Heyfa Wehbî tê Hewlêrê: Dê bi kurdî jî bistirê
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Lubnanî Heyfa Wehbî ji bo sazkirina konserê tê Herêma Kurdistanê. Wehbî û hunermendekî iraqî dê bi hev re konserê bidin.
Hunermenda navdar a Lubnanî Heyfa Wehbî dê roja 30.05.2013 serdana Herêma Kurdistanê dike û li bajarê Hewlêrê konserê dide.
Rêveberê ragihandina şîrketa ku konsera Heyfa Wehbî organîze dike, ragihand ku Heyfa Wehbî dê 2 şevan Hewlêrê bimîne û şeva yekem dê konserek giştî bide û şeva din jî dê konserek taybet saz bike.
Ji aliyekî din, hunermendê iraqî Hatem ji rojnameya Îtihada Îmaratê re gotiye ku dê bi Heyfa Wehbî re konserê bide û da zanîn, Heyfa dê bi kurdî jî stranan bêje.
Heyfa Wehbî jî kêfxweşiya xwe ji serdana Herêma Kurdistanê anî ziman ji ber ku alîgirên wê li wir gelek in.