Hewlêr (Rûdaw/AA) – Hunermendê tirk ê sînema û şanoyê Tuncel Kurtîz di temenê 77 salî de wefat kir. Kurtîz wek hevalê herî nêzîkî ê derhênerê navdarê kurd Yilmaz Guney jî tê naskirin.
Heta niha agahiyên zêde derheqê sedema wefata Tuncel Kurtîz de nahatiye belavkirin.
Tuncel Kurtîz (77) di sala 1936an de li Kaoceliyê hat dinê, demek kin li fakûlteya hiqûqê xwend, pişt re jî di beşên fîlolojî, felsefe, psîkolojî û dîroka hunerê de xwend. Lê yek ji van beşan jî neqedand.
Kurtîz di salên dibistanê de li ÎETTyê part tîme wek qontrolorê giştî yê ronahiyê xebitî, di sala 1959an de li Şanoya Dormen dest bi lîstikvaniyê kir.
Kurtîz di gelek fîlmên sînemayê, rêzefîlm û lîstikên şanoyê de lîst, di sala 1981ê de di Mîhrîcana Fîlman ya Porteqala Zerîn ya Antalyayê de "Xelata Senaryoya Herî Baş" bi senaryoya fîlma "Gul Hasan"ê ku bi Nuredîn Sezer re nivîsandibû, stand.
Hunermend Kurtîz wek hevalê herî nêzîk ê sînemakar û derhênerê navdarê kurd Yilmaz Guney jî tê naskirin. Kurtîz û Guney bi hev re di fîlmên bi navê “Suru” (kerî) û “Çirkîn Kral” (şahê kirêt) de lîstibûn.
Kurtîz di rêzefîlmên " Haci" û "Asî" de rola sereke de lîst, di fîlma "Guz Sancisi"yê de di qerekterê Kamil Efendî de û di rêzefîlma bi navê "Ezel" de jî qerekterê Ramîz Karaeskî de lîst.
Kurtîz digel gelek xelatên neteweyî û navneteweyî di cotmeha 2011an de di Mîhrîcana Fîlman ya Porteqala Zerîn de "Xelata Rûmeta Tevahiya Jînê" stand. Kurtîz di rêzefîlma bi navê Muhteşem Yuzyilê de di qerektera Şêxûlîslam Ebu Suud Efendî de dilîst.

Tuncel Kurtîz û Yilmaz Guney di fîlma Hêvî de
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse