Koma Şanoyê ya Helebceyê li Amedê derket ser dikê

Amed (Rûdaw) - Koma Şanoyê ya Helebceyê lîstika bi navê “The Unforgettable Night” (Şeva Nayê Jibîrkirin) di çarçoveya Festîvala 11emîn a Şanoyê ya Amedê de nîşan da.

Derhênerê lîstikê Xalid Newzad Osman e û lîstik a nivîskarê Amerîkayî Ariel Dorfman e û ji aliyê Omer Farûq ve li zaraveyê Soraniyê hatiye guncandin.

Lîstik bi çavên jineke şoreşger û zindanî ya serdema Beasê têkoşîna wê ya ji bo edaletê digire dest.

Şanoger Sozyar Hemîdê diyar kir ku wan ev lîstik 34 rojan nîşan daye û li pey çû:

“Destpêkê me 23 rojan li Helebceyê nîşan da.

Piştî wê 10 rojan li Silêmaniyê hat nîşandan.

Me du nîşandan jî li festîvala Seqizê kir.

Niha jî em li Festîvala Şanoyê ya Amedê nîşan didin.”

Çîrokeke cîhanî û êşa Kurdan

Lîstik li welatekî bênav piştî dîktatoriyê trajediya jineke zindanî û têkoşîna wê ya ji bo edaletê digire dest.

Şanoger Ziryan Hekîm anî ziman ku ev teksteke cîhanî ye û got:

“Ev tekst ne bi Kurdî ye lê ji ber hemû zilm û zora li me hatiye kirin, pêwendiyeke wê ya xurt bi pirsgirêkên Kurdan re heye.”

Şanoger Serbest Mîrza destnîşan kir ku jina Kurd di hemû şoreşên li dijî dîktatoran de cih girtiye.

Werzêr Mansûr jî eşkere kir ku ev lîstik ji bo hemû neteweyan peyaman dihewîne û li pey çû:

“Dema kesekî ji neteweyeke din temaşe bike dê 3 tiştan tê de bibîne.

Bûyereke siyasî û derûnî dibîne û xeyala paşeroja xwe jî tê de dibîne.

Wate dîroka Almanya û Fransayê jî tîne bîra mirovan, ev jî nîşaneya cîhanîbûna vê lîstikê ye.”

Bandora li ser temaşevanan

Şanoya ku çîroka jineke di girtîgehan de rastî tundiya fîzîkî, derûnî û zayendî hatiye radixe ber çavan, bandoreke mezin li ser temaşevanan hîşt.

Şanoger Emîn Ay ragihand ku wî ev lîstik berê li Seqizê temaşe kiriye û da zanîn:

“Lîstik di serdema rejîma Beasê de qala destdirêjiya li jinekê dike.

Lîstik li gorî rewşa Kurdistanê hatiye guncandin.”

Hîlmî Demîrer jî diyar kir ku lîstikeke serkeftî bûye û anî ziman:

“Lîstik ji Başûrê Kurdistanê bû, ji ber wê kêfa min gelekî hat.”

Festîvala 11emîn a Şanoyê ya Amedê ku 22yê Nîsanê dest pê kir, dê heta 2yê Gulanê bidome.