Ciwan Haco serdana Yadgeha Niştimanî ya Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco  serdana Ciwan Haco Yadgeha Niştimanî ya Barzanî kir.

Yadgeha Niştimanî ya Barzanî roja 11ê Gulana 2023yan di merasimeke mezin de bi amadebûna serkirdeyên Herêma Kurdistanê  û bi beşdariya gelek dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, herwiha hejmareke zêde ji kesayetên navxwe û derve, li gundê Barzanî hat vekirin.

Yadgeha Niştimanî ya Barzanî, saziyeke çandî ya Herêma Kurdistanê ye ku ji bo bîranîna serkirdeyê mezin ê Kurd û sembola berxwedana gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî hatiye avakirin.

Hunermendê navdar ê ji Rojavayê Kurdistanê Ciwan Haco jî berî çend rojan serdana wê yadgehê kir û di serdana xwe de, Ciwan Haco nîşan bi wê yekê da ku ev mûzexane beşek ji dîrokê ye û pêwîst dibîne ku Kurd serdana wê derê bikin da beşekî ji dîroka xwe binasin û derbirrîna hestûnestên xwe jî kir.

Ciwan Hacor got: “Dîrok di jiyama miletan de gelek girîng e. Ez hêvîdar im Kurd serdana vê derê bikin û beşek ji dîroka xwe nas bikin. Dîroka Nemir Mistefayê Barzanî ne dîroka cihekê yan kesekî ye, ew dîroka dewleta me, axa me Kurdistanê ye. Gelek tiştên ku min nedizanî ez fêr bûm. Ev tişteke pîroz e û gelek xweş çêbûye. Ez vê yadgehê li gelê Kurd pîroz dikim û spasiya her kesê dikim ku keda wî di çêkirina vê derê de hebe.”

Di demekê de ku Ciwan Haco, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî karekî hêja û pîroz dibîne û  wê li gelê Kurd pîroz dike.

Di muzexaneyê de beşek ji wêne, cilûberg û kelûpelên nemir Mela Mistefa Barzanî, weke hêmayên çend rûpelên girîng ji dîroka gelê Kurd, hatine nîşandan.