Bavê Teyar bi fîlmeke komêdî vedigere

Hewlêr (Rûdaw) -  Şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîm ê bi navê Bavê Teyar tê naskirin bi fîlmeke komêdî vedigere.

Şanoger û lîstikvanê Kurd Cûma Xelîl Îbrahîm beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku şerê li Rojavayê Kurdistanê bandora xwe weke li her aliyê jiyanê li qada huner û şanoyê jî lewma wan navbir da karê xwe, lê ew niha bi berhemeke nû derdikevin li pêşberî hezkiriyên xwe.

 Cûma Xelîl Îbrahîm ango Bavê Teyar da xuyandin ku wek Koma Şehîd Osman a Bavê Tayar fîlmeke komedî amade kirine ku ji 70 xulekan pêk tê.

Îbrahîm da zanîn ku piraniya montaja fîlmê bidawî bûye, lê tenê serastkirina deng maye û di demeke herî nêzîk de fîlm were pêşandain.

Şanogerê Kurd da zanîn ku xwesta gelê Kurd  bo berhemên wî hene û ew dixwaze bi berhemên xwe xizmeta Kudan bike.