Nivîskareke Kurd xelata herî baş a wêjeyê ya Îranê stand
Hewlêr (Rûdaw) - Berhemeke Fewziye Beşareta ji Bîcarê wekî berhema herî baş a bi zimanê dayîkê ya di Festîvala Wêjeyê ya Mêhrganê ya Îranê de hat hilbijartin.
Çîroka "Hêsirên Jinekê" ya Fewziye Beşaretê di Festîvala 24emîn a Wêjeyê ya Mêhrganê de ku li Tehranê hat lidarxistin, xelata beşa "Berhema herî baş a bi zimanê dayîkê" stand.
"Hêsirên Jinekê" bi devoka Gerûsiyê hatiye nivîsandin û sala 2022yan hatiye çapkirin.
Ew ji aliyê Mestûre Direxşiyê ve bi navê "Eşkhayî yek zen" (Hêsirên Jinekê) li Farisî hat wergerandin.
Fewziye Beşaret xelka Bîcarê ye û li bajarê Sineyê dijî.
Ew yekem jin e ku bi devoka Gerûsî çîrok û romanan dinivîse.
Fewziye Beşaretê ji sala 2017an ve dest bi weşandina çîrok û romanan kiriye û heta niha çar berhemên wê hatine weşandin.
Xelata Mêhrganê wekî xelata herî kevn û taybet a edebî ya li Îranê tê dîtin û ji sala 1999an ve ji bo baştirîn berhemên edebî yên ku li wî welatî tên çapkirin, tê dayîn.
Fewziye Beşaret di dema wergirtina xelatê de ku li Navenda Çandê ya Tehranê hat lidarxistin, bi Kurdî axivî û xwest ku wergêra pirtûka wê bi Farisî ji beşdaran re biaxive.
Di axaftina xwe de jî daxwaz kir ku li Îranê girîngiyeke zêdetir bi zimanê dayîkê were dayîn.