Balyozê Behreynê: Îranê bi 186 mûşek û 419 dronan êrişî me kir
Balyozê Behreynê yê Neteweyên Yekbûyî qebareya wan zererên ku ji ber êrişên Îranê gihîştine Behreynê û welatên din ên Kendavê eşkere kir.
Balyozê Behreynê ragihand ku binesaziya wan a sivîl bi awayekî berbiçav hatiye armancgirtin.
Balyozê Behreynê yê Neteweyên Yekbûyî Jamal Fares Al-Rowaiei ku welatê wî di nava vê mehê de serokatiya gera Konseya Ewlehiyê dike, di daxuyaniyeke taybet de ji Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah re amarên nû yên êrişên Îranê eşkere kirin.
Balyozê Behreynê yê Neteweyên Yekbûyî Jamal Fares Al-Rowaiei ragihand:
"Li gorî amarên dawî, 186 mûşek û 419 dron hatine Behreynê."
Jamal Fares Al-Rowaiei her wiha amaje bi wê yekê kir ku ev hejmar ji bo welatên din ên Encumena Hevkariya Kendavê gelekî bilindtir in, wekî mînak; Îmarat bi hezaran mûşekan hatiye armancgirtin û zererên gelekî mezin gihîştine wî welatî.
"Binesaziya sivîl bûye armanc"
Al-Rowaiei li ser cihên ku hatine armancgirtin got:
"Ev êriş bêhincet û nadedperwerane bûn.
Binesaziya sivîl, stasyonên şîrînkirina avê, depoyên petrolê, saziyên sivîl, avahî, otel û heta balafirgeh jî hatine armancgirtin."
Jamal Fares Al-Rowaiei di beşeke din a axaftina xwe de ji Rûdawê re qala rewşa aloz a herêmê û şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de kir û anî ziman:
"Divê Libnan were parastin û nabe ku bikeve nav nakokiyê.
Pêwîst e di hewlên wê yên ji bo bêçekkirin û çesipandina aramiyê de piştgiriya hikûmeta Libnanê were kirin."
Balyozê Behreynê pesnê wêrekiya hêzên parastina asmanî ya Behreynê da û tekez kir ku berdewamiya van êrişan gefeke cidî ye û binpêkirineke eşkere ya serweriya welatên herêmê ye.
Hevpeyvîna Namo Ebdulah a bi Balyozê Behreynê yê Neteweyên Yekbûyî Jamal Fares Al-Rowaiei re:
Rûdaw: Ez Namo Ebdula me ji Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Kurdistana Îraqê. Heta niha ji ber êrişên Îranê çi qas zerer gihîştiye Behreynê? Tu dikarî texmînekê bidî me? Hûn çawa li wî şerî dinêrin ku niha di navbera Îsraîl û Hizbulahê de li Libnanê heye?
Jamal Fares Al-Rowaiei: Amarên dawî 186 mûşek û 419 dron in. Ez niha tenê tekeziyê li ser Behreynê dikim. Bê guman amar dema ku tê ser welatên Encumena Hevkariya Kendavê bilindtir in. Wekî mînak, Îmarat bi hezaran mûşekan hatiye armancgirtin, ji ber wê qebareya zereran gelekî mezin e. Binesaziya sivîl li Îmaratê bi awayekî berbiçav zerer ditiye. Bandorên êrişên Îranê ku bêhincet û nadedperwerane ne li dijî Behreynê, welatên Encumena Hevkariya Kendavê, Urdin û welatên din ên herêmê ne.
Van êrişan zerer gihandiye binesaziyê, stasyonên şîrînkirina avê, depoyên petrolê, saziyên sivîl, binesaziya sivîl, avahî û otelan. Hemû van saziyan hatine armancgirtin û ev êriş bûne sedema zererên mezin. Ev ji bo welatên din ên Encumena Hevkariya Kendavê û Urdinê jî rast e. Balafirgeh hatine armancgirtin û binesaziya sivîl hatiye armancgirtin, ev nîşanên zelal in.
Bê guman welatên Encumena Hevkariya Kendavê û Behreynê ne aliyên van nakokiyan bûn lê belê ji aliyê Îranê ve bi rêya êrişên bêhincet û nerewa hatine armancgirtin.
Em bê guman spasiya xwe ji bo hêzên parastina asmanî diyar dikin ji bo wêrekiya wan a di têkbirina van êrişan de. Lê bê guman, ev êriş berdewam in di çêkirina gef û binpêkirineke eşkere ya serweriya welatên herêmê de. Wekî min tekez kiriye, divê Libnan were parastin. Nabe ku bikeve nav nakokiyê. Libnan pêdiviya wê bi piştgiriyeke zêde heye. Ev serkêşî nayên qebûlkirin, divê werin rawestandin ji bo xizmetkirina berjewendiyên Libnanê û divê em piştgiriya hikûmeta Libnanê bikin.
Ew hewlên cidî didin di warê bêçekkirinê de ji bo dabînkirina aramiya Libnanê. Nexwe çima divê Libnanê bikişînin nav vê nakokiyê? Baweriya min heye ku Encumena Ewlehiyê ji van mijaran agahdar e, Encumen bi berdewamî ji pêşhatên Libnanê tê agahdarkirin.