Berpirsê Wezareta Karên Derve yê Sûriyeyê: Em hemû şêweyên nenavendîtiyê red nakin
Berpirsê Birêvebiriya Kar û Barên Amerîkayê yê Wezareta Karên Derve yê Sûriyeyê Quteybe Îdlibî di hevpeyvîneke taybet de ku Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed kiriye, derbarê paşeroja Sûriye û Kurdan axivî.
Quteybe Îdlibî yê ku bi xwe jî Kurd e, diyar kir ku ew modelên xweseriya siyasî yên wekî federalîzmê red dikin lê tekez kir ku mafên çandî yên Kurdan "mafeke xwezayî ye û nabe bibe mijara danûstandinê jî."
Îdlibî, daxwaza Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ku wekî xwe tevlî artêşa Sûriyeyê bibe, bi awayekî tund red kir û got:
"Di nav artêşê de artêş çênabe. Me ev model li Lubnan û Îraqê dît û em bi nearamiya ku ew bi xwe re tîne dizanin.
Li Sûriyeyê ti carî rê li ber vê yekê nayê dayîn."
Îdlibî, wek çareserî pêşniyar kir ku şervanên HSDyê ne wek yekîneyeke cuda, belkî bi awayekî takekesî û li gorî pisporiyên xwe bi temamî tevlî yekîneyên cuda yên artêşa Sûriyeyê bibin.
Îdlibî li ser pirsa gelo modela Pêşmerge ya li Herêma Kurdistanê dikare ji bo Sûriyeyê bibe mînak, bi gotina, "Em bi giştî vekirî ne ku ji ezmûnên serketî an neserkeftî yên yên din fêr bibin," bersiveke dîplomatîk da.
Îdlibî li ser pirsa "Gelo hûn her cure nenavendîtiyê red dikin?" a derbarê nenavendîtiya ku Kurd daxwaz dikin, bi bersiva "Bê guman na" derî li ser vê mijarê negirt.
Wî li hemberî daxwazên federalîzmê wek çareserî, modela "nenavendîtiya îdarî" nîşan da û diyar kir ku ev yek jixwe di yasayên Sûriyeyê de heye lê ji aliyê rejîma Esed ve nehatiye bicihkirin.
Îdlibî îdia kir ku partiyên Kurd ên heyî, bi taybetî Kurdên li bajarên mezin, nûnertiya hemû Kurdan nakin, daxwazên welatiyekî Kurd ê asayî wiha rêz kir:
"Fêrbûna zimanê dayikê yê zarokên me li dibistanan, vekirina navendên çandî yên Kurdî, wergirtina xizmetê bi zimanê Kurdî li saziyên dewletê...
Ev ne xêr in û ne jî mijara danûstandinê ne, mafên xwezayî ne ku divê jixwe hebin."
Îdlibî yê ku li Zanîngeha Columbiayê ya Amerîkayê perwerdeya zanistên siyasî dîtiye û di heman demê de welatiyê Amerîkayê ye, berê nûnertiya mixalefeta Sûriyeyê li Amerîkayê dikir.
Ew gulana îsal ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ve ji bo posta xwe ya niha hat tayînkirin.
Naveroka hevpeyvîna bi Berpirsê Birêvebiriya Kar û Barên Amerîkayê yê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Quteybe Îdlibî wiha ye:
Rûdaw: Em çawa dikarin têkiliyên niha di navbera hikûmeta Sûriyeyê û rêveberiya Amerîkayê de binirxînin? Gelo em dikarin bêjin ku di rewşa xwe ya herî baş de ye?
Quteybe Îdlibî: Bê guman, di serî de ez gelek spasiya we dikim ku ez îro bi we re me. Têkiliyên Sûriye û Amerîkayê hîn jî di rewşa xwe ya herî baş de ne. Bê guman, piştî rizgarkirina Sûriyeyê û hilweşandina rejîma Esed, guherîneke mezin di siyaseta derve ya Sûriyeyê de çêbû. Di vê guherînê de giranî li ser derbasbûna ji rewşa îzolasyona siyasî bû, ku rejîma Esed zêdetirî pêncî salan di têkiliyên xwe yên derve de dişopand, ber bi avakirina têkiliyeke ku di bingeh de li ser bingeha hevparîtiyê hatiye damezrandin.
Em îro bi vî awayî li têkiliyên xwe yên bi welatan re nanêrin ku piştî mehekê an du mehan dê çawa bin, belkî em hewl didin van têkiliyan li ser bingeheke saxlem ji bo deh salên pêş de ava bikin. Ji ber vê yekê em temaşe dikin, difikirin û plansaziyê dikin ku ew têkilî di asta 10 sal, 20 sal, an 30 salên pêş de dê çawa be. Ji ber ku ev di rastiyê de bingeha hevparîtiyeke xurt datîne ku bi awayekî erênî li ser Sûriyeyê û Amerîkayê, û li ser gelê Sûrî û gelê Amerîkî xuya bibe.
Dibe ku gelek berpirsên Amerîkî ev pirs ji min kiribin, ez ji wan re dibêjim em hewl didin pireke pola di navbera Şam û Waşîngtonê de ava bikin ku her du welat û her du gelan bi hev ve girê bide. Lewma em bi kiryarî di destpêka vê rewşa avakirinê de ne û bêguman di geşedaneke berdewam de ye, û ya paşerojê jî dê bêguman ji ya îro çêtir be.
Rûdaw: Em dikarin wekî têkiliyeke baş wesif bikin. Herwiha, daxwazên Amerîkayê ji hikûmeta Sûriyeyê hene, ku daxwaz dike hikûmeta Sûriyeyê bikeve nav Rêkeftina Îbrahîmî. Gelo hikûmeta Sûriyeyê ji bo vê yekê amade ye?
Quteybe Îdlibî: Tu daxwaziyek ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve ji hikûmeta Sûriyeyê re di çarçoveya vê têkiliyê de nîne. Bi kiryarî, têkiliyeke hevpar an hevparîtî di navbera Sûriye û Amerîkayê de heye, ku di rastiyê de gelek mijarên hevpar li xwe digire ku divê her du welat li ser bixebitin.
Danîna her mijarekê di çarçoveya daxwaziyê de di rastiyê de zêdetir nêzîkî atmosfera medyayî ye, lê di rastiyê de tu daxwazî nînin, belkî berjewendiyên hevpar hene ku Sûriye û Amerîka li ser dixebitin. Beriya her tiştî, aramiya herêmê. Îro Sûriye ew astenga sereke ye ku piştî derketina milîsên Îranî, rê li ber vegera wan û li ber vegera Hizbullahê bo herêmê digire û rê li ber wê rewşa nearamiyê ya ku vegera van bi xwe re tîne, digire.
Ev mijareke bingehîn e û bêguman di serê karên Amerîkayê de ye li herêmê û di pêşîneyên me de ye jî. Wek ku birêz Wezîrê Derve û birêz Cenabê Serok di gelek hevdîtinan de amaje pê kirine, em îro dixwazin bibin pira pêkvegirêdanê li herêmê û em naxwazin Sûriye bibe stasyona gefan ji bo ti aliyekî li herêmê.
Paşê, em çawa têkiliyên xwe li herêmê birêve dibin, bêguman ew bi du aliyan ve girêdayî ye, ne tenê bi Sûriyeyê. Em îro li hemberî hemû cîhanê û li hemberî welat û hêzên herêmê vekirî ne, ji ber ku em bawer dikin ku avakirina her hevparîtiyekê pêwîstî bi du aliyan heye.
Rûdaw: Birêz Quteybe, behsa hevdîtina di navbera berpirsên hikûmeta Sûriyeyê û berpirsên Îsraîlê de bi çavdêriya Amerîkayê dihat kirin. Gelo ev hevdîtin hatine kirin?
Quteybe Îdlibî: Îsraîl bêguman lîstikvanekî sereke bûye li Sûriyeyê piştî rizgariyê. Ji roja yekem ve, wek ku me dît, Îsraîlê zêdetirî 700 êrîş birin ser baregehên leşkerî yên Sûriyeyê. Gelek peyam gihîştin me ku em dikarin wan wek peyamên dijminane ji bo gelê Sûrî bi giştî û ji bo hikûmeta Sûriyeyê bi taybetî wesif bikin.
Bê guman, karê dawî yê Îsraîlê, destdirêjiyên wê yên li ser Wezareta Parastinê ya li Şamê û êrîşa wê ya du hefte berê ya li ser hêzên ewlehiyê yên Wezareta Navxweyî ya li parêzgeha Siwêdayê bûn. Di vê çarçoveyê de, îro pirsgirêkeke me ya sereke bi Îsraîlê re derbarê reftar û siyaseta wê ya dijminane ya li hemberî Sûriyeyê heye.
Em bawer dikin ku du rê ji bo çareserkirina her pirsgirêkê hene: rêya şer an rêya siyasî. Em bawer dikin ku gelê Sûrî herî kêm 14 salan di şer de jiyaye.
Pêwîst e em dev ji şer berdin û gelê Sûrî ji şer û rûbirûbûnên zêdetir biparêzin. Ji ber vê yekê em bêguman ji bo çareserkirina hemû van pirsgirêkan di çarçoveya siyasî de vekirî ne û di vê rê de gelek hevdîtin ji bo kêmkirina aloziyan û rawestandina destdirêjiyên Îsraîlê çêbûne.
Ji aliyekî ve, ji bo ku aramî li herêmê hebe, ji ber ku zerermendê nearamiya Sûriyeyê ne tenê Sûriyî ne, belkî hemû herêm e. Ji aliyê din ve jî, ji bo ku derfet ji Sûriyan re were dayîn ku ew bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û destwerdan di pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyeyê de neyê kirin.
Rûdaw: Eger em behsa Kongreya Amerîkayê bikin, hefteya borî deng li ser rakirina tevahiya cezayan neda, bi taybetî cezayên Qeyser li ser Sûriyeyê, û merc û qonax ji bo rakirina van cezayan hiştin. Gelo we pêşbîniya vê yekê dikir?
Quteybe Îdlibî: Tiştê ku di destpêka hefteya borî de rû da, ne dengdaneke tam bû, belkî pêşniyarkirina projeyasayekê bû di Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran a Kongreya Amerîkayê de. Bêguman projeyasa hat pejirandin, lê ev hîn jî projeyasayek e û divê ji bo Komîteya Hêzên Çekdar û paşê ji bo tevahiya encûmenê were pêşkêşkirin û dûv re jî biçe Encûmena Pîran.
Lewma, ev ne gaveke temam e ji aliyê Kongreyê ve, belkî gaveke zelal û eşkere bû di nav Komîteya Darayî de ku komên zextê yên nêzîkî Îsraîlê û alîgirên wan bi tevahî çalak bûn ji bo pêşvebirina vê projeyê.
Tiştê ku em bi rêya vê projebiryarê dibînin, di rastiyê de bi awayekî sereke îfadeya cewhera hewldanên Îsraîlê di vî warî de li Waşîngtonê û paldana wan a ji bo vê biryarê ye. Ez bawer dikim ku gelê Amerîkî hîn gotina xwe derbarê vê yasayê de nekiriye, ji ber ku hîn di qonaxên xwe yên destpêkê de ye. Gelo me pêşbîniya wê dikir?
Di rastiyê de me pêşbîniya mezinahiya komplo û hewldanên Îsraîlê di vî warî de nedikir, bi taybetî piştî ku derket holê Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê û herwiha li Waşîngtonê bi rêya amûrên xwe çi kir, lê wek ku min got, ev nayê wê wateyê ku ev ji aliyê gelê Amerîkayê ve hatiye pejirandin.
Ez bawer dikim divê em li benda gotina dawî ya Serok Trump bimînin û wî jî bi zelalî siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Sûriyeyê di Konferansa Veberhênanê ya li Riyadê de diyar kir. Ez bawer dikim heta ku Serok Trump dernekeve û vê siyasetê neguherîne, tiştek neguheriye.
Belkî berevajî, em tekezkirineke tam dibînin ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve li ser wê siyaseta ku Serok Trump di Konferansa Riyadê de daniye. Ez bawer dikim rêgez zelal e û gotina gelê Amerîkî jî di vî warî de zelal e.
Rûdaw: Birêz Quteybe, gelo tu têkiliyek di navbera nerakirina cezayan û bûyerên ku li Siwêdayê rû dane de heye?
Quteybe Îdlibî: Derbarê rêgeza rakirina cezayan de, me ji Serok Trump rakirina temam a hemû biryarên cîbicîkar û serkirdayetiyê di meha borî de dît. Rakirina mayî ya cezayan pêwîstî bi rêgezeke yasayî û siyasî heye ku bi xwezaya xwe demeke dirêj dixwaze.
Mînak, rakirina polenkirina Sûriyeyê wek welatekî piştevanê terorê ku di sala 1979an de hatiye kirin, herî kêm şeş mehan pêwîst e ji wê dema ku serok amaje bi Kongreyê dide ku guherînek di siyaseta li hemberî Sûriyeyê de heye. Ev bi xwezaya xwe dem dixwaze. Yasaya Qeyser jî bi heman awayî dem dixwaze, nîqaş û şêwirên di nav Komariyan de û herwiha bi Demokratan re dixwaze. Ji ber vê yekê dem pêwîst e. Ev her du yasa bi kiryarî tenê asteng in li ber rakirina yekcarî ya cezayan.
Ez bawer dikim rêgezeke xwezayî ji bo rakirina cezayan heye. Dibe ku ew bûyerên xemgîn ên ku li Siwêdayê rû dane û tiştên ku derbarê wan de hatin gotin, di serî de bi dezenformasyona medyayî û paşê bi bikaranîna van bûyeran ji bo armancên siyasî, bi taybetî ji aliyê Îsraîlê ve, ez bawer dikim dê bandorê li ser hêdîkirina rêgeza rakirina cezayan bike, lê ez bawer nakim bandorê li ser rêgezê bi giştî bike.
Rûdaw: Eger em biçin ser mijara navxweyî ya Sûriyeyê, bi taybetî tiştên ku li Siwêdayê û berê li peravê rû dane, gelo metirsiyek ji dûbarebûna vê yekê li deverên Kurdî heye?
Quteybe Îdlibî: Derbarê mijûlbûna bi dosyeyan re, bila em ji dosyeya peravê dest pê bikin, yan jî bila em ji dosyeya rizgariyê bi giştî dest pê bikin. Bêguman, tiştê ku me piştî rizgariyê dît di rewşa aramiyê de, di pileya yekem de encama hewldanên hikûmetê bû, lê herwiha encama tiştê ku em dikarin jê re bêjin "pabendbûna giştî" ji aliyê hemû Sûriyan ve û ev jî ew rê ye ku Sûriyeyeke yekgirtî diparêze. Ev pabendbûna giştî bi xwezaya xwe hestiyar e, ji ber ku bi kiryarî ne tenê bi şiyana hikûmetê an dewletê ve girêdayî ye.
Pirsgirêkeke ku li peravê rû daye ew bû ku ev rêgez hate binpêkirin. Herî kêm ji nêrîna beşeke mezin a gelê Sûrî, dema ku komeke girêdayî rejîma Esed kemîn danîn û destdirêjî li hêzên ewlehiyê kirin û hejmareke mezin ji wan kuştin, ev wek hewleke darbeyê hate nîşandan.
Ev di rastiyê de nîşanek bû ji bo hemû civakê ku binpêkirinek di vê pabendbûna civakî de qewimiye û hewlek heye ji bo vegerandina saetê paşve. Hikûmeta Sûriyeyê hewleke mezin da û gelek ji wan hêzên ku çûbûn peravê ji bo şerkirina bi wan bermayîyan re ji herêmê derxist.
Nêzîkî 90% ji wan welatên ku ji şerê navxweyî derdikevin, rasterast di nav çend mehan de vedigerin şerê navxweyî. Ez bawer dikim niha eger em rewşa Sûriyeyê bi wê rewşê re bidin ber hev, em di rewşeke gelek çêtir de ne û ev ne tenê ji ber hewldanên hikûmetê ye, belkî ji ber yekîtî û piştgiriya gelê Sûrî ye.
Em vedigerin ser tiştê ku li Siwêdayê rû daye. Ew dişibiya tiştê ku li peravê rû da. Komeke girêdayî rejîma Esed ku di nav torên Captagon û diziyê de bûn, hewl dan xwe di bin kirasê tayifîgeriyê de veşêrin. Ew hêzên ku li ser Hecerî dihatin hesibandin, bangî aliyê Îsraîlî kirin û me êrîşên aliyê Îsraîlî dîtin. Vê yekê parêzgeha Siwêdayê vekirî hişt û xiste ber êrîşên her aliyekî.
Niha em tên ser rewşa civaka Kurd, gelo tirsek heye? Ez bawer dikim tirseke xwezayî heye. Lê hikûmet, wek ku min got, destê xwe ji hemûyan re dirêj kiriye û dibêje, "werin em pirsgirêkên xwe di çarçoveya çareseriya siyasî de çareser bikin." Werin em ji ezmûna dîrokî ya Kurdan a li Sûriyeyê fêr bibin û berjewendiyên gelê Kurd li pêş berjewendiyên kesane deynin.
Rûdaw: Rêkeftineke 10ê Adarê di navbera serokatiya Sûriyeyê û fermandariya HSDyê de hebû. Dihat payîn ku hevdîtinek li Parîsê birêve biçe, çima ev hevdîtin hat paşxistin?
Quteybe Îdlibî: Hevdîtina Parîsê tenê ji ber sedemeke teknîkî hat paşxistin, ji ber ku di demên dawî de hatibû organîzekirin. Bi kiryarî, vexwendname tenê çend roj beriya hevdîtinê hatibûn şandin û bi awayekî yekalî ji aliyê navbeynkaran ve di germiya bûyerên Siwêdayê de amadekarî jê re hatibû kirin.
Ji ber vê yekê paşxistin ji ber wê yekê bû ku di dema bûyerên Siwêdayê de bû, fokusa hikûmeta Sûriyeyê û serokatiya Sûriyeyê jî bi awayekî sereke li ser rawestandina agirbestê û kêmkirina krîzê bû ji tirsa dûbarebûna şer û, ji aliyê din ve, dema pêwîst ji bo amadekariya hevdîtinê tune bû.Wek ku hatiye ragihandin, hevdîtin di demek nêz de li Parîsê, dîsa di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de ji bo temamkirina gotûbêjan li ser cîbicîkirina rêkeftinê, dê were kirin.
Rûdaw: Gelo demek diyarkirî ji bo vê hevdîtinê heye?
Quteybe Îdlibî: Bi awayekî destpêkî demek diyarkirî hatiye danîn û dê di demek nêz de were ragihandin. Em nikarin niha ragihînin, hûn ê di demek nêz de bibihîzin.
Rûdaw: Derbarê mijara Kurdî, Kurdan di nav xwe de rêkeftin û konferanseke wan li Qamişloyê kirin, daxwazên wan hebûn û daxwaza ne-navendîtiyê kirin. Gelo hikûmeta Sûriyeyê hemû şêwazên ne-navendîtiyê red dike?
Quteybe Îdlibî: Bêguman na. Di serî de du tişt hene. Yekem, di wê civîna ku li Qamişloyê bi rê ve çû de, ez bawer dikim civîna gelek partî û komên Kurdî bû. Bêguman pirsek her tim tê kirin: Gelo ev partî û komên Kurdî nûneratiya hemû civaka Kurdî dikin?
Ez bawer dikim ev tiştek e ku divê Kurd bi xwe bersiva wê bidin. Ez wek takekesekî Sûrî, di gelek ji wan kom û partiyên Kurdî de nûneratiya xwe nabînim û gelekên din jî wek min in, bi taybetî dema ku tu li civakên Kurdî yên Hema, Laziqiye, Heleb û Şamê dinêrî, ku piraniya Kurdên Sûriyeyê pêk tînin, tu nûneratiyeke wan di nav van partiyan de nabînî.
Ji bilî vê, piştî wê civînê, behseke zêde li ser ne-navendîtiyê heye. Muameleya dewleta Sûrî an hikûmeta Sûriyeyê îro bi rêveberiyê re, bi taybetî rêveberiya xwecihî, gelek li ser bingeha ne-navendîtiyê ye, bi taybetî ne-navendîtiya îdarî.
Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku li ser mijara ne-navendîtiya îdarî xalên nakok hebin. Pirsgirêka navendîtiyê li Sûriyeyê pirsgirêkeke yasayî nebû, belkî pirsgirêkeke siyasî bû. Rejîma Esed nexwest tu şêwazeke ne-navendîtiyê ku di yasaya Sûriyeyê de heye cîbicî bike û wek rejîmeke dîktatorî, xwest hemû desthilatan di destê xwe de bigire.
Em îro dibêjin em ne rejîma Esed in û ne Partiya Baas a Erebî ya Sosyalîst in û ne neteweperestên Ereb in jî, ji ber ku em ji nêrîneke neteweyî ya Erebî lê nanêrin, belkî ji nêrîneke niştimanî ya Sûrî ku hemû Sûriyan kom dike. Ji ber vê yekê ew pirsgirêkên ku rejîma Esed ji ber cewhera xwe ya siyasî afirandine, divê em bi rêyên siyasî jî wan çareser bikin, ne bi afirandina çarçoveyên yasayî yên nû ku di bingeh de pêwîstiya me bi wan nîne.
Mînak, di nav yasayên Sûriyeyê de, yasaya 107 ya rêveberiya xwecihî desthilateke mezin dide ne-navendîtiya îdarî. Îro ez wek kesekî Kurd, çawa nûneratiya xwe di nav dewleta Sûrî de dibînim? Eger ez bikaribim zarokên xwe bişînim dibistanê û bikaribin zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî fêr bibin, wê demê ez vê yekê wek nûneratiya xwe û çanda xwe dibînim.
Eger ez bikaribim navendeke çandî ya Kurdî vekim, wê demê ez vê jî wek nûneratiya xwe dibînim. Eger ez li gundekî Kurdî bim û bibînim zimanê Kurdî di nav vî gundî de tê bikaranîn, ev jî nûneratî ye. Eger ez biçim saziyeke fermî ji bo derxistina belgeyekê û Erebîya min baş nebe, lê kesek hebe ku bi Kurdî biaxive û alîkariya min bike, wek piraniya welatên pêşketî, ez vê jî wek nûneratiya xwe dibînim.
Ev ew daxwazî ne ku ji bo mirovê Kurd ê asayî girîng in, ne ewên ku hewl didin destkeftiyên şexsî an siyasî bi dest bixin li ser hesabê pirsa mirovê Kurd ê asayî. Di vê çarçoveyê de, hikûmeta Sûriyeyê dibêje ev di bingeh de dîtina me ye ji bo muamelekirina bi pirsa Kurd û hemû Sûriyeyên din re.
Rûdaw: Birêz Quteybe, eger em behsa Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikin, di gelek hevpeyvînan de fermandarên HSDyê ji me re gotine ku ew ê bibin beşek ji sîstema parastinê ya Sûriyeyê an Wezareta Navxweyî û, behsa tevlîkirina nêzîkî 100 hezar çekdar kirine bi Wezareta Parastinê re, lê mercên wan hene ku bi pêkhateya xwe ya niha ve bikevin nav Wezareta Parastinê. Raya Amerîkayê di vî warî de çi ye?
Quteybe Îdlibî: Ez bawer dikim tiştê girîng raya Sûriyan e di vî warî de berî raya Amerîkayê lê ez ji te re dibêjim ku hikûmeta Sûriyeyê û hikûmeta Amerîkayê li ser tiştekî bingehîn li hev dikin, ew jî ev e ku nabe artêşek di nav artêşekê de û dewletek di nav dewletekê de hebe.
Me ev ezmûn berê dîtiye, li Lubnanê bi Hizbullahê re, li Îraqê bi milîsên Heşda Şeibî re û li cihên din jî me dîtiye. Artêşek di nav artêşekê de nikare dewleteke saxlem û aram ava bike û her tim dibe sedema fitne û nearamiya zêdetir.
Tiştê ku em bi zelalî behs dikin ev e ku di hemû movikên dewletê de cih ji hemûyan re heye. Ezmûna îro ya artêşa Sûriyeyê ji hevbendiya wan komên ku Sûriye rizgar kirin dest pê kir û paşê gelek komên din tevlî wan bûn. Vê hevbendiya ku ev artêş ava kir, bi xwe blokek di nav artêşê de ava nekir, di demekê de ku ew bi xwe damezrînerê vê serdema nû ye.
Wek ku me ji destpêkê ve li ser vî bingehî kar kiriye, em dibêjin nabe kom di nav artêşê de werin avakirin. Ji ber vê yekê, pirsgirêka îro ev e ku em çawa dikarin sûdê ji wan pisporiyên Hêzên Sûriya Demokratîk werbigirin lê di heman demê de rewşeke saxlem biafirînin ku artêş li ser were avakirin.
Ez bawer dikim ev rewşa saxlem bi tevlîkirina temam a Hêzên Sûriya Demokratîk di nav artêşa Sûriyeyê de pêk tê. Ev tê çi wateyê? Bibore bila ez fikra xwe temam bikim. Ev tê çi wateyê? Îro General Mezlûm Ebdî dibêje Hêzên Sûriya Demokratîk pisporiyên wan ên zêde hene ku di dema borî de bi dest xistine, û ez jî pê re hevrê me. Em dibêjin bila em sûdê ji van pisporiyan di tevahiya saziyên artêşa Sûriyeyê de werbigirin.
Çima em dixwazin van pisporiyan tenê di yek fîrqeyê de asê bikin? Ji bo ku dewlet sûdê ji wan werbigire, pêwîst e ez wan li gorî pisporiyan di nav hemû fîrqeyan de belav bikim.
Bi vî awayî ji aliyekî ve dewleta Sûrî dikare sûdeke temam ji pisporiyên HSD û çekdarên Kurd werbigire, ji aliyekî din ve jî em xwe ji wê yekê diparêzin ku Xwedê neke piştî demekê artêşek di nav artêşekê de û dewletek di nav dewletekê de ava bibe wek wan welatên din ên ku ev model bikar anîn û me dît çawa têk çûn an ketin nav rewşeke nearamiyê ku nikarin jê derkevin.
Rûdaw: Gelo ezmûneke we heye? Di rastiyê de li Herêma Kurdistana Îraqê, Hêzên Pêşmerge beşek in ji sîstema parastinê ya Îraqê lê di çarçoveya Wezareta Parastinê ya Îraqê de nînin û ser bi wezaretek serbixwe ne li Herêma Kurdistanê. Gelo em nikarin vî modelî li Sûriyeyê cîbicî bikin?
Quteybe Îdlibî: Em bi giştî vekirî ne ji bo fêrbûna ji ezmûna yên din, çi li wan cihên ku serketî bûne an têk çûne, ev tiştekî gelek girîng e, lê di dawiyê de, ezmûna Sûriyeyê û pêkhateya Sûriyeyê xweza û taybetmendiyên gelek cuda hene ji ezmûnên din, çi di xwezaya pêkhateyan de, çi di çanda wan de, çi di têkiliya wan a bi hev re.
Ji ber vê yekê em ji têgihiştina ezmûnên din dest pê dikin, lê pêwîst e em li ser ezmûna xwe ava bikin. Wek ku min got, em wek Sûriyî, bi taybetî di heyama heşt mehên borî de, ezmûneke me ya heta radeyekê serketî heye, kêmasiyên xwe hene û pêwîstî bi başkirinê heye, lê ezmûneke me ya serketî heye di awayê guherandina rewşa komgeriyê de bo saziyeke leşkerî.
Ev ezmûn di derbasbûna ji rewşa komgeriyê de ye bo fikirîna di asta niştimanî de û em dixwazin ev yek Sûriyeyê ji vegera bo dabeşbûn û perçebûnê biparêze.
Rûdaw: Rêveberiyeke Xweser heye ku saziyên ewlehiyê û xizmetguzariyê hene. Gelo hikûmeta Sûriyeyê dixwaze dawî li Rêveberiya Xweser bîne û tenê ne-navendîtiya îdarî bi mercên xwe an bi desthilateke kêm ve bihêle?nen
Quteybe Îdlibî: Ne-navendîtiya îdarî tê wateya ku alî bi xwe karûbarên xwe yên rojane bi rê ve dibin. Mayîna Rêveberiya Xweser, em dibêjin karê hikûmî an sazûmanî bi kesan ve girêdayî ye ne bi modelan. Nabe dewletek çendîn modelên sazûmanî hebin, divê yek model hebe, lê ew kesên ku ezmûna xwe vediguhêzin, dikarin di nav van saziyan de bin.
Bi kiryarî, tevlîkirina Rêveberiya Xweser tê wateya ku ew kesên ku di rêveberiya avê de kar dikin, dikarin her li wir bimînin. Ew kesên ku di tomara rewşa sivîl de kar dikin, dikarin di heman çarçoveyê de di bin sîwana dewleta Sûrî de bimînin. Bi kiryarî veguhestin gelek hêsan e û kes behsa derxistina karmendan nake.
Tiştê ku diguhere tenê ew çarçove ye ku sazî bikar tînin, lê sazî wek xwe dimînin. Di dawiyê de, pêşkêşkirina xizmetê ji gel re heman tişt e, çi tu cilên kesk li xwe bikî an şîn.
Rûdaw: Lewma, nakokiyên di navbera Kurdan û hikûmeta Sûriyeyê de çi ne?
Quteybe Îdlibî: Wek Kurdek, ez bawer nakim ku nakokî di navbera Kurdan û hikûmeta Sûriyeyê de hebe. Dibe ku hîn têgihiştineke temam di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de nebe.
Tiştê ku niha behs jê tê kirin û em hêvî dikin ku pêk were, ew e ku em çawa dikarin lez bikin û planeke pratîkî deynin ji bo cîbicîkirina rêkeftina meha Adarê ku di navbera General Mezlûm Ebdî û Serok Ehmed Şer de hatibû kirin.
Îro, ez bawer dikim ji ber rewşên cuda û nebûna mekanîzmayên avakirina baweriyê, hewleke wisa çênebûye ji bo cîbicîkirina temamî ya rêkeftinê. Tiştê ku em îro hêviya wê dikin ew e ku hewleke erênî ji bo avakirina baweriyê hebe, heta ku tu cih ji bo tênegihîştinê nemîne û tu sedemeke nearamiyê çênebe. Piştre planeke pratîkî û rastîn bi demek diyarkirî dê were danîn ji bo cîbicîkirina rêkeftinê heta ku em rûpelek nû vekin û hemû Sûriye, bi bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî, ber bi veberhênan û pêşxistina binesaziyê û afirandina derfetên kar ve gav bavêje. Ev di dawiyê de ew e ku Sûriyeyî dixwazin, çi Kurd bin an Ereb an Tirkmen.