Lady Gaga dê li Tirkiyê konsêrtê bide

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Amerîka, Lady Gaga ku bi şêwaza jiyana xwe ya sosret her dem di rojeva cîhanê de ye, bo cara ewil dê li Tirkiyê konsêrtê bide.

Li gorî malpera televîzyona CNN Turk a Tirkiyê, Lady Gaga di çarçoveya nasandina alboma xwe ya nû de dê roja 16ê Îlona îsal li bajarê Stenbolê konsêrtê bide.

Li gorî nûçeyê, bilîtên konsêrta Lady Gaga dê ji roja 5ê Gulanê ve bên firotin.

Tê gotin, Gaga dê di konsêrta xwe ya Stenbolê de stranên xwe yên mîna "Alejandro", "Bad Romance", "Poker Face", "Born This Way” û ji alboma xwe ya dawî strana bi navê "G.U.Y" bixwîne.