Stêrka navdar Monica Bellucci 61 salî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvana Îtalyan Monica Bellucci îro rojbûna xwe pîroz dike û dibe 61 salî.
Monica Bellucci wekî yek ji lîstikvanên herî balkêş ên cîhanê tê naskirin.
Monica Bellucci berî hefteyekê ji derhênerê Amerîkî Tim Burton veqetiya.
Her du navdaran berê di daxuyaniyeke hevbeş a ku ji Ajansa France-Presse re şandibûn de veqetîna xwe ragihandibû û wan tekez kiribûn ku biryar "bi rêz û têgihîştineke kûr a dualî" hatiye dayîn.
Pêwendiya evînî ya di navbera Burton û Bellucci de sala 2023yan hatibû piştrastkirin.
Piştî demeke kin, Bellucci di beşa duyem a fîlma klasîk "Beetlejuice" de derket ku fîlmeke tirsnak-komedî ya derhêner Tim Burton bû.
Di fîlma de, lîstikvana Îtalî rola karaktereke xirab a bi navê Doloresê dilîze ku dixwaze tola xwe ji hevjînê xwe yê berê hilîne.
Ev ne veqetîna yekem a Bellucci ye, ew berê 14 salan bi lîstikvanê Fransî Vincent Cassel re zewicî mabû û sala 2013an bi fermî ji hev veqetiyabûn û 2 zarokên wan hene.
Her wiha Tim Burton jî berê pêwendiyeke demdirêj bi lîstikvana Brîtanî Helena Bonham Carterê re hebû û 2 zarokên wan jî hene.
Li aliyê din, stêrka sînemaya Îtalya û cîhanê Monica Bellucci, di fîlmeke nû ya sînemayê ya ku li Riyada Erebistana Siûdî tê girtin de, rola serokeke mafyayê dilîze û li Fransayê jî bi girtina fîlmeke din mijûl e.
Bellucci 36 sal in di warê lîstikvaniyê de dixebite û hîn jî ji aliyê derhênerên Fransa û Îtalyayê ve ji bo rolên jinên balkêş û her wiha ji bo fîlman mezin ên Hollywoodê daxwazeke zêde li ser wê heye.
Monica Bellucci 30ê Îlona 1964an ji dayîk bûye.
Ew ji cîhana modeltiyê derbasî cîhana sînemayê bû û xwedî nav û dengekî cîhanî ye.
Bi saya bedewiya xwe ya balkêş û jêhatîbûna xwe ya lîstikvaniyê, di gelek fîlman Îtalî, Amerîkî û Fransî de rol lîstiye û gelek xelat wergirtine.
Sala 2018an navê wê di lîsteya 100 jinên herî serkeftî yên Îtalyayê ya kovara Forbesê de cih girt.
Bellucci wekî model dest bi karê xwe yê hunerî kir û bû rûyê naskirî yê markaya navdar Dolce & Gabbanayê.
Derketina wê yekem a di warê lîstikvaniyê de sala 1991ê di rêzefîlmeke televîzyonî ya Îtalî de bi navê "Life With The Kids" bû.
Piştre, sala 1992yan bi roleke biçûk di fîlma tirsnak "Bram Stoker's Dracula" de derket.
Piştî beşdariya di çend berhemên Îtalî de, sala 1996an bi saya fîlma "The Apartment" di kariyera wê ya hunerî de werçerxaneke mezin çêbû û ji bo Xelata Cesarê ya Fransayê bû namzed.
Paşê sala 2000î bi fîlma "Under Suspicion" bala temaşevanên Amerîkî kişand û di heman salê de bi rola xwe ya sereke di fîlma "Malèna" de nav û dengê xwe yê cîhanî zêdetir kir.
Di 50 saliya xwe de, di beşa nû ya rêzefîlma James Bond a bi navê "Spectre" de lîst û bû "keça Bond".
Monica Bellucci, di fîlma "Werzê Kerkedenan" ya derhênerê Kurd Behmen Qubadî de jî lîstiye.