Rojbîn Şara piştî demeke dirêj bi strana ‘Way Li Minê’ derket holê
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Rojbîn Şarayê piştî demeke dirêj a bêdengiyê, bi klîpeke nû ya bi navê "Way Li Minê" vegeriya qada hunerê.
Klîp li ser platformên medyaya civakî û YouTubeyê hatiye belavkirin.
Strana "Way Li Minê" berhemeke ku behsa êş, xemgînî û zehmetiyên evînê dike.
Klîpa stranê di atmosfereke klasîk de hatiye girtin û tê de Rojbîn Şara bi cil û bergên Kurdî û xemlên xwe yên taybet derdikeve pêş.
Gotin û muzîka strana "Way Li Minê" ji aliyê Dilovan Mihemed û Zeman Mihemed ve hatine amadekirin.
Karê stûdyoyê ji aliyê Zeman Muzîkê ve hatiye kirin û klîp berhema Kurdmax Musicê ye.
Derhêneriya klîpê jî Dilêr Dawer kiriye.
Rojbîn Şara kî ye?
Rojbîn Şara ji navçeya Qereyaziyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Ew nêzîkî 20 salan e ku xizmeta çand û hunera Kurdî dike û heta niha 4 album û gelek klîpên wê hatine belavkirin.
Ji ber ku dema xwe li Bakurê Kurdistanê di bernameyan de helwesta xwe ya siyasî bi stranan aniye ziman, ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve ceza lê hatiye birîn.
Ji ber cezaya ku lê hatiye birîn 8 sal in nikare vegere Bakurê Kurdistanê ev 7 sal in li Hewlêrê dijî.
Di vê demê de, derfeta wê çênebû ku karê xwe yê hunerî bi awayekî berfireh bi pêş bixe.