Melis Berçem: Em ji dûrî Kurdî mezin bûn

29-05-2017
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja Kurd Melis Berçem Demîr dibêje ew ji ber sepandin û qedexeyên salên 1990î yên li Tirkiyê ferî zimanê Kurdî nebûye.

 

 

Stranbêja Kurd Melis Berçem Demîr ji Rûdawê re wiha got: “Tevî ku ez ji Amedê me lê ez Kurdî nizanim ew rewşeke giran e. Di salên 1990î de ez zarok bûm. Ji bo Kuran ew heyama herî dijwar bû. Zimanê Kurdî qedexe bû lewma nifşa me ji dûrî Kurdî mezin bû.”


Melis Berçem Demir diyar kir, ku dema wê wekî keçek Kurd dest bi karê muzîkê kiriye rastî bertekan hatiye û wiha domand:


“Her çi qasî ez di nav malbateke rewşenbîr de mezin bûme jî lê kesên derdora me bertekên xwe nîşan dan. Ji min re digotin ‘ma te li Amerîkayê xwendiye tu karê muzîkê dikî.’ Lê di dema ku li ser sahneyê ez guhdar dikrim fikra piraniyan dihat guhertin.”


Demir diyar kir ku wê beriya çenda salan li bajarê Hewlêr û Duhokê konserên piçûk pêşkêş kirine û got: “Min gellek ji Hewlêr û Duhokê hez kir. Mirovên wê derê xwîngerm bû. Ez dixwazin dîsa bêm Hewlêr û Duhokê.”




Guhdarê muzîka hunermendên Kurd dike


Pirsa, “Tu ji kijan hunermendan hez dikî û guhdar dikî” Melis Berçem Demîr wiha bersivand: “Ez guhdarî gelek kesan dikim. Heger hûn navan ji min bixwazin ev in; Ciwan Haco, Xero Ebbas, Şivan Perwer, Nilufer Akbal, Aynur Dogan û Delîl Dilanar. Ji nifşa nû jî ez herî zedê ji Adem Tepe hez dikim.


Ez guhdarî çend stranbêj û hunermendên bi tirkî dibêjim jî dikim. Piranî ez guhdarî yên klasîk dikim. Ez herî zêde guhdarê Muharrem Ertaş, Neşet Ertaş, Orhan Gencebay û Emel Taşçioglu dikim.”


Demir destnîşan kir ku ew ligel muzîkê ji lîstikvaniya filman jî hez dike û wiha axivî: “Dibêjin rûyê tê li ekranê tê. Heta niha ti kesî ji min nexwestiya ku ez di rêzefîlm yan jî fîlmek sinemayî de bilehîzim. Lê ez dixwazim di projeyeke wiha de cih bigrim.”




Melis Berçem Demîr kî ye?


Di sala 1992yan de li navçeya Erxenî ya Amedê jidayîk bûye. Ji Beşa Konservatuara Zanîngeha Diclê ya Amedê derçûye. 2 salan li Amerîkayê xwendiye.


Li Zanîngeha Yildiz Teknîk a Stenbolê master kiriye û di heman demê de li Navenda Perwerdeya Gel a Beşiktaşê mamosteya muzîkê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst