70 saliya Şivan Perwer hat pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bonnê yê Almanyayê, bi boneya 70 saliya hunermendê efsanewî yê muzîka Kurdî Şivan Perwer çalakiyeke berfireh hat lidarxistin.

Gelek hunermend, nivîskar û kesayetên naskirî yên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî şahiyê bûn.

Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer ku 23ê Kanûna Pêşîn a 1955an li gundê Morî yê navçeya Siwêregê yê Rihayê ji dayik bûye, îsal ket 70 saliya xwe.

Ji bo pîrozkirina rojbûn û 52 saliya hunera wî, li saloneke bajarê Bonnê çalakiyeke mezin hat sazkirin.

Hezkirên Şivan Perwer beriya destpêkirina konserê doreke dirêj a zêdetirî 100 metreyî li ber deriyê salonê çêkir.

1200 kes beşdar bûn

Konsera ku nêzîkî hezar û 200 kes tê de amade bûn, demjimêr 20:00an bi derketina Şivan Perwer a ser dikê dest pê kir.

Di vê şeva taybet de, Şivan Perwer stranên xwe yên ku bûne mîrasa dîroka Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd, pêşkêş kirin.

Hunermend û nivîskar li cem bûn

Gelek hunermend, nivîskar û siyasetmedarên Kurd beşdarî şevê bûn û Şivan bi tenê nehiştin.

Di nav mêvanan de navên wekî Xelîl Xemgîn, Beser Şahîn, Dezz Deniz, Hozan Dîno, Hozan Şêxo, Şemdîn, Cewad Merwanî, Seyda Perînçek, Sîpan Çiya, Hozan Serdar, Yilmaz Seydo, Berîwan Aymaz, Kakşar Oremar û Mehmet Bayrak amade bûn.

Piştî konserê, ji bo mêvanên taybet xwarinek hat dayîn û Şivan Perwer li gel dost û hevalên xwe yên têkoşînê sohbet kir.

52 sal in di xizmeta hunerê de ye

Şivan Perwer ê ku niha temenê wî gihîştiye 70 saliyê, 52 salên jiyana xwe di xizmeta hunera Kurdî de derbas kirin.

Wî salên 70yî dema ku ziman û muzîka Kurdî qedexe bû, bi tembûra xwe dest bi şoreşeke hunerî kir.

Ji ber zextên siyasî, sala 1976an neçar ma ku ji welêt derkeve û berê xwe bide Ewropayê.

Şivan Perwer di nava van 52 salan de,  bi sedan berhemên nemir afirandin ku bûn dengê êş, hêvî û daxwaza azadiyê ya gelê Kurd.

Şivan bi stranên xwe yên mîna "Kîne Em", "Helebce" û "Keça Kurda" di dilê Kurdan de cih girt û bû dibistaneke mezin ji bo hunermendên nifşên nû.