Perwaz û Ehlam car din bi hev re stranan dibêjin


Hewlêr (Rûdaw)- Hunermenda îmaratî Ehlam û dengbêja Kurd Perwaz Hisên ku beşdariya programa “Arab idol” kiribû, bi hev re tevlî programeke televizyona MBC a erebî bûn.

Di progarmê de ku biryare roja sêşemê bê weşandin, Ehlam û Perwaz bi hev re stranekê dibêjin.

Heriwha wek di wêneyan de diyare, Ehlam û Perwaz kirasên wek hev li xwe kirine.

Di porgrama Arab idol de, Perwaz wek rikber beşdar bû û Ehlam jî yek ji dadwerên programê bû.