Çîroka li pişt strana ‘Kurmancî Here Gulê’ û hunermendê bi maske Paix
Çend hefte ne ku straneke Kurdî li cîhanê olan dide. Strana bi "Kurmancî Here Gulê" li ser TikTok, Instagram, Facebookê û li nav mal, otomobîl û kolanan tê guhdarkirin.
Gelek kes dibêjin ji ber ku bi hişê çêkirî hatiye çêkirin ne balkêş e lê ew bi xwe jî guh didinê.
Gelo ciwanekî li pişt komputerê bi nivîsandina çend peyvan ev stran derxistiye yan li pişt vê stranê hunerek û çîrokek heye?
Tora Medyayî ya Rûdawê çû cem hunermendê ku ev stran çêkiriye.
Navê wî yê hunerî Paix e. Ew bi maske û alayên Kurdistan û Almanyayê derdikeve pêşberî xelkê.
Paix bi eslê xwe ji Dêrsimê ye û li Almanyayê mezin bûye.
Ew ne tenê bi hişê çêkirî, bi salan e di nav muzîkê de ye û 5 amûrên muzîkê dijene.
Wî heta niha ji bo hunermendên navdar ên Almanyayê yên wekî Xeter, Azad û Mero zêdetirî 500 stran çêkirine.
Hunermendê Kurd di vê hevpeyvîna taybet a li gel Rûdawê de behsa projeya "Hîva", çîroka strana "Kurmancî Here Gulê" û bandora hişê çêkirî ya li ser hunerê dike.
Her wiha ew eşkere dike ka çima maskeyê bi kar tîne û peyama wî ji bo Kurdên li diyasporayê çi ye?
Paix dibêje ku armanca wî ya sereke parastina çand û zimanê Kurdî ye û dixwaze bi rêya hunerê bibe dengê kesên ku dengê wan nayê bihîstin.
Ew destnîşan dike ku Kurdistan ji bo wî tê wateya aştiyê û dixwaze her tiştê jiyana wî bi Kurdî be.
Hevpeyvîna Hêmin Ebdullah a bi Paix re:
Rûdaw: Navê te Paix e û tu xelkê Dêrsimê yî. Kurmanciya te ne gelekî baş e lê tu hewl didî Kurdî û Almanî tevlîhev bikî. Tu li vir mezin bûyî û malbata te ji herêmeke wisa ye ku rastî asîmîlasyonê hatiye lê te hewl daye rehên xwe ji bîr nekî.
Paix: Belê, ez li vir mezin bûm lê min hewl da ku rehên xwe yên Kurdî ji bîr nekim.
Rûdaw: Te karekî mezin ji bo zimanê Kurdî kir. Gelek kesên ku nexwestine bi Kurdî biaxivin, niha guh didin strana te û peyva "Kurmancî" dibêjin. Hestê te çi ye?
Paix: Destpêkê ez şok bûm lê ez gelekî dilxweş im. Ji roja ku stran belav bûye ve lêdana dilê min bilez bûye. Ez bi wan hemû nameyên xweş ên ku ji min re hatine gelekî bibandor bûm. Spasiya hemû kesên ku piştgiriya me kirin dikim. Bê guman em dê bidomînin.
Çîroka li pişt strana "Kurmancî Here Gulê"
Rûdaw: Çîroka li pişt stranê çi ye? Fikir çawa ji te re hat?
Paix: Em demeke dirêj li dengekî bêkêmasî geriyan û em li ser xebitîn. Paşê em li dû navekî geriyan: Hîva. Me gelek stran çêkirin lê me ya herî baş hilbijart û belav kir.
Rûdaw: Çi qas wext girt? Hinek dibêjin tu tenê fermanekê (prompt) didî malperekê û xelas.
Paix: Eger ew qas hêsan bûya, dê bi hezaran stranên wisa bihatana çêkirin. Me tenê ji bo dengê wê zêdetirî du hefteyan û her roj çendîn saetan lêkolîn kir û me ceriband. Ji bo strana "Kurmancî Here Gulê" me 6 versiyon çêkirin û paşê me ew a ku hat belavkirin hilbijart.
Rûdaw: We şeş cure çêkiribûn, çima we ev hilbijart?
Paix: Ji ber ku ev yek rasterast çû nav dilê mirov û dema min guh lê girt tirs û lerz bi laşê min de hat. Hevjîna min got: "Waw, ev e!" Paşê me yekser li ser TikTokê belav kir.
Rûdaw: Te belav kir û te got: "Bila em bibînin ka kî dê bibîne." Te got êvara yekşemê dema te belav kir tu şok bûyî, behsa wê ji me re bike. Çîroka şokbûna xwe ji me re bêje?
Paix: Ez li jûra xwe bûm, hevala min bangî min kir û got binêre: "Min nû kir (update) û ji nişka ve bû 50 hezar bîner!" Piştî hinekî din me dîsa nû kir, 10 hezar bînerên din hatin. Wê demê me zanî ku algorîtmayê karê xwe kiriye. Her kesî belav dikir. Xelkê dipirsî: Hîva kî ye? Xelkê kû derê ye? Gelo Hîva keç e yan ez Hîva me? Wekî lehiyekê bi ser me de hat.
"Ez naxwazim rûyê xwe nîşan bidim"
Rûdaw: Dema tu dikenî ez te nabînim, çima tu maskeyê bi kar tînî? Çîroka li pişt vê çi ye?
Paix: Ez naxwazim rûyê xwe nîşan bidim heta ku ez di jiyanê de nagihêjim armancên xwe. Yek ji wan armancan ew e ku ez di aştiyê de bijîm û êdî nebînim ku gelê min yan gelên din tên çewisandin. Heta wê demê ez rûyê xwe nîşan nadim.
Rûdaw: Gelo aştî nêzîk e?
Paix: Ez hêvî dikim ku aştî di demeke nêzîk de were. Ez her roj hêviya wê dikim. Her wiha bi rêya projeya 144an em dixwazin bibin dengê wan kesên ku dengê wan nayê bihîstin.
Rûdaw: Gelo biryara we ew bû ku hûn bi Kurmancî muzîk û stranê çêbikin yan bi zimanên din jî, ji ber ku karên we yên bi zimanê Îngilîzî jî hene?
Paix: Bê guman di pileya yekem de bi Kurdî lê me xwest bi Îngilîzî jî muzîkê çêbikin ji ber ku zimanekî cîhanî ye. Ne tenê civaka Kurdî, em dixwazin dengê me bigihe hemû cîhanê.
Rûdaw: Malbata te jî paşxaneyeke Kurdî û hunerî heye, Kurdbûn ji bo te çi qasî girîng e?
Paix: Gelekî girîng e. Ziman, çand û dîn û gelê me hatine dûrxistin û çewisandin. Ez bi navê Bariş Korkmaz ji dayîk bûm – Bariş tê wateya Aştiyê. Ez dixwazim rêzê li navê xwe bigirim. Bêriya niştimanê xwe û kenê gelê min dikim ji ber ku bi hezaran sal e em tên dûrxistin. Ez dixwazim di vê de beşdar bim û tiştekî bikim, ez dixwazim bi Kurdî bijîm û jiyan û xwarin û evîna min hemû bi Kurdî bin. Kurdistan tê wateya aştiyê.
Rûdaw: Projeya we tenê strana "Kurmancî Here Gulê" bû yan tiştên din jî hene ku hûn çêdikin?
Paix: Bê guman. Di bin navê Hîvayê de dê her tim stran û projeyên me yên nû hebin. Di demeke nêzîk de straneke nû bi navê "Zindan û Jiyan" belav dibe. Her wiha projeyên me yên gelekî mezin li pêş in ku ez hîn nikarim agahiyên zêde li ser wan bidim. Lê dema ku qediyan em dê bê guman we agahdar bikin.
Tecrubeya 500 stranî û xebata bi Xeter re
Rûdaw: Gelo tu muzîkê wekî karekî profesyonel dikî yan wekî hobiyekê ye, ji ber ku dibe ku gelek kes wisa zanibin ku ev karê ciwanekî li pişt komputerê be? Ez rûyê te nabînim lê ez dizanim ku tu dikenî.
Paix: Ez ji temenê 14 saliya xwe ve li ser dikê me. Ez 5 amûrên muzîkê dijenim: Tembûr, piyano, dahol, gîtar û ûd. Dibistaneke min a muzîkê hebû ku zêdetirî 200 xwendekar tê de bûn. Di şahiyên dawetê de, di kluban de û di gerên hunerî de min muzîk jeniye. Min zêdetirî 500 stran ji bo hunermendên asayî, navdar, pîr û ciwan çêkirine. Bê guman ev ne tenê karê klîkekê ye, tecrubeyeke dûr û dirêj e.
Rûdaw: Tu bi kîjan hunermendên mezin re xebitî yî?
Paix: Ez bi Xeter re xebitî me û min stran ji bo wî çêkirine. Her wiha ez bi Azad, Mero, Capo, Haftbefehl, Kontra K û Capital Bra re xebitî me.
Rûdaw: Ew nav hemû hunermendên pir navdar ên Almanî ne, yê Amerîkayî jî stêrkek e di hîp-hopê de. Te tenê ji bo stranê kar kiriye yan te ji bo fîlmên cîhanî jî muzîk çêkiriye?
Paix: Belê, ji bo fîlmekî mezin li Almanyayê bi navê "Haps" ku îsal tê nîşandan. Behsa "Zindan û Jiyan" dike.
Rûdaw: Li kû derê, li Netflixê tê nîşandan?
Paix: Hîn ne diyar e ka li Netflixê yan li Amazonê tê nîşandan. Ez birêvebirê muzîkê bûm û min hemû muzîka fîlm û kampanyayê bi rê ve biriye. Fîlm nîşan dide ku divê mirov hewl bide rêya rast bigire û bibe dengê wan kesên ku dengê wan nagihîje ti derê.
Hişê çêkirî û huner
Rûdaw: Hinek muzîkjen ji hişê çêkirî ditirsin yan jî wekî hunereke rastîn nabînin. Tu muzîkjenekî bi tecrube yî û tu wê bi kar jî tînî. Çima hişê çêkirî ji bo hunerê baş e?
Paix: Ez bi awayekî din dibînim. Her gava ku tiştekî nû hat – wekî televîzyon yan iPhone – dihat gotin: "Ay Xwedêyo, ev metirsîdar e!" Lê mirov bi derbasbûna demê re pê re radibe. Cîhan diguhere û divê em pê re herin. Di vê rewşê de jî afirînerî bi hunerê re dibe yek. Eger ew dengê ku hişê çêkirî çêkiriye bandorê li ser min bike, nexwe ew xala girîng û bibandor e.
Rûdaw: Eger em vegerin ser stranê, gelo tenê hişê çêkirî û prompt e yan mirov jî tê de beşdar bûye û amûrên muzîkê jî tê de hatine jenîn?
Paix: Di projeya Hîvayê de di piraniya stranan de melodî min bi xwe çêkirine. Tu dikarî bi xwe melodiyê bidiyê û jê re bibêjî ku wisa stranê bibêje. Wekî mînak ez parçeyekî sazê dijenim û didimê û jê re dibêjim vê melodiyê ji min re çêbike. Her tim encameke baştir dide te û kalîteya wê ji ya ku tu tenê jê re binivîsî baştir e.
Rûdaw: Em dikarin guh bidin tiştekî û tu bijenî da ku bîner bibînin ku Paix ne hişê çêkirî ye?
Paix: Bê guman, hûn dikarin biryarê bidin ka ez tembûrê yan piyanoyê bijenim.
Rûdaw: Bila tembûr be ji ber ku Kurdîtir e.
Paix: Ew tembûra bavê min bû ku wefat kiriye.
Rûdaw: Ew jî hunermend bû, wisa ye?
Paix: Belê, ew mamosteyê min bû, ji bo muzîk û jiyanê. Temenê vî sazî zêdetirî 40 salî ye.
Rûdaw: Li kû derê hatiye çêkirin, li Kurdistanê?
Paix: Ev li Tirkiyeyê, li Mêrsînê hatiye çêkirin.
Rûdaw: Muzîkek ku bavê te jeniye yan we bi hev re jeniye ku di bîra te de mabe. Ew kîjan stran bû, navê wê çi ye?
Paix: Bavê min her tim ew parçeyê muzîkê dijeniye û gelekî jê hez dikir.
Rûdaw: Ew strana din a li ser azadiyê bû, tu dikarî piçekî bijenî.
Paix: Ew melodiya strana "Zindan û Jiyan" e.
Rûdaw: Ez tu carî ji muzîkê têr nabim lewma ez daxwazên zêde dikim. Gelek kesan ji bo strana "Kurmancî Here Gulê" vîdeo çêkirin, kîjan vîdeoya strana te herî zêde bala te kişand?
Paix: Bi rastî ew vîdeoya ku Rûdawê çêkiribû ji hemûyan balkêştir bû. Ji bo me ji hemûyan xweştir bû. Rûdaw ji bo me Kurdan jimare yek e, wê yekê ez gelekî dilxweş kirim. Bê guman vîdeoyên din jî hebûn lê ya Rûdawê min got waw, bi rastî jî xweş e.
Rûdaw: Rûdaw çima ji bo te hejmar yek e?
Paix: Rûdaw di nav hemû medyayan de xwedî karê herî bihêz e. Her tim nûçeyên nû digihêjin te û ez demeke dirêj e bernameya Diyasporayê dibînim.
Rûdaw: Ji bo min gelekî balkêş e, tu bernameya Diyasporayê jî dibînî?
Paix: Bê guman, dema ku Xeter bûbû mêvanê bernameyê. Pêwendiya me hunermendan bi hev re xurt e û em bi rêya hev agahdar dibin. Ew ji bo me balkêştir e ku hunermendekî me di medyaya Kurdî de derkeve. Rehên me wiha dikin ku bandor li ser me hebe.
Rûdaw: Peyama te ji bo Kurdên li diyasporayê, bi taybetî ji bo ciwanan çi ye?
Paix: Divê em bi dijwarî bixebitin. Divê em ji bo qenciyê bixebitin. Gelek kes bi çavekî tije pêşhukmî li me dinêrin, ji ber dîn an nijada me. Divê em bi zanist û xwendinê bibiriqin, bibin mînakeke baş û li her derê aştiyê pêk bînin.
Rûdaw: Çima navê "Paix"?
Paix: Paix bi zimanê Fransî tê wateya aştiyê. Ew navê min û peyama min e jî. Navê min bi xwe Bariş e, bi wateya aştiyê tê û paşnavê min Korkmaz e.
Rûdaw: Ez hêvî dikim ku cara din em bêyî maske bi te re hevdîtinê bikin, di paşerojeke nêzîk de berhemên te yên nû belav bibin û wê demê ez bi navê Aştî bangî te bikim, ne Paix.