Rojhilat Azad klîpek li ser Robozikê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Rojhilat Azad bi boneya salvegera Komkujiya Robozikê klîpek bi navê "Roboskî" belav kir.

Sibe salvegera Komkujiya Robozikê ye û ew karesat bûye mijara straneke nû ya hunermendê ji Serhedê Rojhilat Azad.

Hunermendê ji navçeya Dîgorê ya Qersê Rojhilat Azad, straneke taybet li ser wê komkujiyê amade kiriye.

Stran îro li ser platformên dijîtal ên muzîkê hat belavkirin.

Aranjeya stranê ji aliyê Ozan Emre Koca, derhêneriya muzîkê ji aliyê Aram Savaş Han û derhêneriya vîdeoyê jî ji aliyê Sezer Çiftçi ve hatiye kirin.

Rojhilat Azad kî ye?

Rojhilat Azad 6ê Çileya 1986an li gundê Tirmaşînê yê navçeya Dîgorê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Piştî ku dibistana xwe ya seretayî li gundê xwe xilas kiriye, di destpêka salên 2000î de ji bo xwendina lîseyê çûye Stenbolê.

 Li Stenbolê, li Lîseya Cumhuriyetê ya Uskudarê xwendiye û sala 2004an mezûn bûye.

Paşê xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Trakyayê ya Edîrneyê di beşa Ziman û Edebiyata Tirkî de, domandiye.

Piştî ku deh salan bêhnvedan daye xwendinê, sala 2017an mezûn bûye.

Kariyera Rojhilat Azad a muzîkê bi awayekî profesyonel dema ku strana xwe ya bi navê ‘Agirê Adarê’ sala 2012an tomar kir dest pê kir.

Sala 2017an albuma xwe ya yekem a bi navê 'Rêwî' derxist.

Piştî vê albumê, wî sê albumên din jî belav kirin.

Ji bilî berhemên ku wî bi xwe derxistine, gelek hunermendên din ên navdar bi dehan berhemên Rojhilat Azad xwendine.