Fermandarekî HSDyê: 2000 çekdarên DAIŞê li çolên Sûriyeyê hene
Mehmûd Hebîb, Berdevkê Hêzên Demokratîk ên Bakur ku di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, eşkere kir ku 2000 çekdarên DAIŞê li çolên Sûriyeyê ne
Mehmûd Hebîb her wiha amaje pê kirin ku raporên îstixbaratî yên welatên Rojavayî behsa wê yeê dikin ku li çolên Sûriyeyê "tevgereke berfireh" a çekdarên DAIŞê dikin.
Hebîb derbarê Hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ragihadn ku dê hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin û dibe ku li du baregehên mezin ên li bakurê rojhilatê welêt bên bicihkirin.
Hebîb her wiha tekez kir ku di heyama şerê 12 rojan de, ti mûşek û dronên Îranî rasterast li ser baregehên Amerîkayê yên li Sûriyeyê neketine xwarê.
Hêzên Demokratîk ên Bakur Mehmûd Hebîb li ser rewşa Sûriye, HSD, operasyona li dijî DAIŞê, mayîna hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û rojevê pirsên edîtorê beşa Erebî ya Rûdawê Mihemed Îsa bersivandin.
Rûdaw: Di destpêkê de, ez dixwazim em behsa wê operasyona leşkerî ya berfireh a çaverêkirî bikin ku dê li Çola Sûriyeyê were pêkanîn. Çima di vê demê de? Kî dê beşdar bibe û dê kengî dest pê bike?
Mehmûd Hebîb: Belê, wekî ku tê bîra min berî çar rojan, generalê Amerîkî, Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Sûriye û Îraqê, ragihand ku dê operasyonek li Çola Sûriyeyê were pêkanîn. Ev ragihandin piştî wê yekê hat ku raporên îstixbaratî yên Brîtanya, Amerîka û hinek welatên din ên hevpeymaniya li dijî DAIŞê li Sûriyeyê, amaje bi wê yekê kiribûn ku tevgereke mezin a şaneyên rêxistinê li Çola Sûriyeyê heye.
Ev yek vedigere ser hilweşîna rejîmê, vekişîna hêzên Rûsyayê û pêkneanîna geştên çavdêriyê yên esmanî ji bo vegirtina wê devera berfireh ku zêdetirî sêyeka rûberê Sûriyeyê pêk tîne. Ji ber vê yekê, pêwîst bû ku li vê deverê pêngavek were avêtin, ji ber ku ew valahiya leşkerî û ewlehiyê rê da çekdarên DAIŞê ku careke din xwe kom bikin û hewl bidin kom û şaneyan ava bikin ji bo êrişkirina ser deverên avadan ên derdorê, wek gundewarên Heleb, Hums, gundewarên Şamê û dibe ku bigihêjin Şamê bi xwe jî.
Jîngeheke guncaw ji bo çalakiyên rêxistinê heye, ku dezgehên îstixbaratê çavdêrî kirine, û vê yekê jî hişt ku Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî destpêkirina vê operasyonê ragihînin. Bi baweriya min, beşdarên operasyonê di pileya yekem de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in, ku hevpeymanên daîmî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ne di şerê li dijî terorê de. Herwiha, îhtîmal heye ku Hêzên Sûriyeya Azad an jî hinek hêzên din jî beşdarî vê operasyonê bibin.
Rûdaw: Hinek hêzên din, gelo ew dê ser bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve bin an na?
Mehmûd Hebîb: General derbarê vê yekê de tiştek negot. Werin em ji aliyê meydanî ve biaxivin, operasyonên leşkerî yên hevbeş pêwîstî bi rahênan, perwerdeya şer û carinan jî manevrayên rahênanê heye, da ku ew hêzên hevpeyman karibin bi hev re li ser erdê kar bikin.
Heta niha ti rahênaneke hevbeş di navbera endamên Wezareta Parastinê û hêzên hevpeyman de nehatiye kirin, ji ber vê yekê, encamdana karekî meydanî yê hevbeş zehmet e. Mijar ne dûrxistina ti aliyekî ye, belkî ji bo ku operasyon hêsantir were cîbicîkirin e. Zehmet e ku hêz bêyî amadekariyên pêşwext, rahênanên pêwîst û hemahengiya operasyonel û meydanî, beşdarî karekî hevbeş bibin.
Rûdaw: Li ser torên civakî dîmenên vîdyoyî yên karwanên leşkerî yên HSDyê belav bûne ku tê gotin ber bi rojavayê Çemê Feratê ve diçin. Gelo ev rast e an operasyon hîn dest pê nekiriye?
Mehmûd Hebîb: Operasyon hîn dest pê nekiriye. Hinek vîdyo kevn in, hinekên din jî tenê tevgera leşkerî ya karwanên HSDyê ne li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Rahênanên xurt di navbera Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û hêzên taybet ên HSDyê de hene; rahênan li ser daxistina asmanî, rahênan li ser şopandina şaneyên DAIŞê, herwiha operasyonên meydanî li dijî şaneyan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê hene. Ji aliyekî din ve, rahênan berdewam in, ji ber vê yekê, ev amajeyek e ku dibe ku operasyonek li ber be an jî nêzîk be, lê heta niha ti hêzeke HSDyê derbasî rojavayê Feratê nebûye.
Rûdaw: Operasyon nêzîk e, li gorî we dê di nava çend rojan de be an dê çend mehan bikişîne?
Mehmûd Hebîb: Di rastiyê de, ez bawer nakim ku çend mehan bikişîne, ji ber ku rewşa ewlehiyê hestiyar e û wek min behs kir, raporên îstixbaratê tekezî li ser wê yekê dikin ku çekdarên rêxistinê karîne xwe li Çola Sûriyeyê kom bikin û piştî hilweşîna rejîma Esed, destê wan gihiştiye hinek çek û cebilxaneyê.
Her wiha, kontrola ewlehiyê li hinek deveran lawaz e, lewma sîzbûna nav wan hêsan e. Me dît li Şamê çi qewimî, wek teqîna dêrê û hinek bûyerên din ku amaje ne bi wê yekê ku karên terorîstî rû didin an jî dibe ku bi awayekî berfirehtir rû bidin.
Hêzên rojavayî li hember mijara vegera rêxistina DAIŞê pir hestiyar in. Ew nikarin rê bidin ku DAIŞ careke din vegere. Eger DAIŞ karibe bajarekî an bajarokekî mezin kontrol bike, jinavbirina wê dê pir zehmet be. Hûn siyaseta rêxistinê dizanin, ku ew jî ketina nav bajaran û rehîngirtina xelkê ye û qet girîngiyê nadin qebareya wê xwîna ku tê rijandin, ji ber vê yekê, pir xeternak e ku em bajar û bajarokên Sûriyeyê di bin gefa rêxistinê de bihêlin.
Ji ber vê yekê, hêzên hevpeyman derbarê vê yekê de hişyarî dan û General Kelvin ragihand ku operasyonek li ber e. Derbarê wê yekê ku dê kengî dest pê bike, di nava çend rojan de an çend mehan de, di rastiyê de ti agahiyeke min nîne, lê dibe ku zêde dirêj neke.
Rûdaw: Agahî hene ku behsa beşdariya 6 hezar çekdaran di vê operasyonê de dikin. Li gorî nêrîna we, gelo ev hejmar bes e ji bo vegirtina Çola Sûriyeyê ku rûberê wê bi hezaran kîlometreyên çargoşe tê texmînkirin?
Mehmûd Hebîb: Ev hejmar bi yekcarî belav nabe. Bi baweriya min, plana operasyoneke bi vî rengî, dabeşkirina herêmê li ser çend sektoran û paqijkirina van sektoran yek li pey ya din e, ango, dorpêçkirina dijmin li herêmeke diyarkirî ji bo jinavbirina wî.
Herwiha ez bawer dikim ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bi wê şiyana ku di warê çavdêrî û şopandina dûravêj de heye - mebesta min bi rêya peykên destçêkirî û şopandina pêwendiyan e - herwiha banka wan a armancan heye ku dixwazin bigihîjinê. Planeke guncaw ji bo vê yekê datînin: dabeşkirina herêmê li ser çend sektoran û paqijkirina sektoran yek li pey ya din. Ev yekane rê ye ji bo şehkirina (paqijkirina) tevahiya vê herêma erdnîgarî ya berfireh.
"Du hezar çekdarên DAIŞê li Çola Sûriyeyê hene"
Rûdaw: Li gorî texmînên we, hejmara çekdarên şaneyên DAIŞê li çola, li çola Tedmur û Humsê çend e? Texmînên Pentagonê amaje bi 2000 heta 5000 çekdarî û belkî zêdetir jî li Sûriye û Îraqê dikin, lê hûn li ser erdê çi dibêjin?
Mehmûd Hebîb: Di rastiyê de, çola Sûriyeyê herêmeke bê niştecî ye û gelek deverên wê yên dijwar hene ku ji bo vehewandina çekdarên rêxistinê guncaw in. Çekdarên rêxistinê dikarin nêzîkî deverên niştecî bibin û bacan bistînin an jî mal û milkan talan bikin, bi vê yekê dikarin ji aliyê aborî ve xwe bi rê ve bibin.
Em nikarin hejmarê texmîn bikin, lê ez bawer dikim ku hejmar nêzîkî ya ku Pentagonê behs kiriye ye, lê li Sûriyeyê û li çola ji du hezar çekdarî kêmtir nîne. Çekdarên rêxistinê deverên dijwar ên di kûrahiya çola û Çiyayê Bişrî û Çiyayê Ebdilezîz û wan deverên ku şikeft lê hene û xweveşartina ji firokeyan hêsan e, wek stargeh bi kar tînin. Ew dikarin li wir xwe veşêrin û ji bo demeke dirêj bimînin.
Ji ber vê yekê, ev jîngeha guncaw bûye sedema mayîna DAIŞê. Berê hewldaneke asmanî ya birrî-birrî ya Rûsyayê hebû ku geştên çavdêriyê li ser çola pêk dianîn, lê ev operasyon zêdetirî du salan e rawestiyane. Hin geştên çavdêriyê yên hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî hene, lê ne ewqasî zêde ne ku karibin tevgera rêxistinê li ser erdê felc bikin.
Ez bawer dikim ku hêzên Hevpeymanan û di serî de Amerîka, hest bi metirsiya bi cih hiştina vê herêmê kirine bêyî çavdêriyeke asmanî, herî kêm. Lê niha em dibînin ku ew amadekariyên operasyoneke bejayî dikin. Bi baweriya min, hejmara hêzên beşdar bes e, ji ber ku ev hêz xwedî ezmûna pêwîst, alavên guncaw, piştgiriya asmanî, toreke pêwendiyan a xurt û hêzeke wisa ne ku dikarin rewşê kontrol bikin.
Rûdaw: Hejmara şeş hezarî - gelo ev hejmara pêşbînîkirî ya çekdarên beşdar di operasyonê de ye yan zêdetir e?
Mehmûd Hebîb: Ew dikarin vî erkî bi cih bînin. Eger pêwîst bike hêzeke zêdetir ji wan re bê şandin, herêmên piştgiriyê li rojhilatê Feratê, li Herêma Kurdistanê û li cem hêzên Hevpeymanan hene ku dikarin hêzên piştgiriyê ji bo vê herêmê bişînin.
Rûdaw: Bi gihîştina hêzên beşdarî operasyonê ji bo derdora paytext Şamê û gundewarên wê, her wiha Humsê, gelo ev yek nabê sedema fikaran ji bo derketina alozî yan pevçûnan di navbera wan hêzan û hêzên hikûmetê de li Şamê û gundewarên wê, bi taybetî ewên ku berê di çarçoveya Artêşa Niştimanî de bûn û niha ser bi Wezareta Parastinê ve ne?
Mehmûd Hebîb: Ez ne bawer im, tu pevçûnên rasterast çênabin. Em li vir behsa herêmeke vekirî û berfireh dikin ku pêwîstiya wê bi hewleke leşkerî ya rasteqîn û şarezayiyeke mezin a şerkirinê heye di rûbirûbûna rêxistinê an bi giştî terorê de.
Ew hêzên leşkerî yên li bajarên Şam û Humsê ne di pevçûnê de ne bi hêzên Hevpeymanan re û dê nekevin pevçûnê jî bi hêzên Hevpeymanan an HSDyê re. Ev erkekî temamkerê erka Wezareta Parastinê ye, û Wezareta Parastinê di vê qonaxê de dibe ku nikaribe wê çola şeh bike û şiyana wê ya asmanî ya guncaw ji bo pêkanîna vî karî nîne.
Lewma, hêzên Hevpeymanan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) temamkerê tiştê ne ku Wezareta Parastinê dixwaze, ku ew bi xwe jî rûbirûyî metirsiya rêxistinê bûye û metirsiya rêxistinê gefeke mezin li ser hebûna wê ye. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku di vê mijarê de dê lihevkirin û têgihiştin zêdetir be ne ku nakokî û pevçûn, ji ber ku ne rewşa ewlehiyê rê dide vê yekê û ne jî dê rûbirûbûnek di navbera wan hêzan û hêzên ku wek Artêşa Niştimanî tên naskirin an hêzên Wezareta Parastinê de çêbibe.
Rûdaw: Eger operasyonê çol lêgerîn kir, gelo dê hêzên beşdar li wan deveran, nêzîkî sînorê Îraq û Urdunê, bimînin? Gelo dê li wir bi cih bibin?
Mehmûd Hebîb: Niha herêma Tenef, herêma 55 kîlometreyî, herêmeke gelek mezin e û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî lê ne. Ez bawer dikim ku pêwîstiya wan bi wê yekê heye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li wir belav bibin, ji ber ku hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê (Ceyş Sûriyeya el-Hurre) jî li wir in û hevparên Hevpeymaniya Navneteweyî ne di şerê dijî terorê de, lewma herêmeke mezin vedigirin.
Rapor behsa wê yekê dikin ku amadekarî ji bo avakirina baregeheke leşkerî ya Amerîkayê li herêma Dumeyrê tê kirin, lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin. Eger ev yek çêbibe, wê demê dibe ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî baregehan an jî rêyên dabînkirina pêdiviyên xwe bi rojhilatê Feratê re bihêlin.
Mijar di serî de, wekî aqîdeya me ya şerkirinê di HSDyê de, bi rûbirûbûn û şerê li dijî rêxistina DAIŞê ve girêdayî ye, ji ber ku ew metirsiyê li ser Sûriyeyê û gelê wê çêdike. Tu çavbirçîtiyeke me li tu cihekî din nîne, em aştî û ewlehiyê ji bo gelê Sûriyeyê dixwazin û di vê oxirê de me qurbaniyên gelek mezin dane. Tevahiya gelê Sûriyeyê niha dizane ku çiqas girîng e ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk vî erkî bi cih bînin.
Rûdaw: Em tên ser behsa hebûna leşkerî ya Amerîkayê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî ligel wan axaftin û raporên ku behsa vekişîna hêzên Amerîkayê ji du baregehan li rojhilatê Sûriyeyê dikin. Li gorî zanyariyên we, niha hejmara baregeh û leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê çend e?
Mehmûd Hebîb: Di rastiyê de, ti amarên min ên hûr li ser hejmara hêzên Amerîkayê nînin. Derbarê vekişîna Amerîkayê de, ew ji nû ve bicihbûn e. Wekî ku hin raporên amerîkî behs kirine, ev yek ji bo kêmkirina lêçûnên xebitandina baregehên zêde ye. Ew dixwazin van lêçûnan kêm bikin û hêzên Amerîkayê li yek cîhî kom bikin, wan li baregehên pir mezin bi cih bikin ku parastîtir û bihêztir in, li şûna ku wan li ser zêdetirî 17 baregehan belav bikin, ku berê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hebûn.
Ji ber vê yekê, mijar bi lêçûnên xebitandinê, rewşa ewlehiyê, kontrola ewlehiyê, berdewamî û dînamîzma tevgera van hêzan ve girêdayî ye. Bi vî awayî hêzên bejayî, asmanî û piştgiriyê dê li yek cîhî bin û karibin piştgiriya hev bikin, li şûna ku li ser gelek deveran bên dabeşkirin.
Ez careke din dubare dikim, hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bûye biryareke stratejîk a rêveberiya Amerîkayê û herî kêm di vê qonaxê de guhertin tê de çênabe. Em aloziyên mezin ên herêmê û girîngiya van baregehan ji bo manê li Sûriyeyê dibînin. Ji bilî vê, mana wan ji bo berdewamkirina şerê li dijî rêxistinê (DAIŞ) pêwîst e, ku dixwaze her derfetekê bi kar bîne ji bo vegerê. Ev yek jî metirsiyê li ser asayişa niştimanî li Sûriyeyê û aştî û asayişa navdewletî çêdike, ji ber vê yekê erk dikeve ser milê hêzên Amerîkî ku bimînin û van baregehan bi awayekî ku li gorî rola girîng a Dewletên Yekbûyî be, bihêz bikin.
Rûdaw: Li gorî we, gelo (hêzên Amerîkayê) dê tenê bi yek baregehê razî bin wekî ku tê gotin, an dê zêdetirî baregehekê hebe ku tê de bi cih bibin?
Mehmûd Hebîb: Bi baweriya min, dê bibin du baregeh. Hin rapor behsa du baregehên mezin li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin. Lê wekî min got, ya herî girîng ew e ku hêzên Amerîkayê dimînin û dê şiyana van baregehan a destwerdanê di erkên pêwîst de hebe, çi di warê asmanî, bejayî an jî operasyonên di warê peywendî û îstixbaratê de.
Rûdaw: Gelo dibe ku geşbûna DAIŞê li çolistanê bibe sedema pêdaçûnê di mijara vekişîna hêzên Amerîkayê de an ji nû ve bicihbûna wan an jî kêmkirina hejmara wan bo nêzîkî nîvî?
Mehmûd Hebîb: Rêveberiya Amerîkayê ji sala 2019an ve heta niha behsa vekişîneke rasteqîn ji herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê nekiriye. Tenê behs hatiye kirin ku dibe ev vekişîn çêbibe, dema ku Dewletên Yekbûyî piştrast bibe ku Sûriye êdî pêwîstî bi van hêzan nîne, bi vê yekê pirsgirêka rêxistina DAIŞê bi dawî hatibe û rewşa Sûriyeyê ketibe ser rêya selametiyê wekî ku tê gotin, hingê êdî pêwîstî bi hebûna hêzên Amerîkayê namîne. Lê heta ku pêwîstî bi mana van hêzan hebe, ew ê bimînin. Wekî min got, ev yek berjewendiyên herdu aliyan misoger dike, çi Sûriyeyê û çi jî we.
"Em qebûl nakin ku li Sûriyeyê du dewlet hebin"
Rûdaw: Raya we li ser daxuyaniya Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack çi ye ku gotibû danûstandina Washintonê dê bi hikûmeta Sûriyeyê re be û pêwîst e HSD di nav Wezareta Parastinê de bê tevlîkirin?
Mehmûd Hebîb: Di rastiyê de, axaftineke mentiqî ye, axaftina zilamekî berpirsiyar e. Em di pêvajoya vê tevlîkirinê de ne. Lîjneyên hevbeş hene ku li ser hemû hûrgiliyên pêwîst ji bo pêkanîna vê tevlîkirinê lêkolînan dikin, çi di warê leşkerî, siyasî, aborî, ewlehî û hemû wan sektorên ku divê bi hev re bên yekkirin. Lîjneyên pispor hene ku vî karî dikin û em hêvîdar in ku ev tevlîkirin di demek nêz de pêk were.
Ji ber vê yekê, divê axaftin bi yek dewletê re be, ne bi du dewletan re. Em hewl nadin ku li Sûriyeyê du biryar hebin, wekî ku General Mezlûm Ebdî got: "Em rê nadin ku li Sûriyeyê du artêş hebin." Ji ber vê yekê ev pêvajo berdewam e û em hêvîdar in ku di demek nêz de bigihîje encamê.
Rûdaw: Pêvajoya tevlîkirina HSDyê di nav Wezareta Parastinê de gihiştiye kîjan astê? Rêjeya wê çiqas e? Gelo sedî 10 an ji sedî 20 e? Bi taybetî di bin siya gotara tund a medyaya alîgira hikûmeta niha de, an li pişt perdeyê tiştên din li ser agirekî hêdî dikelin, wekî ku tê gotin?
Mehmûd Hebîb: Belê, te bi xwe got, li pişt perdeyê tiştek diqewime û ew girîngtir e. Em rêzê li azadiya medyayê digirin û ez hêvîdar im ku medya vekirî be û rexneyan bike. Lê medyaya siyasîkirî, ew medyaya ku rastiyan berovajî dike an dixwaze di nav şeqama sûrî de nakokiyan çêbike, bêguman medyayeke şaşker e û ti feydeya wê nîne, ne ji bo gelê Sûriyeyê li rojhilatê Sûriyeyê û ne jî li cîhên din.
Ji ber vê yekê, tiştê ku niha diqewime, lihevkirin an pêvajoya çareserkirina hemû dosyayên hilawîstî yên di navbera herdu aliyan de ye, da ku paşê bên eşkerekirin. Wekî ku her tim sûrprîz ji me re çêkirine, gotûbêj hebûn ku me hûrgiliyên wan nedizanîn, paşê ji nişka ve em dibînin ku di vê çarçoveyê de biryarên pir girîng derketine. Ev jî tiştê ku ez pêşbînî dikim e; tiştê ku dûrî medyayê tê behskirin, dê di berjewendiya welatiyê sûrî de be û dê bibe mizgîniyeke xweş ji bo hemû gelê me li Sûriyeyê.
Rûdaw: Di van demên dawî de, raporên medyayî hatin weşandin ku behs dikin ku hêzeke taybet a HSDyê beşdarî parastina Ehmed El-Şera, serokê Sûriyeyê dike. Gelo ti zanyariyên we di vî warî de hene? Ev rast e an na?
Mehmûd Hebîb: Bi awayekî fermî yan jî eşkere, tiştek ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve di vî warî de nehatiye ragihandin. Ez bawer nakim jî ku rewşa Serok Ehmed El-Şera gihiştibe wê radeyê ku pêwîstiya wî bi parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk hebe. Ew bi xwe xwedî hêzên taybet e ku dikarin koşkê biparêzin. Lê geştên leşkerî gihiştine Şamê ligel wan şandeyên ku ji bo danûstandinan çûn û me hemûyan ew dît. Dibe ku ev mijar bi şaşî hatibe şîrovekirin. Ji ber vê yekê, ez bawer nakim ku rewşa Şamê gihiştibe vê astê.
Rûdaw: Raya we li ser daxuyaniyên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê çi ye, derbarê wê yekê ku tohmetbarên teqîna Dêra Mar Îlyasê ya li Şamê ji Kampa Holê hatine û HSDyê ev yek red kir? Gelo ev yek wekî aloziyeke di navbera her du aliyan de nayê dîtin?
Mehmûd Hebîb: Belê, daxuyanî bi lez hatibû dayîn û di çarçoveyeke cuda ji ya ku diviyabû bihata nîşandan, hatibû wergirtin. Ew axaftinên Wezareta Karên Navxwe ji aliyê aliyên pêwendîdar ve hatin redkirin, çi li ser asta navxweyî be, çi jî li ser asta herêmî û navdewletî be.
Ji ber vê yekê, mijara teqandina Dêra Mar Îlyas a li Şamê pîvaneke gelek mezin wergirt û gelek girîng bû ku li benda rastiyan bihata sekinandin. Baştir bû ku Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê xwe ji îşaretên bi vî rengî yên li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk dûr bigirta.
Tiştekî biaqil bawer nake ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku 10 hezar şehîd dane û zêdetirî 10 salan e şerê rêxistinê dikin, pêwendiya wan bi çekdarên rêxistinê re hebe yan jî piştgiriya operasyonên wê bikin. Ev yek bi temamî dijî mantiqê ye.
Em ligel hevparên xwe yên di nava Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de kar dikin, ku çavdêriya hemû bûyerên li herêmê dikin. Aqîdeya me ya şer li dijî çekdarên rêxistinê û fikra terorîst a tundrew û tarîperest e. Di heman demê de, em ligel Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kar dikin ku çavdêriya hemû tevgeran dikin. Ji ber vê yekê, tişta ku Wezareta Navxweyî behs kir, dûrî rastiyê û ne mantiqî bû. Baştir bû berî ku bi vî awayî biaxivin, hinekî li bendê bimana.
"HSD Niha di birêvebirina Kampa Holê de berdewam dike"
Rûdaw: Çarenûsa Kampa Holê dê çi be, bi taybetî piştî serdana şandeya hikûmetê? Gelo dê di pêşerojê de di bin rêveberiya Şamê de be, yan dê weke xwe bimîne, yan jî dê rêveberiya wê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de hevbeş be?
Mehmûd Hebîb: Li Kampa Holê malbatên çekdarên rêxistinê hene. Daxwazek ji hikûmeta Şamê hebû, ku dixwest serdana vê kampê bike û me jî bersiva daxwaza wan da û ew jî hatin. Wan pêşniyar kir ku bi garantiya hikûmeta Sûriyeyê, hinek malbat ji bo malên xwe werin vegerandin û bersiva vê daxwazê jî hat dayîn.
Tişta ku bi Kampa Holê ve girêdayî ye, ne pirsgirêkeke pir mezin e. Em daxwazê ji wan welatan dikin ku welatiyên wan li Kampa Holê ne, welatiyên xwe vegerînin, di serî de jî hikûmeta Sûriyeyê. Lê belê weke me got, divê ev veger vegereke guncaw be, ango garantî hebe da ku ev kes venegerin ser karên xwe yên terorîst.
Mijareke din, divê navendên rehabîlîtasyonê û hewldanên ji bo mejîşûştina wan zarok û malbatên rêxistinê hebin, ku fikra rêxistinê ketiye nava wan. Divê navendên rehabîlîtasyonê hebin ji bo ku wan ji wê çarçoveya reş û tarî derxînin. Ji ber vê yekê, vegera malbatan ji bo malên xwe li ser asta navxweyî ya Sûriyeyê, pêwîstî bi hewldaneke rastîn û garantiyên ewlehiyê yên zelal heye, da ku em careke din nekevin nav pirsgirêkên din ên bi çekdarên nû yên DAIŞê an jî malbatên rêxistinê re.
Derbarê malbatên din ên xwedî nasnameyên (regeznameyên) cuda de, em daxwaz dikin ku hemû welat welatiyên xwe vegerînin. Ev mijar bi wê ve girêdayî ye ku niha di bin çavdêriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de dimîne, heta ku, weke min demek berê got, proseya lihevkirinan li ser hemû wan dosyeyên ku niha li Şamê li ser tên gotûbêjkirin, bigihêje encamekê.
Rûdaw: Aliyê Îraqî dem bi dem rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzidî ji xaka Sûriyeyê radigihîne. Gelo ev yek bi hemahengiya bi Hêzên Sûriyeyaya Demokratîk re tê kirin an bi aliyên din re?
Mehmûd Hebîb: Di rastiyê de, eger revandî li Idlibê yan Helebê yan jî li wan deverên ku li derveyî kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk in bin, wê demê hemahengî bi aliyên din re tê kirin, dibe ku Tirkiye, hikûmeta Şamê yan jî rejîma berê be.
Lê belê derbarê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bêguman dê hemahengî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hebe. Ew haletên ku me lêkolîn li ser kirin û em li wan rast hatin, li Kampa Holê bûn. Piştî lêgerîn, lêkolîn û lêpirsîneke zêde, me zanî ku jinên Êzidî yên revandî di nava malbatên rêxistinê de ne û me karî wan ji kampê derxînin.
Ji ber vê yekê, her lêgerîneke ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin, bêguman Hêzên Sûriyeya Demokratîk tê de beşdar in, lê li derveyî deverên di bin kontrola me de, aliyên din beşdarî vî karî dibin.
"Tu Mûşekên Îranê li Baregehên Amerîkayê neketin xwarê"
Rûdaw: Em werin ser behsa şerê Îran û Îsraîlê. Gelo di dema şerê 12 rojan de tu mûşek an dronên Îranê li ser baregehên Amerîkayê ketin xwarê?
Mehmûd Hebîb: Ez bawer nakim ku tu mûşek an dron li ser bîngehan ketibin xwarê. Ez bawerim tenê carekê, an dronek an jî mûşekek ku hatibû armanckirin, bermayiyên wê li herêmeke nêzîk ketin xwarê, ne li ser baregehên Amerîkayê, lê belê li herêmeke nêzîkî baregehên Amerîkayê. Tenê ev yek qewimî.
Yanî, ti armancgirtineke rasterast a baregehên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çênebûye. Eger armancgirtineke rasterast jî hebe, wê demê mûşek berî ku bigihîjin hatine pûçkirin, ji ber vê yekê ti zirar negihîştiye wan bîngehan. Belê, negihîştine wan.