Cîhana erebî bûye goristaneke mezin

28-11-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 


Cîhana erebî bûye goristaneke mezin; Xwendinek li ser romana "Iraqiyek li Parîsê"

 

Senger Zirarî

 

Mumkin e çarenûsa qehremanê romana Iraqiyek li Parîsê, Şamuel ku nûserê romanê Samuel Şimon bi xwe ye, wek bi hezaran û sedan hezar zarokên din ên wî welatî be, ku wek Iraqê tê binavkirin.

 

Ew ji zaroktiyê ve xwediyê xewneke asayî ye, xewna ku bibe sînemakar û derhêner û dûre jî here Hollywoodê, xewnek e ku ji bo zarokên welatekî pêşketî, ew welatên ku mirov li ba wan mirov e û bihayê wî dizanin, xewneke asayî ye û pêkanîna wê ne zehmet e, bi taybetî jî ji bo zarokekî ku ji temenekî zû ve hogiriyeke wî ya zêde ji bo sînemayê heye û navê gelek sînemakar û derhênerên cîhanî dizane û gelek fîlmên cîhanî dîtine, tew jiyannameya gelek akter û derhêneran jî dizane, dema diçe dibistanê jî bi wê hêviyê diçe ku fêrî xwendewariyê bibe da bikare kovarên sînemayê bixwîne. Lê pêkanîna vê xewnê, ne ji aliyê Şamuel û ne li ba piraniya zarokên welatên paşketî, ne hêsan e û karekî nêzîkî mustehîl e.

 

Nûserê romanê Samuel Şimon mikur tê ku ev roman (jiyannameyeke şênber) a wî bixwe ye. Ew xelkê (Hebaniyê) ya ser bi Parêzgeha Enbarê ye û bi ola xwe Mesîhî û bi neteweya xwe Aşûrî ye. Aşûrî xwe wek xwediyên rasteqîn ên welatê navbera her du çeman dibînin. Çimkî beriya hatina Mesîh jî, ew (Aşûrî) wek netewe li vî welatî hebûn û dijiyan, lê ji ber serdestiya ereban di qonaxên dûre de, pir caran zilm li wan hat kirin û bûne hindikahî.

 

Samuel Şimon wek zarokekî hejar, netewe û ola wî jî, wek netewe û ola kemîneyê li Iraqê, herdem hatine çewisandin û ji bajarê xwe (Hebaniyê) hatine derxistin, ji zaroktiyê ve û heta wê demê jî li dibistanê ye, ligel heza xwe ya sereke (bibe derhêner û here Hollywoodê) û herwiha xwendina dibistanê, kar jî kiriye. Lê çiqasî bi temen mezin bûye, ewqasî jî xewna wî mezintir bûye û jê cuda nebûye, lewma jî spêdeyeke sala (1979)an ji xew radibe û bi niyaza çûna ber bi Hollywoodê ve, ji Bexdayê ber bi Sûriyeyê dikeve rê, lê gelo digihe wî cihê ku diçiyê? Eger gihîşt jî çi demekê bû û xewna wî çi bi ser hat?!

 

(Iraqiyek li Parîsê) romaneke dirêj e, lê tenê bi du rûpelên destpêka romanê, encama wê xewnê û bersiva herdu pirsên jor bi xwîner radigihîne, ku ew jî bicî nehatina xewnê ye. Roman bi wê yekê dest pê dike ku ew sala (2004) gihîştiye Amerîkayê û dayika wî beriya wî gihîştiye: "Vaye ez beriya te gihîştim Amerîkayê. Dayika min her ewqasî ez dîtim dema ez ji otomobîla xalê xwe peya dibûm, bi girnijîn û dengê bilind wiha got. ((...)) Te em bi Hollywood..Hollywooda xwe kuştin! Vaye çend bostan ji vir dûr e. Tu dizanî otomobîlê bajoyî? Yekê ji otomobîlên xalê xwe bibe û here wir...R 17" Lê qet behsa wê yekê nake ka çûye yan na, wek ku ji xwîner re bêje, êdî ev xewn çû û binax bû, ew bihaya wê jî nema ku di xewna zaroktiyê de hebû.

 

Piştî van herdu rûpelan, bi şêweya feedback bûyeran vedibêje. Ji wê yekê jî dest pê dike ku di sala (1979)an de Iraqê diterikîne, pêşî li çend welatên erebî dimîne "Sûriyê, Urdin, Libnan, Tûnis...hwd" heta dawî li Parîsê dihêwire.

 

Ev pirtûk bi rastî du roman in û hatine tevlî hev kirin. Romana (Iraqiyek li Parîsê di navbera salên 1990-2003an de hatiye nivîsandin) û romana (Firoşkarê Gerok û Sînema, di sala 1985an de hatiye nivîsandin), ango beşê duyem ê romanê ku behsa zaroktiyê dike zûtir hatiye nivîsandin. Lê ew kiriye beşê duyem ê romanê û bi paş xistiye.

 

Daku wan ligel hevûdin jî li hev bîne, wiha daniye ku kesayetiya sereke ya romana yekem, mijûlî nivîsandina senaryoyekê ye derbarê bavê xwe yê kerr û lal (bi rastî bavê Samuel kerr û lal e), dûre ew senaryoya wî nagihe encamê û wê didirrîne. Êdî ji nû ve dest bi nivîsandina senaryoyekê dike derbarê kurê vî kerr û lalî û vê jî dike behaneyek daku bi rêya wê jiyannameya zaroktiya xwe vebêje. Bi vê jî di encamê de beşê duyem ê romanê, wek encama nivîsandina karakterê beşê yekem pêşkêş dike û bi zîrekî wan li hev tîne, di demekê de wek me amaje pê kir, ev herdu roman di du serdemên cuda de hatine nivîsandin û bûne yek roman.

 

Şamuel ewqasî şeydayê sînemê ye ku, piştî gihîştina wî bo Parîsê jî li ba her kesî û di her rûniştinekê de behsa wê yekê dike ku ew bi nêt e senaryoyekê binivîse û rola sereke bide baştirîn akterê amerîkî yê Hollyoowdê, daku rola bavê wî yê kerr û lal bilîze. Ev axaftin û gengeşe di demekê de ne ku ew ti wextî nikare jiyaneke aram ji xwe re dabîn bike. Lewma bi van axaftin û gengeşeyan, wek kesekî dîn tê berçav û gotinên wî cidî nayên wergirtin: "Bêguman min pirsyar kir, ji min re gotin tu li ser xeyalkirina bi sînemayê dijî û li ser kolanan radizî....R 222."

 

Tevî ku Samuel Şimon tekez dike ku ev jiyannameya wî ye, lê xaleke girîng ku di vê romanê de tê dîtin ew e ku, pir rastgo hatiye nivîsandin û nûser xwe nekiriye qehreman. Ez dikarim bêjim roman beşê şikestî yê jiyana wî ye û ne temamiya jiyana wî ye. Berovajî gelek nûserên ku bîreweriyên xwe bi şêweya bîranînname, yan roman dinivîsin û xwe dikin qehremanên bûyeran, ew behsa wan şikestinan dike ku di jiyana xwe de tûşî wan hatiye, lêdan û azardana li welatên erebî, bê mal û haliya wî li Fransayê, raketina li ser cade û rawestgehên metroyê, bêpereyî, dirustkirina têkiliyan bi jinan re û vexwarina meyê, wergirtina pereyan ji filan û bêvan û jiyana aloz û...hwd.

 

Bi rêya behskirina vê jiyana xwe ya tal, nûser beşek ji kêşeyên penaberiyê berçav dike. Di demekê de gelek kesên ku ji welatekî paşketî derdikevin û digihin Ewropayê, bi şêweyekê xwe nîşan didin ku jiyana wan pir baş e û derdeseriyên xwe vedişêrin.

 

Ev roman pir realîst hatiye nivîsandin û kêmtirîn xeyal û fantasî tê de hatiye bikaranîn. Bi min ev yek ji xalên lawaz ên romanê ye û ji ber vê yekê romannivîs nikarîbû xwe bi temamî ji terzê nivîsandina jiyannameyê rizgar bike. Di demekê de ku navê romanê lê kiriye, lê nabe em ji bîr bikin ku şêwaza vegotina serpêhatiyên wê pir balkêş e û xwîner dibe hevsozê serkarakter.

 

Pêwendiya navbera bav û kur, Şamuel û bavê wî yê kerr û lal de, di vê romanê de balkêş e. Çimkî berovajî piraniya romanên vê deverê û welatên erebî û welatên cîhana sêyem, pêwendiyeke pir tendirust e, bav û kurekî pir dost û teba ne û herdem bi hev re ne, mumkin e bi vê yekê nûser xwestibe wêneyeke berovajî ya berbelav nîşanî me bide û ji me re bêje: Belê mumkin e bav û kurên teba jî hebin!

 

***

 

Ev roman wek ku ji bo wê yekê hatibe nivîsandin ku xirabiyên ereban berçav bike. Aşûrî xwe wek xwediyên Iraqê dibînin û bawer dikin beriya hebûna ereban û beriya jidayikbûna Mesîh jî ew li Iraqê jiyane, lê niha ev welatê wan hatiye dagîrkirin. Lewra hindî jê bêzar in, bavê wî yê kerr û lal ji zaroktiyê ve şîretan li Şamuel dike vî welatî biterikîne, dirhemekî hesinî diavêje bin fargona tirênekê, piştî ku tirên di ser re diçe dirhemê radike û "dirhem dît bûye parçe hesinekî pehn û lûs ê xalî ji xet û şêr ((...)) Kurik têgihîşt bavê wî jê re dibêje: Eger tu li vî welatî bimînî, wek vî parçe diravî li te tê...R 65."

 

Ew li ser destê ereban ku neteweya serdest in li Iraqê, tên çewisandin û derxistin. Gava artêşa Misrê tê Iraqê daku rahênanê bibîne da qaşo beşdarî cîhada Filistînê bibe, ev artêş xelkê bêzar dike û leşker pêwendiyan bi jinan re dirust dikin.

 

Dûre Şamuel ji van zirûfan direve û diçe Sûriyeyê bi nêta ku ji wir rêyekê bibîne û here Amerîkayê. Lêbelê ew tê girtin û tomet jê re tê dirustkirin û pir tê îşkencekirin, ji wir direve Libnanê û bi heman awayî tê girtin û îşkencekirin. Li Libnanê jî bi heman awayî, di demekê de ew ne tenê ne sîxur e, lê bi ser de jî Mesîhî ye, li Libnanê karê zêde ji bo tevgera misilmanên Filistînê dike, ku wê çaxê hemû Ereb pê ve mijûl bûn.

 

Di vê romanê de nûser kar li ser wê yekê dike ku çawa li ti welatekî erebî wek pêwist rêza wî nayê girtin. Tevî xizmeta ku ji ereban re dike, bi regezperestî pê re tevdigerin. Wek mînak, li hember hebûna bi dehan kêşeyên mezin ên neteweyî û mirovî li dinyaya erebî, gelek ji wan dema wî dibînin li şûna her babetekê mijûlî wê yekê ne ku ew çima nehatiye sinetkirin, ev jî rika wî radike û wiha lê dike di temenê (28) salî de xwe sinet (xetene) bike: "Min di dilê xwe de got: Min ew endamê gumanbar û emperyal ji laşê xwe avêt...R 53."

 

Dema vebêjer diçe Tûnisê, helbestvanekî navdar ê tûnisî wî han dide ji Tûnisê derkeve û jê re dibêje: "Cîhana erebî goristaneke mezin e...R 50." Dema diçe Parîsê jî, bi heman awayî, tew Ereb bixwe jî li Ewropayê ji hevdu bêzar in û hertim amojgariya hevdu dikin ku pişta xwe bi ereban girê nedin: "Eger tu bixwazî li vî bajarî serkeftinê bidest bixî, xwe ji ereban dûr bike. Ev amojgarî ji aliyê çend rewşenbîrên Ereb ve li min hatibû kirin...R 69."

 

Samuel Şimon di vê romanê de çend caran behsa têkiliya xwe bi şaîrê Ereb ê navdar Adonîs re dike. Tevî ku navê Adonîs jî nayîne zer ziman û wî wek Adams binav dike, lê ji wesfê diyar dibe ku mebesta wî Adonîs e. Wek mînak biryar daye li Parîsê bimîne, şaîrekî navdar e, bi fransî li ser wî tê nivîsandin, li zanîngeheke wir dersan dide, herwiha çend salan navê wî di lîsta kandîdên wergirtina Xelata Nobelê de cih digire.

 

Adonîs jî heman baweriya wî li hember ereban heye û amojgariyê li wî dike ku ji ereban dûr bikeve: "Gava min cara pêşî te dît, min ji te re got ji ereban dûr bikeve, çimkî j wan serêşî ji te re tên...R 114."

 

Bi rastî jî têkiliyên wî bi mirovên Ereb re serêşiyê jê re tîne, wek mînak: Di tirênê de rastî kesekî bi navê Ziyad tê ku Ereb e û xelkê Sûriyeyê ye: "Di warê rojnamegeriyê de kar dikir, niha dev jê berdaye, çimkî rojnamegerî di cîhana erebî de wek qehpîtiyê ye, got prensîba wî di jiyanê de, heta bikare ji ereban û paşketina wan dûr bikeve...R 75." Ev bîr û baweriya Ziyad e jî û dixwaze hertim ji ereban dûr bikeve, lêbelê çimkî Ziyad bixwe jî Ereb e, heman binema ji bo wî jî dirust e, pêşî xwe nêzîkî Şamuel dike û wek kesekî xwe nîşan dide ku dixwaze alîkariya wî bike, lê dûre wî dixapîne û pereyan jê distîne û hîlebaziyan lê dike.

 

Behsa çend kesên Ereb dike ku di hezkirinê de têk diçin, çi xwe bi xwe, ango hezkirin û evîndariya navbera du kesên Ereb de, çi jî evîndariya wan ligel kesekî biyanî.

 

Li hember laşfiroşan jî rewş bi heman awayî ye. Şamuel laşfiroşeke Ereb dibîne ku ji ereban nefret dike: "Ez bi ti kesê Ereb re ranazim...R 161." Ew laşfiroş behsa wê yekê dike ku çawa Ereb pê re radizin û dûre jî lê didin û wê dihetikînin...R161."

 

Li Iraqê ku neteweya Ereb lê serdest e, hertim hewla çewisandina neteweyên din hatiye kirin. Iraq hewl dide nakokiyan bixe nav neteweyan de. Nûser dema behsa zaroktiya xwe dike, dibêje ku di salên 30î de, Mesîhî bi destê kurdan dihatin çewisandin û kuştin.

 

Wergêrê vê romanê Sebah Îsmaîl di jêrnotan de dinivîse: "Min nameyek ji nûser re şand û min jê re nivîsand ku: Li cihekî romanê tu li ser zimanê Qiryaqos behsa komkujiya Simêlê dikî, qaşo bi destê kurdan hatiye pêkanîn. Lê ev ne rast e. Ez hêvî dikim tu jêrnotekê derbarê vê yekê binivîsî. Ezê beşekî ji pirtûka Dr. Baqir Yasîn – Kokhilkirin û Dîktatoriya Tekbaweriyê li Iraqê – ji te re bişînim. Bi eşkereyî behsa wê bûyera dilêş dike ku, bi plana hikûmetê hatiye kirin û bi destê artêşa Iraqê ya wê çaxê hatiye pêkanîn. Ez bi hêvî me tu wê bixwînî û bersiv bidî. Çimkî ev tenê xizmeta regezperestî û şovenîzmê dike û ruhiyeta rik û kîndariyê geş dike. Wî jî bi vê nameyê bersiva min da: Bibore ez nikarim daxwaza te cîbicî bikim, çimkî ne bi destê min e, ev guftûgoyeke beriya 50 salî di navbera Qiryaqos û neviyê wî de hatiye kirin û ne têkildarî belgeyên Baqir Yasîn an her belgeyeke din e. Ti rik û kîndarî li holê tune. Qiryaqos bersiva wî dide û paşê dibêje...ev rabirdû ye, ango ev diyalog banga toleransê dike...R 336."

 

Ev nîşan dide ku nûser xwestiye parêzvaniyê li wê wêne û hizrînê bike ku di zaroktiya wî û hevçaxên wî û li vî welatî li hember kurdan hatiye dirustkirin, heke na bi xwendina wê pêşgotina ku nûser ji çapa kurdî ya romana xwe re nivîsandiye, derdikeve ku wergerandina romana wî bo zimanê kurdî, çiqasî ew dilxweş kiriye: "Gava E-maila te gihîşte min, ku te tê de arezûya xwe ya wergerandina romana – Iraqiyek li Parîsê- bo zimanê kurdî ji min re ragihand, bawer bike wê êvarê ez çûme meyxaneyekê û min heta radeya mestbûnê vexwar. Belê, her dema ez nûçeyeke xweş dibihîzim, ez wiha dikim. Herwiha tê bîra min, min E-mail ji gelek biraderên xwe re şand û min ji wan re got: Em çiqasî gêj û xêvik in! Em hewl didin pirtûkên me bibin ingilîzî, almanî û zimanên din. Lêbelê em wan zimanên ku ji wan ciwantir in û ji dil nêzîktir in, wek: Farisî, kurdî, tirkî, ermenî, îbrî, hindî û yewnanî ji bîr dikin....R 10."

 

Di vê romanê de, nûser pir kêm xwe nêzîkî pirs û babetên siyasî dike û hewl dide bêhtir bi rêya jiyana civakî û rojane bûyeran berçav bike. Herwiha bîr û baweriyên xwe li hember ereban û xirabiyên wan, bi rêya vê jiyana rojane û civakî nîşan dide. 

 

Samuel Şimon di sala 1956an de li malbateke hejar a Aşûrî ji dayik bû. Sala 1979an, bi nêta ku here Hollywoodê, Iraq li dû xwe hîşt û çû Sûriye, Libnan, Urdin, Tûnis û...sala 1985an li Parîsê hêwirî. Sala 1996an xwe veguhast Londonê û sala 2007an bû serokê komîteya Bookerê erebî. Şimon helbest, çîrok û romanan dinivîse û edebiyata erebî jî werdigerîne zimanê ingilîzî.

 

* Iraqiyek li Parîsê (Roman), Nivîsandina: Samuel Şimon, Wergerandina: Sebah Îsmaîl, Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe, Çapa Yekem 2014.    

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst