Akademîsyenên cîhanê li Cizîrê ne: Sempozyuma Melayê Cizîrî heye

Cizîr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 4emîn Sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî tê lidarxistin.

Sempozyum bi hevkariya Zanîngeha Şirnexê, Parêzgariya Şirnexê û Qaymeqamiya Cizîrê tê lidarxistin.

Ev 4emîn Sempozyum e ku li ser navê Melayê Cizîrî tê sazkirin.

Mijara Sempozyuma îsal “Di Nezera Melayê Cizîrî de Exlaq” e.

Sempozyum du rojan didome û dê şemiyê bi dawî bibe.

Di Sempozyumê de ji zanîngehên Tirkiye, Endonezya, Almanya, Îraq, Îran, Sûriye, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê 95 akademîsyen û lêkoler, her yek bi sernav û fokuseke cuda ya girêdayî exlaq gotaran pêşkêş dikin.

Wekî kevneşopî piştî vê Sempozyumê jî hemû gotarên ku hatine pêşkêşkirin dê wekî pirtûk werin çapkirin û li Pirtûkxaneya Cizîrê werin zêdekirin.

Ji zanîngehên şeş welatan û Tirkiyeyê 90 akademîsyen û lêkoler li Cizîra Botan di 4emîn Sempozyuma Melayê Cizîrî de nêrîna Melayê Cizîrî ya li ser exlaq gotûbêj dikin.

Di Sempozyumê de li gel akademîsyen û lêkolerên ji Almanya û Endonezyayê; ji Helebce, Silêmanî, Dihok, Hewlêr, Mehabad û Sineyê bi dehan akademîsyenên Kurd, Tirk û biyanî beşdar in.

“Mezintirîn exlaq eşq e”

Beşdara Sempozyumê Dr. Kejal Fedakarê got:

“Ji bo Melayê Cizîrî bingeheke gelekî girîng a exlaq heye. Ji bo Mela mezintirîn exlaq eşq e, xoşevîstiya mirov e. Yanî di helbestên Melayê Cizîrî de hemû bingeh mirovatî ye.”

“Ne tenê di Kurdî de mamoste ye”

Prof. Dr. Mihemed Zubeyîr jî diyar kir, “Melayê Cizîrî ne tenê di Kurdî de, di Farisî û Erebî de jî mamoste ye.”

“Em dixwazin ev Sempozyum mezintir bibin”

Dr. Hemin Kerîm jî hêviyên xwe yên ji bo paşerojê anîn zimên û got:

“Ev Sempozyum ji bo zimanê Kurdî ye. Di navbera Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat de em dixwazin ev Sempozyum mezintir bibin û berdewam bikin.”

“Melayê Cizîrî şexsiyetekî mezin e”

Dr. Ahmet Şerîetpenah jî bal kişand ser kesayetiya Melayê Cizîrî û wiha axivî:

“Melayê Cizîrî şexsiyetekî mezin e. Melayê Cizîrî ji bo hemû miletan cihê îftîxarê ye. Ji ber kesekî wekî Melayê Cizîrî Kurd e divê miletê Kurd jî ji bo vê yekê bi xwe şanaz be.

Melayê Cizîrî di exlaq de, di eşqê de, di îrfanê de, di diyanetê de, di Kurdayetî û neteweyîbûnê de alimekî gelekî berbiçav e.

Hemû xweşikî di exlaqê Melayê Cizîrî de kom bûne.”