Meryem Îbrahîm: Peymana 10ê Adarê dê di rojên pêş de were bicihanîn
Berdevka Şandeya Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm, hûrgiliyên dan û standinên "Peymana 10ê Adarê" ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de eşkere kirin û ragihand ku bicîkirina peymanê di çend rojên pêş de dest pê dike.
Meryem Îbrahîmê diyar kir ku li gorî xala yekem a peymanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê wekî 3 firqe û 2 lîwayan (yek jê YPJ) tevlî Artêşa Sûriyeyê bibin.
Meryem Îbrahîmê her wiha tekez kir ku HSD dê taybetmendiya xwe biparêze, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimîne û hêzên hikûmeta Şamê derbasî herêmên wan nabin.
Berdevka Şandeyê her wiha da zanîn ku helwesta Tirkiyeyê li hemberî vê pêvajoyê nerm bûye û pêwendî di navbera Enqere û Rêveberiya Xweser de hene.
Li aliyê din, Meryem Îbrahîmê ragihand ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di nava 10 rojan de ji bo hevdîtineke girîng biçe Şamê.
Berdevka Şandeya Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de û pêşhatên siyasî pirsên Sîma Abxizirê bersivandin.
Rûdaw: Peymana 10ê Adarê dê kengî were bicihanîn?
Meryem Îbrahîm: Dema we baş be. Ez dixwazim di vê hevpeyvînê de sersala nû li hemû gelên herêmê pîroz bikim. Peymana 10ê Adarê dê di çend rojên pêş de bê bicihanîn. Ew peyman ji 8 xalan pêk tê lê di xala yekem de girîngî didin dosyeya leşkerî. Berî her tiştî dê lihevkirin li ser xalên leşkerî bê kirin.
Rûdaw: Hûn dibêjin dê di van rojan de were bicihanîn, gelo ji bo bicîkirina peymana 10ê Adarê ti bipêşketinên nû hene ku hûn ji temaşevanan re zelal bikin?
Meryem Îbrahîm: Bi rastî ti dem nehatiye diyarkirin lê hêvî heye di rojên pêş de bê kirin. Me ragihand ku em ji bo her civînê amade ne da ku vê peymanê bi ch bînin. Derbarê dema diyarkirî de, her çiqas dem nehatiye destnîşankirin lê em pêşbînî dikin ku di rojên destpêkê yên sala 2026an de bê kirin. Pêwendiyên me û her du aliyan berdewam in lê ev peywendî hinekî sist û xav in. Pêwîst bû di sala 2025an de hatiba bicihanîn lê hinekî bi sistî bi rê ve diçin û dê di rojên pêş de bê kirin.
Rûdaw: Ji bo bicîkirina Peymana 10ê Adarê, gelo Amerîka wekî berê giringiyê bi bicîkirina vê peymanê dide?
Meryem Îbrahîm: Belê, di dema dawî de hinek nermî, hevkarî û pêşwazî li cem her du aliyan hebû. Ji destpêkê ve em wekî Sûriyeyî dixwazin vê peymanê bi cih bikin lê hinek hêzên herêmî hebûn ev peyman radiwestandin.
Di dema dawî de nermî heye; Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şanda dan û standinê û gelê wê bi hêvî ne ku hikûmeta veguhêz a Şamê hinekî bi lez tevbigere û bi gotin û di pratîkê de bicihanîna vê peymanê lez bike.
Rûdaw: Xatûn Meryem, serdana Mezlûm Ebdî ya bo Şamê hatibû bipaşxistin, gelo ti demeke nêzîk ji bo vê serdanê hatiye diyarkirin?
Meryem Îbrahîm: Ew civîn çênebû, ji ber pirsgirêkên teknîkî hat bipaşxistin û ti dema fermî nehatiye destnîşankirin. Lê baweriya me heye ku di van 10 rojên pêş de demeke ji bo hevdîtina General Mezlûm Ebdî bi berpirsên payebilind ên Şamê re bê diyarkirin.
Em hêvî dikin di vê hevdîtinê de bersiveke baş hebe û pêwendiyên her du aliyan baş bibin. Sala 2026an bibe sala xêr û xweşiyê; wekî min got, nermî û pêşwazî ji aliyê her du aliyan ve heye.
Rûdaw: Di navbera birêz Mezlûm Ebdî û Şamê de hinek lihevkirin hebûn, gelo Şamê xwe ji wan lihevkirinên vekişandiye yan hîn pabend e?
Meryem Îbrahîm: Di hevdîtinên me yên berdewam de, em dibînin ku hikûmet dixwaze bizanibe em çi sîstemê dixwazin. Daxwaza me ya sîstema nenavendî, daxwaza hemû gelên Sûriyeyê ye. Her kes dizane ku ji sala 2011an ve heta hilweşandina rejîmê, gelê Sûriyeyê banga azadî û aştiyê dikir û ev daxwaz nehatibû pêkanîn.
Ev daxwaz dê bi rêya nenavendîbûnê pêk werin da ku hemû gelên Sûriyeyê bibin yek û mafê hemû pêkhateyan bê parastin. Di hevdîtinan de, hikûmeta Şamê dixwest têbigihe ku Rêveberiya Xweser çi sîstemê dixwaze. Hinek aliyan bawer dikir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze cuda bibe lê di dawiyê de gihîştin wê qenaetê ku ev herêm cudabûnê naxwaze.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim bangî hikûmeta Şamê dikir ku Sûriyeya nû li ser sîstema nenavendî bê avakirin. Her wiha nivîsandina Peymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em li serê dimeşin, em bi hêvî ne bibe nimûneyek ji bo hemû parêzgehên Sûriyeyê.
Me nîşan da ku em ne cudaxwaz in û naxwazin hikûmeteke cuda ava bikin, em dixwazin tevlî hikûmeta Şamê bibin da ku bibe bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku hemû gel tê de beşdar bin.
Piştî ku hikûmeta Şamê têgihişt ku mebesta me ne cudabûn e, me dît ku nermî û pêşwazî ji aliyê wan ve hebû, ji ber ku ew bi xwe jî dizanin sîstema navendî dê pirsgirêkan kûrtir bike.
Rûdaw: Mekanîzmaya tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi jin û zilaman ve dê bi çi awayî be?
Meryem Îbrahîm: Her tim me gotiye ku komîteyeke pispor a HSDyê li ser vê dosyeyê kar dike. Dê sê firqeyên leşkerî û du lîwa hebin. Yek ji lîwayan taybet bi jinan e (YPJ) û lîwayeke din jî ji bo rûbirûbûna terorê ye. Niha peyman hatiye kirin ku ev hêz werin tevlîkirin.
Ji bilî lîwaya YPJyê, ew dê taybetmendiya xwe biparêzin û dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimînin heta demekê ku hemû hêz tevlî dibin. Dê li ser vê mijarê hewl bidin ku jinan jî tevlî artêşa Sûriyeyê bikin lê niha dê sîstema xwe ya leşkerî li Bakur û Rojhilat biparêzin.
Rûdaw: Gelo hêzên Sûriyeyê dê derbasî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, yan hêzên hikûmetê dê li bajarên wekî Siwêda, Tertûs û Lazqiyê bi krîzên din ve mijûl bin?
Meryem Îbrahîm: Dema em dibêjin 3 firqe û 2 lîwa dê hebin, ew dê di encamê de di bin sîbera artêşa Sûriyeyê de bin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk wan herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin û yekparçeyiya xaka Sûriyeyê diparêzin. Lê mijara hatina hêzên hikûmeta Şamê ya ji bo Bakur û Rojhilat nehatiye gotûbêjkirin.
Rûdaw: Yanî hêzên Şamê qet derbasî navçeyên we nabin?
Meryem Îbrahîm: Dema em dibêjin sîstema nenavendî, divê ev sîstem li ser hêzên leşkerî jî bê bicihanîn. HSD dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimîne û hêzên Şamê derbas nabin, ji ber ku HSD di bingehê de dibe pêkhateyek ji artêşa Sûriyeyê û li wir nûnertiya artêşê dike.
Ev yek rewatiyê dide HSDyê ku li cihê xwe bimîne û amade be ji bo parastina sînoran û serweriya Sûriyeyê. Ti pêwîstî nîne hêzeke din bê, ji ber ku em hemû Sûriyeyî ne û yek artêş û yek serweriya me heye.
Rûdaw: Gelo li ser şêweya sîstema birêvebirina nenavendî li Sûriyeyê lihevkirin çêbûye?
Meryem Îbrahîm: Wekî min got, tiştê niha girîng e û kar li ser tê kirin lihevkirina li ser dosyaya leşkerî ye. Mijarên din hîn nehatine gotûbêjkirin. Em niha kar dikin ku dosyaya leşkerî bi dawî bînin û bi garantioriya Amerîkayê îmze bikin. Piştî ku dosyaya leşkerî bi dawî bû, em dê li ser saziyên din jî li hev bikin.
Rûdaw: Hûn gef û hişyariyên Tirkiyeyê çawa dibînin?
Meryem Îbrahîm: Em dibînin ku Tirkiye di dema dawî de hinekî nerm bûye û pêwendî di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Tirkiyeyê de hene. Em her tim dibêjin Tirkiye cîran e û ewlehiya Sûriyeyê bandorê li ewlehiya wê jî dike.
Hêvîdar in ku Tirkiye roleke erênî bilîze û ji bo serkeftina vê peymanê kar bike da ku nakokî nemînin. Di demên dawî de em dibînin ku Tirkiye alîkar e da ku dewleta Sûriyeyê bibe xwedî ewlehî û seqamgirî, ji ber ku ev yek ewlehiya Tirkiyeyê jî xurt dike.
Em hêvî dikin ku Tirkiye alîkar be da ku em vê proseyê bigihînin dawiyê û xalên wê li ser erdê bên bicihanîn. Pêwîst e Tirkiye û hemû cîran alîkar bin, nexwe em dê ber bi şerekî navxweyî ve biçin ku ev ne di xizmeta gelê Sûriyeyê de ye û dê bandoreke nebaş li cîranan jî bike.
Rûdaw: Şandeya hevbeş a dan û standinê ya Kurdan dê kengî dest bi dan û standinên xwe yên bi Şamê re bike?
Meryem Îbrahîm: Du şandeyên me hene; şandeya me ya navendî ku ji Ereb, Kurd û Siryanan pêk tê, û şandeya kurdan a pispor. Şandeya Kurdan heta niha hevdîtinên fermî bi hikûmeta Şamê re pêk neanîne lê ew gelekî dixwazin bi Şamê re çareseriyekê ji bo doza kurdî bibînin. Derbarê şandeya navendî de, ew amade ye her dema ku dem hat diyarkirin dest bi kar bike.
Rûdaw: Xatûn Meryem, gelekî spas ku tu bûyî mêvana Rûdawê û te bersiva pirsên me da.
Meryem Îbrahîm: Gelekî spas.