Alî Tekbaş 'Genim Gêrano Elo' ji nû ve şirove kir: Klîp li Londonê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Alî Tekbaş strana gelêrî ya “Genim Gêrano Elo” ya herêma Colemêrgê bi awayekî nû şirove kir.

Klîpa stranê li Londona paytexta Brîtanyayê hat girtin.

Hunermend Alî Tekbaşê ku bi awayê muzîka xwe ya herêma Colemêrgê tê nasîn vê carê jî strana bi navê “Genim Gêrano Elo” ji nû ve stra.

Stran li ser kanalê Youtubeyê ye Tekbaş û li platformên muzîkê hat parvekirin.

Tekbaş berhema “Genim Gêrano Elo” bi Metehan Dada re aranje kir.

Strana Dengbêj Simaîlê Tiyarî ji aliyê Alî Tekbaş ve hat amadekirin û klîpa wê li Londona paytexta Brîtanyayê hat girtin.

Di klîpê de li cihên dîrokî yên navdar ên Londonê bal hatiye kişandin ser jiyana jinan ên Kurd bi cilên neteweyî û parastina çandê.

Alî Tekbaş li klîpê ev nîşe zêde kir:

“Bi dengên xwe yên xurt û zelal, hevalên min ên hêja Rewşan Çelîker, Elçîn Elçî Hasdemîr û Melîsa Aymutlu bûn mêvanê vê stranê.

Wan dilên xwe dan Eloyê, her bijîn.”

Alî Tekbaş bi hatina havînê re dê çend konseran li dar bixe.

Konserên wî dê 17ê Hezîranê li Colemêrgê, 18ê Hezîranê li Geverê, 19ê Hezîranê li Wanê, 26ê Hezîranê li Cizîrê, 27ê Hezîranê li Sêrtê û 28ê Hezîranê li Amedê werin lidarxistin.