Festîvala 3yemîn a Fîlman a Amedê dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala 3yemîn a Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê 7-14ê Kanûna Pêşîn were lidarxistin û di festîvalê de 84 fîlm dê werin nîşandan.

Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzeya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê, Festîvala 3yemîn a Navneteweyî ya Fîlman a Amedê tê lidarxistin.

Ajansa Mezopotamyayê da zanîn ku festîval dê di navbera 7-14ê Kanûna Pêşîn de bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” were sazkirin.

Li gel nîşandana fîlman, di festîvalê de dê çalakiyên cuda jî bên lidarxistin.

Her wiha dê masterclass, komxebat (atolye) û gotûbêjên bi beşdariya derhêner û tîmên fîlman bên lidarxistin.

Di festîvalê de fîlmên neteweyî û navneteweyî yên hilbijartî dê bên nîşandan.

Her wiha ji bo piştgiriya senaryoya fîlmên Kurdî, 15 senaryoyên fîlman ji bo Fona Projeya Sînebîrê dê bikevin pêşbirkê.

Rêwîtiya Sînemaya Kurdî

Fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlmên ku di nava 8 salên dawî de di sînemaya Kurdî de derketine dê di festîvalê de cih bigirin.

Di vê beşê de dê di heman demê de fîlmên Kurdî yên di festîvalên cuda de hatine nîşandan jî cih bigirin.

Di bin navê “Rêwîtiya Sînemaya Kurdî” de dê 16 fîlmên dirêj ên neteweyî, 7 belgefîlm û 13 kurtefîlm bikevin pêşbirkê. Di vê beşê de her wiha dê bernameyên nîşandanê yên cuda jî hebin.

Sînemaya Cîhanê li Amedê ye

Yek ji aliyên din ên girîng ên festîvalê jî dê fîlmên ne bi Kurdî bin. Fîlmên serkeftî yên sînemaya Tirkiye û cîhanê jî dê bên nîşandan.

Di fîlmên navneteweyî de 10 fîlmên dirêj, 11 belgefîlm û 14 kurtefîlm dê bên nîşandan.

Di vê beşê de her wiha dê bernameya masterclassê ya derhêner Kazim Oz a “Di sînemayê de derhênerî” û ya derhêner Touraj Aslanî ya “Ferqa di navbera nihêrîn û dîtinê de” bên lidarxistin.

Li hêla din, dê bi beşdariya derhêner û tîmên fîlman gotûbêj bên kirin.

Proje dê bên xelatkirin

Ji bo piştgiriya bipêşxistina sînemaya Kurdî û teşwîqkirina nivîsandina senaryoyê, 5 fîlmên dirêj, 5 belgefîlm û 5 kurtefîlmên ku ji bo Fona Projeya Sînebîrê hatine hilbijartin dê bikevin pêşbirkê.

Di dawiya festîvalê de ji her kategoriyê dê projeyek were xelatkirin.

Fîlma yekem

Festîval dê bi pêşangeha “Ji Rê” dest pê bike. Di pêşangeha tevlihev a li ser serpêhatiya fîlma “Rê (Yol)” ya Yilmaz Guney hatiye avakirin de dê cih bidin xebatên gelek hunermendên girîng.

Fîlma yekem a festîvalê jî dê belgefîlma “Kardeş Turkulerê” ya Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş be.

Xebatên Atolyeyê

Di çarçoveya festîvalê de dê 3 komxebat (atolye) bên lidarxistin.

Sernavên komxebatan ev in:

  • Derhêner Arîn Înan Arslan / Sînemaya Kurdî: Kameraya bênavend a erdnîgariya jihevbelavbûyî
  • Hulya Ugur Tanriover / Vegotina çîrokên xwe ya bi zimanê xwe: Sînemaya jinan
  • Ayşe Çetînbaş / Produktoriya belgefîlmên serbixwe

Di festîvalê de her wiha dê bi moderatoriya Evrîm Kayayê panela bi sernavê “Fanon 100 salî ye” were lidarxistin.

Dilawer Zeraq, Hakan Araş û Ezgî Duman dê wekî axêver beşdar bibin.

Cihên nîşandanê

Fîlm dê li Salona Navenda Kongreyê ya Çand Amedê, Şanoya Bajêr a Amedê û li salonên sînemayê yên Ceylan AVMyê bên nîşandan.