Kovara Bizotê dest bi rêwîtiya xwe ya wêjeyî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Kovara nû ya çand, huner û wêjeyê "Bizot" bi hejmara xwe ya yekem (Zivistan 2026) derket pêşberî xwîneran.
Kovara Bizotê ku wekî platformeke nû ya çandî û wêjeyî hatiye damezirandin, Kanûna Paşîn a 2026an hejmara xwe ya ewil gihand ber destên hezkiriyên Kurdî.
Kovar dê her sê mehan were weşandin û di her hejmarekê de dê bibe qada nivîsên wêjeyî, hunerî û rexneyî.
Dosyeya Yekem: Lal Laleş
Di hejmara ewil a Bizotê de dosye li ser nivîskar û helbestvan Lal Laleş hatiye amadekirin.
Di kovarê de hevpeyvîneke berfireh bi Lal Laleş re cih digire û her wiha gelek nivîskarên din li ser şêwe, berhem û helbestvaniya wî nivîsên nirxandinê amade kirine.
Bergê kovarê jî bi fîgurê Lal Laleş û sernavê "Min ti carî ji nivîskarên ku bi civatê re li hev kiriye hez nekiriye" balê dikişîne.
Kurmancî û (Kirmanckî\Zazakî bi hev re
Taybetmendiyeke girîng a Bizotê ew e ku kovar cih dide her du zaravayên Kurdiyê (Kurmancî û Kirmanckî\ Zazakî).
Di kovarê de helbest, çîrok, hevpeyvîn, werger û nivîsên rexneyî û teorîk bi her du zaravayan cih digirin.
Di hejmara ewil de sê nivîs û du helbest bi zaravayê Kirmanckî\ Zazakî hatine weşandin ku ev yek dewlemendiya kovarê nîşan dide.
Armanc: Geşkirina ziman û wêjeya Kurdî ye
Birêvebirên kovarê diyar dikin ku armanca wan a sereke "aktuelkirina ziman" û afirandina platformeke azad e ji bo nivîskar û xwîneran.
Di nivîsa "Ji Edîtor" de tê gotin: "Kovar zimên aktuelîze dike û wî şên dihêle.
Me xwest ku ji bo zimanê Kurdî platformeke derbirînê ya din li platformên heyî zêde bikin."
Bizot li kû derê derdikeve?
Xwînerên ku dixwazin kovarê bi dest bixin, dikarin li gelek pirtûkfiroşên li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bi rêyên online kovarê peyda bikin