Derhênerê Kurd Şêrwan Hacî xelata Akademiya Fînlandayê wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Derhêner û lîstikvanê Kurd Şêrwan Hacî Xelata Akademiya Fînlandiyayê ya sala 2026an wergirt.

Şêrwan Hacî ji Rûdawê re ragihand ku wî xelata Akademiya Fînlandayê bi fîlma xwe ya bi navê "My Name Is Hope" (Navê Min Hêvî Ye) standiye.

Şêrwan Hacî eşkere kir ku 3 fîlm gihiştibûn qonaxa dawî ya pêşbirkê.

Fîlma wî ya bi navê "Navê Min Hêvî Ye" di nav wan hersê fîlman de xelat wergirt.

Şêrwan Hacî diyar kir ku ev serkeftin ne tenê ya wî ye, her wiha ji bo sînemaya Kurdî jî destkefteke girîng e.

Şêrwan Hacî kî ye?

Şêrwan Hacî sala 1985an li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ew ji sala 2010an ve li Fînlandayê dijî.

Ew derçûyê Peymangeha Bilind a Hunerên Şanogeriyê ya li Şamê ye û bawernameya xwe ya masterê di çêkirina fîlman de standiye.

Hacî beriya vê xelatê jî gelek xelat wergirtibûn.

Niha ew endamê Akademiya Ewropî ya Sînemayê ye.