TAYBET - Ewropa çima dixwaze bibêje ‘Sûriye aram e’?

Serkirdeya Partiya Sosyal Demokrat û Keskan a Holendayê Kati Piri dibêje, hikûmetên Ewropayî dixwazin bi lez bê gotin ku “Sûriye aram e” da ku koçberan vegerînin lê belê dibêje, nabe Kurdên Rojavayê Kurdistanê bedela vê yekê bidin.

Kati Piri, di nava diyasporaya Kurdî de navekî naskirî ye. Ew bi salan li Parlamentoya Ewropayê raporter û berpirsa dosyeya Tirkiyeyê bû.

Di wan salan de bi wê yekê hat naskirin ku ji bo rewşa Kurdan li Tirkiyeyê û beşên din ên Kurdistanê jî nirxandinên bi wijdan dikirin.

Di nav Sosyal Demokratên Ewropayê û di nav partiya xwe (GroenLinks-PvdA) de jî li Holendayê, derbarê Rojhilata Navîn de pir guh lê tê girtin.

 Ew niha wekî parlamenter, di nav fraksiyona herî mezin a mixalefetê de li Parlamentoya Holendayê, dengê herî diyar e.

Endama wê komîteya parlamenteriyê ya welatên Yekîtiya Ewropayê ye ku ji bo kar û barên NATOyê ava kirine. Her wiha endama hejmarek komîsyonên Parlamentoya Holendayê ye, di nav de Komîsyona Kar û Barên Derve û Komîsyona Parastinê.

Kati Piri di vê hevpeyvîna li gel bernameya Diyaspora ya Rûdawê de, dibêje pêwîst e welatên Ewropayê û bi giştî welatên Rojavayî guh bidin diyasporaya Kurdî.

Her wiha dibêje, di nav parlamentoyên Ewropayê de piştevanên Kurdan zêde ne lê rojevên hikûmetên Ewropayê cuda ne.

Rûdaw: Piri xanim, bi salan e hûn rewşa Sûriye û cihên din ên Kurd li wan dijîn dişopînin û we li ser kar kiriye. Hûn bi xwe raportera Parlamentoya Ewropayê li ser Tirkiyeyê bûn. Vêga li Sûriyeyê hikûmetek hatiye ser kar ku dibêje rûpeleke nû vekiriye û Sûriye dê ji bo hemûyan be. Kurd ji aliyê hevpeymanên xwe ve ber bi wê yekê ve tên handan ku xwe li gorî wê Sûriyeya nû biguncînin û vegerin nav wê. Ew rewşa ku hûn van rojan dibînin, ew rewş e ku ji Kurdan re bê gotin herin xwe biguncînin?

Kati Piri: Ez gelekî bi kelecan im derbarê rewşa wê derê. Bi baweriya min em hemû kêfxweş in ku Beşar Esed çûye. Ev nûçeyeke xweş bû lê em gelekî bi kelecan in derbarê helwesta desthilatdarên nû yên Şamê. Me dît bê çi bi serê Durziyan anîn li Siwêdayê. Me dît çi bi serê Elewiyan anîn li herêmên peravê. Van çend hefteyên borî jî me dît çi bi serê Kurdan anîn.

Bi Helebê dest pê kir û paşê wekî mînak ew tiştê ku van çend rojên dawî li Kobaniyê qewimî. Loma, kelecanî û dilgiraniya me ji bo wê yekê ye ku ew hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê çi qasî demokratîk e?

Her wiha, dê çawa li gel kêmaniyên li Sûriyeyê tevbigerin? Tiştê ku me dîtiye ew e ku Kurdan ji sala 2012an ve, celebeke otonomî û xweberêvebirinê li Rojava damezirandine.

Her wiha hevpeymanên welatên Rojava bûn. Li dijî cîhadîst û DAIŞê şer kirin lê belê tiştê ku ez îro dibînim û jê ditirsim, xiyanetkirina li Kurdan e. Bi wê yekê ku welatên Rojava û bi taybetî jî Amerîka, tenê girîngiyê didin hebûna Sûriyeyeke aram.

Lewra jî dê wisa tevbigerin ku pêkhateyên din li wî welatî najîn. Her wiha Ewropa jî dê vê yekê bi kar bîne da ku karibe koçberên Sûriyeyî dersînor bike. Ji ber vê yekê jî tê jibîrkirin ku kî hevpeymanê me yê rastîn e li wê herêmê.

Rûdaw: Tom Barrack di twîteke xwe de ji Kurdên Sûriyeyê re got, êdî dema we derbas bûye û pêwîstiya me bi we nemaye. Bi rastî jî otonomiya Kurdan û hevpeymaniya welatên Rojava bi Kurdên Sûriyeyê re nemaye?

Kati Piri: Ez wisa dibînim ku peyameke şermezarker bû. Ez kêfxweş im ku li Amerîkayê jî hem di nav Encumena Pîran de û hem jî di nav Kongreyê de dengên rexnegir tên bihîstin. Gelek siyasetmedar hene ku baş dizanin ka Kurdan di rûbirûbûna tundrewiyê de çi rola mezin lîst. Xweşbextane her kesî ev yek ji bîr nekiriye. Ev yek hêviyê dide min.

Werin em rastgo bin, ne ji ber xwe ve ye ku niha Amerîka girtiyên DAIŞê vediguhêze Îraqê. Ji ber ku ti baweriya wan nîne ku di bin çavdêriya wê hikûmeta ku niha li Şamê ye de, ew girtiyên DAIŞê neyên berdan. Ev jî belge ye ku di nav birêvebiriya Amerîkayê bi xwe de jî dudilî heye derbarê wê yekê ku baweriyê bi desthilatdarên Şamê nekin û piştrast nebin ku ew alîkariya cîhadiyan nakin.

Rûdaw: Baş e, dudilî heye û girtiyên DAIŞê tên veguhastin lê hinek Kurd hene ku vê yekê wekî îşaretekê dibînin ku veguhestin ji bo wê yekê ye ku dawî li otonomiya wan bê anîn û ti hincet ji bo parastina wan nemîne.

Kati Piri: Ev dê sosret be lê hinek îşaretên wiha ji Amerîkayê jî tên dîtin. Li gorî min, gelek kes li welatên Rojava ji tiştekî baş fêm nakin. Ew jî ew hesta mezin a hevbeş e ku di nav Kurdan de heye. Ne tenê di nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, li Hewlêrê jî hûn xwenîşandanên gelekî mezin derbarê bûyerên Sûriyeyê dibînin.

Li başûrê Tirkiyeyê binêrin û bibînin ku çawa bi Kurdên Sûriyeyê re hevsoz in. Mafên Kurdan li gelek welatan hatine desteserkirin. Loma, ew otonomiya ku wan salan li Sûriyeyê ji xwe re ava kirine, divê wekî xwerêbivebiriyeke di bin desthilata navendî ya Sûriyeyê de û bi wan mafên ku her welatiyê Sûriyeyê heye û yên Kurdan nînin, bimîne. Lewra ez fêm dikim ku niha gelek Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ew hesta wan heye ku di bin sîwana Elşer û hikûmeta wî de garantî nîne ku parastî bimînin.

Rûdaw: Hûn jî wisa difikirin ku mafê wan heye ku wisa bifikirin?

Kati Piri: Werin em wisa bibêjin ku fikarên min jî heman fikarên wan in. Fikarên min jî heman in. Tiştê ku niha girîng e ew e ku agirbest heye. Ya din jî ew e ku vegerin ser lihevkirineke ku par hatibû kirin, ne ya ku van rojan hatiye kirin. Li wê derê hatibû zelalkirin ku Kurd dê çawa tevlî hikûmeta navendî ya Şamê bibin. Her wiha hatibû zelalkirin ku dê çawa cureyekî otonomiyê û mafên Kurdan bên misogerkirin û pêkanîn. Loma jî me li vir di nav Parlamentoya Holendayê de projeyasayek di vî warî de pesend kir ku piraniyeke mezin, ji çep heta rastan dengê xwe dayê.

Rûdaw: Holenda û Yekîtiya Ewropayê çawa dikarin wisa bikin ku agirbest neyê şikandin û pê pêbend bin?

Kati Piri: Bi baweriya min girîng e ku siyasetmedar û biryarderên me li ser vê mijarê bi diyasporaya Kurd re biaxivin. Hejmareke pir mezin a Kurdan li vir hene ku ev çend hefte ne xwepêşandanan dikin. Divê em wan pêşwazî bikin û bi wan re biaxivin. Ji bo ku zanibin ka ew çi agahî û peyaman hildigirin.

Ez hest dikim ku hikûmeta me li vir baş nizane li wê herêmê çi diqewime. Tenê ew rastiya ku girîngiyeke kêm bi wê yekê hat dayîn ku av, elektrîk û înterneta Kobaniyê çend hefteyan hatibû birîn, dorpêça leşkerî lê hatibû danîn û kîjan koman ev kar kiribûn. Lewra yekem tişt ew e ku divê bi rêya diyasporaya Kurdî agahî bên wergirtin.

Ya duyem jî divê mirov ji wateya dîrokî ya bûyerên Sûriyeyê û dîroka Kurdan jî fêm bike. Wê demê tu dizanî rast e, hêsan e ku mirov bibêje bila li Sûriyeyê jî weke Holendayê hikûmeteke navendî weke Den Haagê hebe.

Lê dema ku tu li dîroka wê derê dinêrî û weke min got, ji sala 2012an ve ku Kurdan corekî otonomiyê bi dest xistibû, tu nikarî bibêjî ku ji sibe ve divê dawî li her tiştî were anîn. Ev bi ser nakeve.

Rûdaw: Lê dibe ku ev di rojên pêş de çêbibe!

Kati Piri: Belê, lê ez bawer nakim ku ev yek dê ewlehiyê ji Sûriyeyê re bîne. Ez bawer nakim ku ew dê bi giştî ewlehiyê ji herêmê re jî bîne. Hest dikim ku li welatên Rojava baş nehatiye nirxandin ku tiştekî wiha dê çi qas encamên mezin ji bo tevahiya herêmê bi xwe re bîne.

Rûdaw: We bi salan li ser Tirkiyeyê kar kiriye. Pêwendiya we jî bi berdewamî li gel Kurdên wê derê hebûye. Niha em ji Tirkiyeyê wan dengan dibihîsin ku dibêjin eger tiştê ku ew jê re dibêjin (pirsgirêka Rojavayê) nemîne, çi bi rêyên leşkerî be yan jî bi rêyeke din be, wê demê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê baştir bi pêş ve diçe. Hûn çawa difikirin?

Kati Piri: Ez bi wê yekê bawer nakim ku eger li cihekî mafan ji Kurdan bistînî, ev yek bibe sedem ku li cihekî din mafên zêdetir bidî Kurdan. Bi baweriya min, li Tirkiyeyê Kurdan hewldanên rasteqîn dan ji bo ku aştî ser bikeve. Ew jî bi rêya banga Ocalan. Hikûmeta Tirkiyeyê hîn jî bersiva wê hewldanê nedaye.

Her wiha mirov dibîne ku bandora hikûmeta Tirkiyeyê zêdetir li ser siyaseta hikûmeta Şamê heye. Me ev yek di rojên borî de dît. Bi baweriya min, divê li Tirkiyeyê jî di şêwaza hizirînê de guherîn çêbibe. Ew jî bi wê yekê ku êdî Kurd her tim weke gef neyên dîtin. Divê welatiyên ku hêjayî mafên wekhev in bên dîtin. Tiştê ku min berî 10 salan gotiye, ji bo niha jî heman tişt e. Ew jî ew e ku demokrasî li Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi awayekî demokratîk pêk tê.

Rûdaw: Eger em qala çekdarên DAIŞê bikin, ew gef çi qasî cidî ye ku ew careke din vegerin Ewropa û Holendayê?

Kati Piri: Bi baweriya min dilgiraniyeke cidî ye. Loma jî Kurdan neheqî nedikir ku bi salan bû ev yek digotin. Ji ber ku di nav DAIŞê de şervanên Ewropayî û Holendayî jî hebûn. Di wî şerî de Kurdan qurbaniyên mezin dan. Zêdetirî 10 heta 12 hezar Kurdan di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da ji bo ku em jî li vir parastî bin. Ango ne tenê ji bo xwe kirin, em jî parastin. Gelek hikûmetên vir guh neda daxwazên Kurdan ku digotin wan DAIŞiyan vegerînin welatên xwe û li wir wan darizînin. Loma em niha ketine vê rewşa ku em tê de ne û girtî di destê HSDyê de nemane.

Rûdaw: Gelek nemane.

Kati Piri: Gelek nemane. Her wiha me dît ku hinek ji wan reviyane. Yan jî hatine berdan. Ji ber ku bi hûrgilî nizanin li wir çi qewimiye. Lewma bê guman ev ji bo ewlehiya Holendayê rîskek e.

Rûdaw: Ji siyasetmedarên Ewropayê gelek pêwendî û hevalên te hene. Tu hest dikî ku Kurd li Ewropayê xwedî piştgiriyeke pêwîst in?

Kati Piri: Ya xweş ew e ku eger tu behsa Parlamentoya Holendayê yan jî Parlamentoya Ewropayê bikî, Kurd xwedî piştgiriyeke pêwîst in. Piraniya caran hikûmetên me ne ku berjewendiyên wan ên dijber hene. Werin em li hikûmetên Ewropayê binêrin ku di van demên dawî de di gelek hilbijartinên parlamentoyê de mijara koçberiyê diyarker bû.

Lewma yek ji wan berjewendiyên hikûmetên Ewropayê ew e ku koçberên Sûriyeyê bi leztirîn dem vegerin Sûriyeyê. Ji ber vê yekê qet ne baş e ku bibêjin li Sûriyeyê ewlehî nîne yan li wir komkujî hatiye kirin yan jî DAIŞiyên ku hatine berdan li wir in. Berevajî vê, hikûmet dixwazin bibêjin ku li wir aramî heye. Her wiha ji bo jinûveavakirinê kar tê kirin. Ji ber vê yekê jî dibe ku koçber werin vegerandin lê li gorî min divê Kurd bedela vê yekê nedin.

Rûdaw: Di destpêkê de min ji te re got tu dosteke mezin a Kurdan î lê tu li hemberî me gelekî eşkere û rexnegir î jî..

Kati Piri: Ez gelekî Holendayî me!

Rûdaw: Rast e, tu gelekî Holendayî yî! Me Kurdan di salên borî de çi bi şaşî kir?

Kati Piri: Dizanî… Li gorî min nabe mirov bêje Kurdan tiştekî şaş kiriye. Di 12 salên borî de Kurdan di şerê li dijî cîhadiyan de nîşan da bê çi qasî dilsoz û rastgo ne. Li gorî min, hinek caran Kurd hêviya xwe bi wê yekê girê didin ku bersiva wê dilsoziya wan were dan û mafê wan jî heye lê carekê ji aliyê Rûsyayê, carekê ji aliyê Amerîkiyan û dibe ku cara sêyemîn jî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve wê bersivê wernagirin.

Loma ez fêm dikim ku piştî wê dilşikestî dibin lê ez wê yekê jî dibînim ku gelek ji wan Kurdên ku ne li Kurdistanê dijîn û li welatên Rojava ne, Kurdistan ji bîr nekiriye. Lewra jî her roj li vir in, xwenîşandanan dikin û daxwaza giringîpêdanê dikin. Xweşbextane ez wê yekê jî dibînim ku gelek siyasetmedar li welatên me hene ku Kurd ji bîr nekirine. Dizanin ku ew hevpeymanên me yên girîng in di şerê li dijî cîhadiyan de. Hêvîdar im em jî karibin di rojên pêş de karekî bikin ku parastina Kurdan garantî bikin.