Mukryan bi ingilîzî û fransî distrê

Fransa (Rûdaw)- Stranbêj û muzîkvanê kurd Mukryan Ebûbekir mijûlî tomarkirina straneke duet e bi sê zimanan û dibêje ew dê karekî cuda bo penaber û kesên derbider berhem bîne.

Mukryan ji Rûdawê re got: “Ez niha li Fransayê me bi mebesta tomarkirina straneke bi sê zimanan: Ingilîzî, fransî û kurdî. Stafeke fransî ya navdar li ser vê stranê kar dike.

Dueta Mukryan bi stranbêj û piyanojena fransî Julia Johanson re ye. Tekst û awaza vê stranê jî bi hevbeşî kar li ser hatiye kirin. Naveroka stranê behsa jinên şoreşger û jiyana penaber û koçberan dike.