Miss Kudistan 2013 hat hilbijartin

28-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Duyemîn şahciwana Kurdistanê hat hilbijartin. Vê carê keça herî bedew a Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê hat hilbijartin.

Di pêşbirka şahciwaniyê ya sala 2013 a Kurdistanê de ku şeva borî li Hewlêrê hat sazkirin, ji nav 12 keçan de keça bi navê Fênik Mihemed wek şahciwana Kurdistanê ya 2013 hat hilbijartin.

Merasima hilbijartina şahciwana Kurdistanê ji aliyê şîrketa Babîlon û Korek Telekom û bi alîkariya parêzgariya Hewlêrê hat sazkirin.

Di merasimê de gelek hunermendên kurd û biyanî, berpirsên hikûmetê û welatî beşdar bûn.

Merasima hilbijartina şahciwana Kurdistanê bi awayekî zindî li Rûdaw TV hat weşandin.

Lêjneya dadweriyê (jûrî) di 5 beşan de şahciwan hilbijart:

1-Şahciwana Înternetê: Daniya Enwer

2-Şahciwana Aştiyê: Çawan Mihemed

3-Şahciwana Kincan: Şakar

4-Şahciwana Geştiyariyê: Nadî Reşîd

5-Şahciwana Kurdistanê (Miss Kurdistan 2013): Fênik Mihemed

Piştî ku şahciwana Kurdistanê ya sala 2013 hat hilbijartin şahciwana Kurdistanê ya 2012 Şênê Ezîz taca xwe danî serê Fênik Mihemed û pîrozbahî lê kir.

Fênik Mihemed sala 1988 li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ji dayik bûye û li welatê Swîsre dijî. Giraniya Fênikê 60.4 kg e.

Hilbijartina şahciwana Kurdistanê îsal jî di çarçoveya çalakiyên roja cîhanî ya geştiyariyê de hat sazkirin.








Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst