Parêzgarê Hisîçayê: Rêbazên perwerdeyê yên Sûriyeyê dê wergerînin Kurdî

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di dosyeya yekxistina saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de “bipêşketineke hêsan” çêbûye.

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed di hevpeyvîneke taybet de ku Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê Nalîn Hesenê pê re kir de da zanîn ku amadekariyên dawî yên ji bo berdana hemû dîlan bi dawî bûne û berdana wan nêzîk e.

Parêzgarê Hisîçayê derbarê dosyeya perwerdeyê de jî eşkere kir ku pêşniyareke “gelekî girîng” heye ku bernameya fermî ya Sûriyeyê piştî wergerandina li ser zimanê Kurdî li navçeyên wekî Hisîçayê, Kobanî, Efrîn û Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bê dayîn. Wî ev yek wekî “yek ji gavên garantor” ji bo serkeftina lihevkirina giştî bi nav kir.

Rûdaw: Di dosyeya entegrasyona Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de di astên sivîl û leşkerî de, heta niha gavên herî berbiçav ên pratîkî çi ne?

Nûredîn Ehmed: Heta niha dosyeya entegrasyonê di aliyê leşkerî û hêzên ewlehiya navxweyî de bi hêsanî bi rê ve diçe û di gavên yekkirinê de bipêşketin heye. Wekî danîna li ser asta fermandariya lîwayan û binavkirina efserên çalak di nava pêkhateya lîwayan de. Komek ji van efseran li akademiya Artêşa Sûriyeyê rahênanê dibînin.

Her wiha alîkarê Wezîrê Parastinê û Alîkarê fermandarê firqeya çalak a parêzgehê hatin danîn. Ji bo ewlehiya navxweyî jî, alîkarê fermandarê hêzên ewlehiya navxweyî yê parêzgehê hat danîn. Komîte hene ku dê bi efser û endamên hêzên Asayîşê re hevdîtinan bikin. Armanc ew e ku tomarên wan temam bikin û bizanibin bê gelo ew amade ne tevlî refên hêzên ewlehiya navxweyî bibin yan na.

Ew dê li gorî şareza û jêhatîbûna xwe werin dabeşkirin da ku erkên xwe di paşerojê de li gorî yasa û rêzikên Wezareta Karên Navxwe bi cih bînin. Helbet ev dê bi taybetmendiyekê be. Eger pêwîst be ew dê di paşerojê de dewreyan jî bibînin. Di encamê de em dikarin bibêjin ku kar û bar di nava van her du sektoran de baş bi rê ve diçin.

Di rêza yekem de, dosyeya berdana hemû dîlan a bêyî şert û merc heye û ev yek di bin cîbicîkirinê de ye. Ji ber sedemên têkildarî pêvajoya yekxistinê ev dereng ketiye lê amadekariyên dawî ji bo berdana wan temam bûne. Diviyabû hefteya borî hemû dîl bihatana berdan. Piştî rakirina astengiyên ku vê dawiyê derketine holê dê di demeke nêzîk de ev yek pêk were. Her wiha, li ser vegera koçberan lihevhatin heye ku hemû koçber vegerin herêmên xwe.

Rûdaw: Dê çawa bê garantîkirin ku birêvebiriya hevbeş a li Hisîçayê bi rastî li ser bingeha lihevkirinê be û ti pêkhate xwe li derve nebîne?

Nûredîn Ehmed: Birêvebirî dê bê guman li ser bingeha lihevkirinê be. Ji ber ku danîn bi lihevkirin û beşdariya hemû pêkhateyan pêk tên da ku rola wan di rêvebirina saziyên hikûmî yên leşkerî û sivîl de hebe. Ev ji aliyekî ve.

Aliyê herî girîng ê ku divê hemû alî li ser bixebitin avakirina pirên baweriya hevbeş e. Ev pira baweriyê di navbera hemû aliyên pêwendîdar ên bi rêvebirina kar û barên parêzgehê û kar û barên dewletê de ye.

Ji aliyekî din ve, em hemû bi hev re dixebitin ku hemû pêkhate mafên xwe yên rewa û mafê welatîbûna rastîn bi dest bixin. Da ku welatiyên ji hemû pêkhateyan hîs bikin ku mafên wan hene û divê jê sûdê werbigirin û erkên wan jî li hemberî welatê wan hene.

Rûdaw: Ji bo temamkirina pêvajoya yekkirina leşkerî û îdarî bi temamî li parêzgeha Hisîçayê, dema pêşbînîkirî çi ye?

Nûredîn Ehmed: Hemû tiştên ku me gotin garantiya rastîn e ku em dikarin hêviyên xwe li ser ava bikin. Ev ji bo avakirina dewleteke yekgirtî ji hemûyan re û ji bo hemûyan e. Derbarê hûrgiliyên yekkirina hêzên leşkerî de, pîvanên taybet bi saziya leşkerî re hene lê dê taybetmendiyek hebe ku ji bo temamkirina pêvajoya yekkirinê li ber çavan bê girtin.

Demeke diyarkirî bi hûrgilî nîne lê em dixebitin ku pêvajoya yekxistinê bi leza herî zêde temam bikin. Da ku em dest bi pêvajoya avakirin û aktîvkirina saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî bikin.

Rûdaw: Kîjan alî çavdêriya bicihanîna peymana yekkirinê  ya li ser erdê dike û pabendbûna bi bendên wê garantî dike?

Nûredîn Ehmed: Her du aliyên peymanê xwedî îradeyeke zelal in ji bo bicihanîn û serxistina wê. Her kes dixebite ku astengiyên li ber serkeftin û temamkirina wê rake. Tevî ku di hin xetên hûr de astengî û zehmetî hene û hin aliyên derve û hundir naxwazin pêvajo bi ser keve jî. Ji ber ku berjewendiyên wan ên teng di dema cîbicîkirina bendan de zererê dibînin.

Ev îrade yek ji garantiyan e û her wiha aliyên navneteweyî hene ku mijaran bi awayekî nerasterast dişopînin lê garantora rastîn ew e ku hemû pêkhate mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

Ez dixwazim balê bikişînim ser rola neyînî ya ku hinek dezgehên ragihandinê û kesayet li ser torên civakî dilîzin. Ew gotara nefretê û têkdana aştiya civakî ji bo armancên şexsî an jî ji bo bidestxistina hinek ecibandinan belav dikin. Bêyî ku guh bidin bandorên neyînî yên weşanên xwe ew agahiyên dûrî rastî û objektîvbûnê belav dikin ku hemû nûçe û agahiyên bi tevahî şaş û derew in.

Rûdaw: Ehmed Hîlalî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku du pêşniyar ji bo xwendina bi zimanê Kurdî hene: Ya yekem pejirandina wê wekî derseke bijarte bi du dersan di hefteyê de. Ya duyem jî wergerandina tevahiya bernameya neteweyî bo zimanê Kurdî ye. Gelo ev pêşniyar bi rastî di nava plana yekkirina perwerdeyê de heye? Û hûn wergerandina bernameya neteweyî li zimanê Kurdî wekî tiştekî mimkin dibînin? Kîjan alî ev vebijêrk pêşniyar kiriye?

Nûredîn Ehmed: Belê, çendîn pêşniyar ji bo pêvajoya perwerdeyê hene. Ev ji çendîn civînên di navbera komîteyên ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê û Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de derketine. Yek ji pêşniyaran ew e ku bernameya yekgirtî ya Sûriyeyê bi zimanê Kurdî wergerandî li parêzgeha Hisîçayê, Kobanî, Efrîn û Şêx Meqsûdê wekî bernameyeke bijarte ji bo xwendekaran were dayîn.

Bi baweriya min, ev gav yek ji gavên herî girîng tê hesibandin. Min di piraniya civînên xwe de bi aliyên pêwendîdar ên vê dosyeyê re ev mijar nîqaş kir û girîngiya wê diyar kir. Ev yek gelekî mimkin e û yek ji gavên garantor ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê tê hesibandin.

Derbarê pêşniyarê de, ew yek ji berhemên hevdîtinên min ên ji destpêkê ve bi alî û pêwendîdarên vî karî re bû. Ji ber ku ew çareseriya lihevkirî ye ji bo pêvajoya entegrasyonê di dosyeya perwerdeyê de û helwest bi giştî li hemberî vê pêşniyarê erênî ne.