Frankenstein li Bexdayê

29-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Senger Zirarî

Romana Frankenstein li Bexdayê rewşa Iraqê ya piştî hilweşandina rêjîma Sedam Hisên nîşan dide û dabaşa kuştin, teqîn û tawankariyên ku li seranserê Iraqê rû didin, dike.

Nivîskarê romanê Ehmed Seidawî di hevpeyvînekê de dibêje: “Di vê romanê de, min sûd ji çîrokên tirsê yên edebiyata gelêrî, teknîkên romanên polîsî û komedyaya reş wergirt.”

Mijara romanê

Kesayetiya sereke ya romanê Hadiyê Kevnefiroş, parçeyên wan termên ku li kolanan dimînin û piştî paqijkirina kolanan jî nayên rakirin dicivîne. Hadî parçeyên terman bi hev ve dike û bûnewerekî ji wan dirust dike ku her parçeyekî wî yê kesekî ye. Endamê dawî ku pêwistiya Hadî pê heye bo xilaskirina laşê bûnewerê xwe, bêvila wî ye.  

Li ser riya malê, teqînek rû dide. Her çiqasî Hadî jî dikeve ber teqînê û pêlekê ji hiş dikeve, lê dema hişyar dibe û radibe ser xwe, di cî de li qada teqînê çavê xwe li bêvilekê digerîne û dibîne. Bi vê bêvilê, laşê bûnewerê wî dikemile. Lê dema li malê bêvila wî pê ve dike û wî li pey xwe dihêle û dûre lê vedigere, bûnewer li mala xwe nabîne.


Çîrokên sosret ên vî bûnewerî dest pê dikin. Ew bûnewer, heyfê ji wan kesan dihilîne ku bûne sedemê parçebûna wan endaman û bûne qurbanî. Gelek bûyerên kuştinê rû didin û kes nizane bikerê wan kî ye! Lewra dezgehek ji hêla hikûmetê ji bo dîtina vî bûnewerê sosret tê damezrandin û heta dawî bi dû wî de digere.

Çend kes û babetên din derbasî nav romanê dibin, lê babeta bûnewerê sosret ku navê wî Bênav e, babeta romanê ya herî sereke ye. 

Frankenstein di navbera Ehmed Seidawî û Mary Shelley de

Wek diyar e navê romanê ku Frankenstein li Bexdayê ye ji romaneke din hatiye wergirtin ku ew jî romana Frankenstein a Mary Shelley (1797-1851) e ku romannivîseke ingilîz e.

Romana Frankenstein a Mary Shelley di sala 1817 de belav bû û bûyerên romanê di sedsala 18an de rû didin. Lehengê romanê Victor Frankenstein e ku pisporê zanistên siruştî ye û hewl dide dermanê jiyanê bibîne û can bixe ber mexlûqekî ku wî bi xwe ew ji parçeyên laşên mirov û lawiran afirandiye.

Ew parçeyên laşan ji qesabxane, goristan û laboratuwaran tîne û wan bi hev ve dike. Ev parçe piştî bi hev ve kirina wan, bûnewerekî tirsnak û bikuj ji wan derdikeve, xelkê dikuje, tew xoşewîstirîn û nêzîktirîn kesên Victorê zana jî dikuje, wek hevjîna wî û birayê wî û hinek hevrêyên wî yên nêzîk.  

Em dibînin ku romana Mary Shelley Frankenstein di romana Ehmed Seidawî Frankenstein li Bexdayê bi rengekî ji rengan û weke paşxanekê an weke teksteke hevterîb (paralel), heye û amade ye. Piştî belavbûna Frankenstein li Bexdayê, çend nivîs li ser romanê belav bûn û ew tohmetbar kirin ku hizra romanê ji romaneke din an ji fîlmeke din û fîlmên Hollywoodê hatiye dizîn.

Lê bi navnîşana romanê Frankenstein li Bexdayê û wergirtina paragrafekê ji romana Frankenstein a Mary Shelley di destpêka romanê de, Ehmed Seidawî bi hêsanî van tohmetan pûç dike û pir bi eşkereyî û bêyî veşartin dibêje ku bo nivîsandina romana xwe, sûd ji romana Frankenstein a Mary Shelley wergirtiye. Di rexneya nû ya edebî de ji vî karî re dibêjin deqawêzan (Intertextuality) û qet ne beşek ji diziya edebî ye.

***

Romana Frankenstein li Bexdayê dixwaze hûrbîntir li wan wêneyên berfireh ku em dibînin û hûrtir li wê rewşa ku medya behs dike, behsa rewşa şêniyên Iraqê ji me re bike. Ev roman behsa siyasetmedarên navdar û kesayetiyên dewlemend û xwedî desthilat ji me re nake.

Lê piraniya karakterên romanê (wek Ehmed Seidawî jî dibêje) kesên piştguhxistî yên civakê ne. Hadiyê Kevnefiroş, Diya Danyal (ku pîrejineke xirîstiyan e), Diya Selîm, Ferecê Delal, Ezîz Misrî (çayçî ye), Bavê Enmar (xwediyê hotêleke erzan e) û Mihemed Sewadiyê rojnamevan.

Di vê romanê de, rêzek tawan li Iraqa piştî 2003 pêk tên. Ev tawan kiryar nediyar in û encama wê bêserûberî û nemana baweriyê ye ku civaka Iraqê tê de dijî û egera wê yekê jî heye ku ev tawankarî heta demeke nediyar bidomin. 

(Bênav) bûnewerek e ku tevahiya bedena wî ji parçeyên qurbaniyan pêk tê. Qurbanî ne girêdayî yek çîn an ol û îdeolojiyê ne, herwiha reng û temenê wan ne yek e. Lê kesên cuda ne û ji hemû ol û reng û îdeolojiyan in. Ev yek jî nîşan dide ku pêkhate û kesên cuda yên Iraqê, hemû bi hev re û bê cudahî dibin armanc û dibin qurbanî.

Bûnewer dixwaze heyfa wan parçeyên ku ji wan pêk hatiye hilîne, dixwaze dadmendiyê vegerîne. Li cihekî ew bi xwe jî dibêje ku ew sembola dadmendiyê ye û hatiye da ku heyfa hemû qurbaniyan hilîne. Lê bi tolstandina her parçeyekî laşê xwe re, ew parçeyê ku tola wî tê standin diweşe û divê parçeyekî dîtir li şûna wî bê danîn.

Êdî li hinek şûnan parçeyên wî diweşin ku parçeyê kesekî qurbanî bidest nakeve. Bi vî hawî jî dibe laşekî nekemilî, lewma neçar dibe li bendê nemîne heta teqînek rû bide û parçeyên qurbaniyên dîtir jê re bînin. Lê ew bi xwe dest pê dike kesên bêtawan dikuje û parçeyên wan ji xwe re bikar tîne.


Di vê rewşê de jî, ew bi xwe dibe tawanbar û ji wê yekê derdikeve ku parçeyên wî, tenê parçeyên kesên qurbanî bin. Lewra, tawanbar û bêtawan di yek laşî de tevlî hev dibin û cihêkirina wan dijwar dibe.

Careke din ev encama realîteyekê ye ku civaka Iraqê tê de dijî ku tawanbar û bêtawan bi kotekî ji hevdu tên cihêkirin. Dîtin û cudakirina van tawanan pir zehmet e. Mehmûd Sewadî ku bi rola rojnamevanekî jirêzê radibe û behsa hinek bûyeran jî ji jiyana wî tê kirin ku dibe girêdayî karê rojnamevanî be li Iraqê. Lê bi baweriya min, ew bi roleke dîtir jî radibe û dixwaze tawanan arşîv bike û navê tawanbaran eşkere bike.

Sewadî dixwaze tawanan deyne ber destê desthilata dadî da ku lêpirsînan li wan bike û her aliyek bigihîje mafê xwe. Tawan winda nebin û maf neyên xwarin. Lê qet nikare vî karî bike. Tew sernivîskarê kovara wî, ku Mehmûd baweriyeke mezin pê tîne û bi hemd an bêhemdî xwe dixwaze çav li wî bike û bibe kopiya wî, ew jî kesekî gendel û tawanbar derdikeve.

Ango roman rewşa Iraqê bi tevahî nîşan dide. Roman nîşan dide ku rewş xirab e û tu kes baweriyê bi xwe nake bigihîje malê û nekeve ber kuştin û teqînan. Yan jî eger teqîn nebe û neyê kuştin jî, dikeve dava sextekarî û gendeliyê.

Li hêleke dîtir jî, tevî vê tevlîhevî û rewşa xirab, kesê jirêzê dev ji jiyana xwe bernade û rûnane û bendewariya mirinê nake.

Roman vê jiyana jirêzê ya rojane jî nîşan dide, wek mînak: Hadî kesekî kevnefiroş e û kelûmelên kevn dikre û wan serast dike û difroşe. Diya Danyal, pîrejineke xirîstiyan e û tevî wê rewşa dijwar, her hefte serdana dêrê dike û tevî ku çend salan vegera kurê xwe dipê, lê di dawî de ew jî dev ji vê xewnê berdide û diçe ba keçên xwe li derveyî Iraqê û dest bi jiyaneke nû û jirêzê û bê pirsgirêk dike.

Ferecê Delal, mijûlî karê xwe yê rojane ye û dev ji fen û fûtên xwe bernade. Ezîzê Misrî çayxaneya xwe rojane bi şêweyekî jirêzê birêve dibe. Yanî her çiqasî metirsiyeke mezin li ser rewşê heye, lê di eynî demê de jiyaneke jirêzê jî dom dike.

Piştî ku (Bênav) bi şêweyekî nediyar çend tawanên kuştinê pêk tîne û nikarin wî bigrin, ew tawanên tirsnak bi awayekî dikevin stûyê Hadiyê Kevnefiroş û Hadî ku ziyana wî li ser civakê tune, tê girtin û wek mizgîniyekê li dezgehên medyayê tê belavkirin ku tawanbarê mezin hat girtin.

Ev bûyer diyar dike ku li welatekî bi vî rengî û di rewşeke wiha de, ne tenê tawanbar tên girtin, lê egera tawanbarbûna kesê herî bêtawan jî heye.

***

Romana Frankenstein li Bexdayê di nav 156 romanên 18 welatên ereb de, pileya yekemîn a xelata cîhanî ya romana erebî ya sala 2014 bidest xist. Ev xelat wek xelata Booker tê naskirin û her sal baştirîn romana erebî xelat dike.

Serokê komîteya nirxandinê Seid Elbaziî derbarê vê romanê dibêje: “Asta afirandinê di straktûra vegotina kesayetiya (Bênav) de, sedemê sereke yê xelatkirina vê romanê ye.”

*** 

Derbarê wergerandina romanê

Di pêşgotina wergerandina vê romanê bo zimanê kurdî de, Mukerem Reşîd Talebanî dinivîse: “Gelek kes hene beriya ku berhemê bixwînin dest bi rexnekirinê dikin, bêyî ku guh bidin ziman û hunera wergerandinê û zimanê wergêr û zimanê nivîskar, hêleke rast û çep bi ser şakarekî de tînin ku nivîskarê wê û wergêrê wê, demeke dirêj li ser nivîsandin an wergerandina wê xerc kirine.”

Ev paragrafa kekê Mukerem min li xwe nagire, çimkî ji aliyekî ve min roman xwendiye û ji aliyekî dîtir ve jî kêm zêde ez tiştekî ji hunera nivîsandin û wergerandinê fam dikim; herwiha ez qet hêlên rast û çep bi ser tu şakarek û nivîs û wergerandinekê de nayînim.

Lê dîsa jî ev nabe hêncet ku em wergera wê rexen nekin. Rexneya min jî ji hezkirina min ji romanê û wergerandina wê û dilsoziya min bo zimanê kurdî te. Ji aliyekî dîtir ve jî, wergirtina razîbûna nivîskar bo wergerandina pirtûka wî, nayê wateya ku wergerandina wê bê kêmasî ye.

Ez dizanim ku kekê Mukerem zimanê erebî pir baş dizane û agehdariyeke wî ya berfireh li ser ziman, edebiyat û kultûra erebî heye. Herwiha  kesekî kurd e û zimanê kurdî dizane. Lê di wergerandina vê pirtûkê de, di din bandora zimanê erebî de maye.

Ev yek di wergerandina vê romanê de eşkere dibe (min wergerandinên dîtir ên kekê Mukerem nexwendine lewma nizanim çawa ne), lê dikarim bêjim dema em romanê dixwînin, em hest dikin ku romaneke kurdî ye lê bi çêj û tama erebî.

Gelek hevokên Mukerem bi erebî hatine dariştin, gelek çewtiyên rênivîsê jî di wan de hene. Wergêr guh nedaye rênivîs û xalbendiyê. Kesê bi zimanê erebî zanibe û romanê bi erebî bixwîne, dizane ku ev hevok pir erebî ne.

Navnîşana romanê bi erebî wiha ye Frankenstein Fî Bexdad û bi kurdî dibe Frankenstein li Bexdayê, ango hem di kurdî de û hem di erebî de ne hevok e, lê girêk e. Lê belê wergêr navê romanê kiriye Frankenstein li Bexdayê ye û bi vî rengî jî straktûra girêkê guhertiye, çimkî (ye) li dawiya navnîşanê zêde ye.

Li gelek cihan jî gava ku behsa ekrana televîzyonê tê kirin, wergêr dinivîse (perdeya televîzyonê) ku ev di kurdî de nayê bikaranîn û perde li vir nayê wateya ekranê, divabû binivîse (ekrana televîzyonê).                      

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst