Li Rojhilatê Kurdistanê çalakvan çanda jîngeparêziyê tevlî xwendina zarokan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmen û çalakvanên jîngeparêziyê yên Rojhlatê Kurdistanê, çanda jîngeparêziyê dibin nav dibistan û baxçeyên savayan.

Di merasîma dawiya sala xwendinê li baxçeyeke zarokan a Bane ya Rojhlatê Kurdistanê, Komîteya Fêrkariyê ya Encûmena Pajînê bi zimanekî zarokane, hewl da wan fêrî jîngeparêziyê bikin.

Rêûresma dawîhatina sala xwendinê li baxçeyeke zarokan a li bajarê Baneyê taybetiya vê rêûresmê naveroka bernameya rêûresmê ye ku tê de parastina jîngeha welat tê hînkirin.

Berpirsa Komîteya Fêrkirinê ya Encûmena Pajînê Firmêsk Zahîdî got, “Me wek Komîteya Fêrkirinê ya Encûmena Pajînê hewl da ku bi berdewamî serdana dibistan û baxçeyên zarokan bikin ji bo zarokan fêrî hezkirina jîngeh, ax û avê bikin. Ji ber ku heger zarok fêrî hezkirina jîngeh, ax û avê bibin sedî sed dê fêrî hezkirina nîştimanê jî bibin.”

Di vê merasîmê de endamên Komîteya Fêrkirinê ya Encûmena Parastina Jîngehê ya Pajînê li Baneyê hewl dan ku bi zimanê xwe rêgezên bingehîn ên parastina jîngehê fêrî zarokan bikin. Ev çend sal in li dibistan û baxçeyên zarokan vî karî dikin û hêvî dikin ku nifşên paşerojê ji ya niha baştir hay ji jîngehê hebin.

Berpirsa Komîteya Fêrkirinê ya Encûmena Pajînê Firmêsk Zahîdî anî ziman, “Em dixwazin nifşekî perwerde bikin ku nifşekî berpirsê jîngehê be, bikaribin wek nifşên niha nebin ku ev hemû wêranî di jîngehê de durist kirine.”

Parastina jîngehê xwedî pîvanên cuda ye. Ji paqijkirina wê heta ku zirarê nedî dar û heywanan. Dê û bavên ku beşdarî merasîmê bûn dibêjin divê ew vê perwerdehiyê di malên xwe de jî berdewam bikin.

Bavê Xwendekarekî Idrîs Emînî got, “Şîretan li zarokên xwe bikin, bila jîngehparêz bin, ji jîngehê hez bikin ku çûne nav daristanan jîngehê, dar û beran biparêzin. Ez zarokan dibînim ku sivore pê re ye, nabe ku sivoreyan bixine qefesan, divê ajel di nav daristanan de bin. Daristan bi ajel û bi xweşikiya xwe xweşik e.”

Parastina jîngehê li Rojhilatê Kurdistanê bi hewla çalakvanên xwebexş dibe çandeke ku jîngehparêz dixwazin bi rêya perwerdeyê nifşê nû perwerde bikin.