Şahciwana Kurdistanê Fênik ji Rûdawê re axivî: Ezê bibim şahciwaneke kurdperwer

Hewlêr (Rûdaw) – Şahciwana Kurdistanê ya sala 2013an Fênik Mihemed ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku bawer nedikir wek şahciwana Kurdistanê were hilbijartin û wiha got: “Ezê xizmeta Kurdistanê bikim û dê bibim şahciwaneke kurdperwer.”

Di pêşbirka şahciwaniyê ya sala 2013 a Kurdistanê de ku şeva borî li Hewlêrê hat sazkirin, ji nav 12 keçan de keça bi navê Fênik Mihemed wek şahciwana Kurdistanê ya 2013 hat hilbijartin.

Merasima hilbijartina şahciwana Kurdistanê ji aliyê şîrketa Babîlon û Korek Telekom û bi alîkariya parêzgariya Hewlêrê hat sazkirin.

Di merasimê de gelek hunermendên kurd û biyanî, berpirsên hikûmetê û welatî beşdar bûn.

Merasima hilbijartina şahciwana Kurdistanê bi awayekî zindî li Rûdaw TV hat weşandin.

Lêjneya dadweriyê (jûrî) di 5 beşan de şahciwan hilbijart:

1-Şahciwana Înternetê: Daniya Enwer

2-Şahciwana Aştiyê: Çawan Mihemed

3-Şahciwana Kincan: Şakar

4-Şahciwana Geştiyariyê: Nadî Reşîd

5-Şahciwana Kurdistanê (Miss Kurdistan 2013): Fênik Mihemed

Piştî ku şahciwana Kurdistanê ya sala 2013 hat hilbijartin şahciwana Kurdistanê ya 2012 Şênê Ezîz taca xwe danî serê Fênik Mihemed û pîrozbahî lê kir.

Piştî merasimê Fênikê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku wê bawer nedikir wek şahciwana Kurdistanê were hilbijartin.

Fênik ku gelekî kêfxweş û bi heyecan bû derheqê planên xwe de jî wiha axivî: “Ezê xizmeta Kurdistanê bikim, xizmeta paytexta Kurdistanê Hewlêrê bikim, xizmeta paytexta geştiyariya Kurdistanê bikim. Ezê bibim şahciwaneke kurdperwer.”

Fênik Mihemed sala 1988 li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ji dayik bûye û li welatê Swîsre dijî.

Giraniya Fênikê 60.4 kg e.

Hilbijartina şahciwana Kurdistanê îsal jî di çarçoveya çalakiyên roja cîhanî ya geştiyariyê de hat sazkirin.