî ji aliyê nivîskar û dîzayner Mîran Ehmed ve hatiye kirin.

Di hundirê romanê de jî hin wêne cih digirin ku ji aliyê Ebdilkerîm Mecdel Beg, Ciwan Qado û Aryan Qado ve hatine xêzkirin.

Paşîva Marê Sîrê

Ev roman di nava xeyala gelêrî û cîhaneke surealîst de derbas dibe. Nivîskar hewl dide qalibên vegotina romana Kurmancî bişikîne û rastiya rojane bi hêmanên xeyalî û awarte re têkel dike.

Çîrok bi çavên zarokekî tê vegotin, zarokekî ku hewl dide cîhana mezinan, hûrgiliyên jiyana rojane û sirên şevê fêm bike.

Ciwan Qado derbarê naveroka romanê û sernavê wê yê balkêş, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Di rastiyê de, marekî wiha nîne ku sîrê bixwe! Min çîrok di serdema zaroktiya xwe de ji hevalekî xwe yê wê çaxê bihîst. Ne şaş bim, ez wê demê 9 salî bûm gava min ev serpêhatiya sosret seh kir. Ji hingê ve, di bala min de ma, min ew di hişê xwe de xwedî kir û parast: Di odeya dapîrê de marek hebû, hevalê wê bû!”

Ji hêleke din ve, Ciwan Qado ji Rûdawê re eşkere dike ku ev romana wî ji aliyê Ciwan Teter ve li zimanê Erebî hatiye wergerandin û dê di demeke nêzîk de bi zimanê Erebî jî bê weşandin.

Çîroka “Paşîva Marê Sîrê” li mala dapîrê dest pê dike. Di vê cîhana zarokatiyê de, tiştên biçûk wekî sîr, bêhnên xwarinên dapîrê û çîrokên şevê cîhaneke taybet ava dikin. Zarok di nava sîrê de hêkeke ecêb dibîne û ji nişka ve rastî marekî tê ku dibêje sedema hatina wî, ew hêk e. Ev mar ne marekî asayî ye, bi zimanekî tije pend û henek, rastiya cîhanê û nakokiyên civakê ji zarok re vedibêje.

Roman bi rêya axaftinên zarok û mar, arîşeyên civakê, bêbariya zarokatiyê û pirsên kûr ên li ser hebûnê tîne zimên.

Mar wekî sembola "metirsî û zanyariyê" radiweste. Ew cîhana mezinan a ku zarok bi zehmetî têdigihîje, bi şêwazekî "henekên reş" şîrove dike.

Qado di vî warî de dibêje: “Ev mar marê zarokatiya min e. Marekî wiha ye ku mirov jê natirse, belê lê dibane. Paşê ji zarok tê xwestin ku bi mêr re here seyranê da ku wê paşîvê bide wî. Mar jê re dibêje bila em bi hev re herin, min ji te re hazir kiriye û em ê wan hêkan bi hev re vegerînin. Gewdeyê romanê ev hêk bi xwe ne.”

Zimanê Vegotinê tije metafor û wêneyên wêjeyî ye. Nivîskar, di navbera cîhana rastî û xeyalê de pirekê ava dike, bi vî awayî xwîner dikeve nav rewşeke sosret. Roman dixwaze bibêje ku di nava hûrgiliyên herî biçûk ên jiyanê de (wekî sîrek an hêkekê), cîhaneke mezin a veşartî heye.

Ew bi rêya "sêhrê" balê dikişîne ser wê yekê ku çawa zarok bi çavên xwe yên pak li dinyayê dinihêrin û çawa mezin bi salan hewl didin vê "sirê" fêm bikin.

Ciwan Qado bêhtir wekî helbestkar tê naskirin, lê vê carê berê xwe daye roman û pexşanê.

Ew li ser vê yekê ji Rûdawê re dibêje: “Bi rastî ya ku berê min da pexşan û romanê marê sîrê bi xwe ye. Ev çîroka ku bi salan bala min kişandiye. Belkî wê bi xwe jî hiştiye ku ez zarok bimînim û zêde guh nedim xirecira cîhana mezinan. Çimkî carinan hin reng, deng, bêhn û bûyer ji qonaxa zarokatiyê hene bandorê li meriv dikin û her pê re dimînin, ji bo min çîroka marê sîrê jî yek ji wan e. Di çîrokê de, bi piranî zarok diaxive, dengê sereke yê zarok e.”

Paragrafek ji romanê

“Ew dehla ku xwedêgiravî hewşa mala me bû, hewşa ku ji bo

min di rastiyê de yek ji tecelayên bihuştê bû, di xewnê de ji min re bûbû jêdera saw û tirsê; saweke wilo xwerû, sade û nepen bêyî ku yek karibe bi serê penga wê bigire û heya niha jî ku behsa peyva saw û tirsê dibe wilo ev dîmena han a hewşa mala me tê ber çavê min, eyn wekî tentenyeke ku bi çirisînên çavên pisîkan ên revînok moxilkirî ye û bi temamî bi giyayên reş û tarî kêlandî û nixamtî ne û ku ji bilî berdewamiya pêjn û şûna çirisînan tu tiştekî dî ji ber namîne û nafilite; çirisînên ku di hundirê tariya şikefta serî de didirûvin, wekî birînine gewr î vekirî ku tu carê qemûşk nagirin.”

Ciwan Qado kî ye?

Ciwan Qado sala 1980yî li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di warê derûnnasiyê de li Zanîngeha Şamê xwendiye û ji sala 2010an ve li Almanyayê dijî.

Ciwan xwedî pênc dîwanên helbestê ye: (Marên Kor (2003), Bi dizî min di dilê xwe de stra (2008), Çavê ji xewê dereng mayî (2018), Çûkan zimanê min xwar (2020), Ne xema zendikên min e (2024).

Ew bi karên xwe yên wergerê jî di wêjeya Kurdî de xwedî cihekî taybet e.