Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja Libnanî Heyfa Wehbî ragihand ku wê di konsera îşev a li Hewlêrê tê lidarxistin de bi kurdî bistirê.
Biryare îşev Heyfa Wehbî û Hatim Êraqî li bajarê Hewlêrê konserekê saz bikin. Ji heftiya borî ve dest bi amadekariyên konserê hatine kirin.
Berî niha stranbêja Libnanî Heyfa Wehbî di rûpela xwe ya Facebookê de ragihandibû ji bo bilêtên xwendekaran sedî 50 daxistin kiriye. Lê bi şertê bilêt berî 26.05.2013an bê kirîn.
Kompaniya ku şahî organîzekirî ragihand pêşwaziyekî baş ji bo kirîna bilêtan hatiye kirin. Lê propandayek zêde hatiye belavkirin ku qaşo Heyfa ji ber nefirotina bilêt û tirsa ji bo amadenebûna girseyê ew daxistin kiriye. Hatiye nivîsandin ku ger ‘Berî wê demê’ we bilêd kirîn, ezê we li wê derê bibînim.
Heyfa Wehbî ragihandiye wê di konsera îro de bi kurdî bistirê. Lewra tê texmîn kirin ku girseyekî zêde beşdarî konserê bibin û ji bo guhdariya strana kurdî bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse