Kendal Nezan: Divê Amerîka û Ewropa zextê li Sûriyeyê bikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Dr. Kendal Nezan û Ala Şalî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dr. Kendal Nezan û Ala Şalî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dr. Kendal Nezan Parîs Rojavayê Kurdistanê Fransa Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
A+ A-

Li Parîsa paytexta Fransayê, bi beşdariya kesayetên navdar ên cîhanî, konferansek li ser paşeroja Kurdan hat lidarxistin. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Dr. Kendal Nezan behsa hewldanên nû yên dîplomatîk kir.

Nezan ragihand ku Enstîtuya Parlamentoya Ewropayê biryareke girîng daye ku divê Sûriye ji bo asayîkirina têkiliyan, mafên Kurdan nas bike.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Dr. Kendal Nezan, piştî konferansa li Senatoya Fransayê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Ala Şalî: Dr Kendal Nezan rola we roleke gelekî girîng bû, her tim ji bo lobîkirin û nasandina Kurdan ji bo cîhanê, bi taybetî jî Fransayê. Berê xebatên we ji bo Kurdan hebûn û destên we xweş bin, îro jî konferanseke gelekî girîng we li dar xistiye. Girîngiya vê konferansê çi ye û em çawa dikarin garantî ji welatên wekî Fransa û bi taybetî Yekîtiya Ewropayê wergirin ku Kurd careke din komkujî li ser wan neyê kirin. Çawa ew dikarin piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û niha ji bo Rojhilatê Kurdistanê dikarin çi bikin?

Dr. Kendal Nezan: Belê, gelekî spas. Silav ji bo bernameya we jî. Îro li Senatoya Fransayê civîneke komîneyeke girîng hate lidarxistin bi beşdariya profesor û pisporên gelek welatên Ewropayê, ji Almanya, Swîsre û Japonyayê jî kes hatibûn. Brîtanya jî mazûvaniya hinekan kir. Ev hemû bi hev re difikirin ka em çawa dikarin hewl bidin ku raya giştî ya Fransa an jî Ewropayê alîkariya xwe berdewam bike. Ew hikûmeta Fransa û Yekîtiya Ewropayê çawa zêdetir piştgiriya Kurdên Rojava bike û Kurdên Rojhilat jî, ji ber ku li Rojhilat jî niha ketine nav rewşeke dijwar. Ez hêvîdar im ku piştî vê konferansê, em dê konferansekê li Senatoya Fransayê, tenê ji bo senatoran û yekê jî li Parlamentoya Fransayê ji bo meclisê lidar bixin. Ew jî dê rûniştinên xwe bikin, yanî guhdariya me bikin û biryarê bidin ku piştgiriya Fransayê berdewam be û baştir bibe.

Ev daxwaza me ye. Ji bo beşa Rojava, li ser pêşniyara Enstîtuya Parlamentoya Ewropayê, çend roj berê biryareke gelekî girîng stand. Yek ji wan biryarên ku ji aliyê Xanim Nathalie Loiseau ve hatibû pêşkêşkirin, wezîra berê ya karên derve ya Fransa bû. Ew serokatiya enstîtuya ewropî dike û bi piraniyek mezin deng da ku Yekîtiya Ewropa divê pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re bi şertekî girêbide ku mafên Kurdan bêne naskirin. Bi şertekî ku ber bi hilbijartinên nû yên bernameyeke diyar bibe. Ev biryara ku wan qebûl kir, biryareke girîng bû.

Ala Şalî: Birêz Dr. Kendal Nezan, pirseke min a dawî ji bo we heye, piştî şerê niha yê di navbera Îran - Îsraîl û Amerîkayê de rû daye, hûn rewşê ji bo Rojhilatê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Dr. Kendal Nezan: Belê, niha ev herêm hemû di bin xeter û gefa şer de ye. Bi taybetî ji bo Rojava ku ew jî cepheyeke şer e, hêviya me ew e ku piştî wî şerî ku demeke gelek dijwar e, yanî me bi xwe hêviya me ew e ku rejîm nemîne, piştî wê gelê Kurdistanê digel Azerî û Fars û yên din ber bi sîstemeke federal ve biçin û mafên xwe bi dest bixin. Her tiştê ku di destê me de be, em dê piştgiriya wan bikin.

Ala Şalî: Birêz Dr Nezan gelo Fransa garantî daye HSD û Rojavayê Kurdistanê. Parîsê Garantî daye ku mafên HSDyê biparêze û zextê li Hikûmeta Sûriyeyê bike?

Dr. Kendal Nezan: Garantî tenê ya Fransayê nîne, Fransa gotiye ew dê hewl bidin ku hemû mafên Kurdan werin qebûlkirin lê ji bo aliyên din jî divê em li Amerîkayê jî karekî baş bikin. Ew ‘Save The Kurds Act’ (Yasaya Parastina Kurdan) gelekî girîng e, bi Lindsey Graham û hemû kesên din re em kar dikin ku bi awayekî çalak zext li Hikûmeta Sûriyeyê bê kirin da ku qebûl bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst