Li ser çiyayê Korekê festîvala lîstokên şimitandina ser berfê dest pê kir
Soran (Rûdaw) - Di çarçoveya çalakiyên ragihandina Hewlêrê wek paytexta geştiyariyê ya sala 2014an a welatên erebî de, îro (31.01.2014) li ser çiyayê Korekê li devera Soran a parêzgeha Hewlêrê festîvalek hunerî û kulturî bi beşdariya komên biyanî û kurdî hat sazkirin.
Di festîvalê de şimitandina ser berfê li kêleka mûzîkê hat kirin û gellek kes jî beşdarî festîvalê bûn.
Di festîvalê de komên şimitandina ser berfê ji welatên Libnanê, Polanda, Kanada û Romaniyayê beşdar bibûn û çalakiyên balkêş encam dan.
Festîvala Korekê dê du rojan bidome û li gorî daxuyaniya organîzatorên festîvalê, yek ji mebestên lidarxistina vê festîvalê rakişanidna tûrîstên biyanî bo Kurdistanê ye.
Li gorî ku tê gotin, ev cara yekê nîne ku şimitandina ser berfê li Kurdistanê tê sazkirin ji ber ku sala 1957an jî li bintara çiyayê Kodo li devera Hacî Omeranê jî ev lîstik hatiye kirin.