Inan GEDIK – Enqere
Namzedê CHP û MHPê yê serkomariya Tirkiyeyê Prof. Dr. Ekmeleddin Ihsanoglu, gotina xwe ya “kurdî ne zimanê zanistiyê ye” serast kir û got tirkî jî di heman rewşê de ye, lê di demekî de ev dê çareser bibe.
Ihsanoglu ji bo perwerdeya bi kurdî jî got, “Zimanek ne tenê bi axaftinê, bi xwendin û nivîsandinê pêş dikeve. Da ku zarok bikaribin bi vî zimanî bixwînin û binivîsin jî pêwîst e perwerdeyê bibînin.”
Ihsanoglu derbarê rojevê de, pirsên peyamnêrê Rûdawê bersivand.
Hûn li hemberî namzedekî xurt li Tirkiye bûn namzed. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Ez siûda xwe baş dibînim. Çimkî em dê di rejima parlamenter de serokomarekî yekitiya milet pêk bîne, hilbijêrin. Ji ber vê jî divê serokomar nûnertiya bêalîbûnê bike û bikaribe her kesî hembêz bike. Di serî de du partiyên parlamentoya me yên koka wan ji hev cuda û 13 partiyên me yên fikrên wan ne yek, li ser namzediya min bûn yek.
Namzedê ku hûn dibêjin xurt jî li aliyê partiyekî ye û dixwaze serokatiya vê partiyê bidomîne û Tirkiye bi zorê ber bi sîstema serokatiyê ve bibe. Lê belê miletê me li dijî vê yekê ye ku Tirkiye ji aliyê kesekî ve bê rêvebirin. Ji ber ku vê dizanim, baweriya me bi miletê min heye.
Di serdema propagandayê de hûn, bi aramiya xwe balê dikişînin. Ev helwesta we dê di demê serokomariyê de jî bidome?
Welatiyên me ji siyaseta hêrsdariyê gelekî westiyane. Gelek derdên welatiyan hene. Derdê wan ê nanî heye. Yên ku siyasetê dimeşînin bila bi vî derdî eleqedar bibin. Milet, tenahî û tebatiyê dixwaze. Ez dê di serokomariya xwe de jî di hewla vê tebatiyê bidim û ji bo aramiya miletê me fikrek hevpar bişopînim.
Eger hûn bo serokomariyê bên hilbijartin, li gel Serokwezîr Erdogan têkiliya we dê çawa be?
Ez bêm hilbijarin, helbet dê bi Serokwezîr re ji bo pêşketina dewlet û miletê me hewl bidim. Ez bi salan e Birêz Serokwezîr nas dikim. Ji bîr nekin, ez bawermendê bêalîbûnê me û dê her tim jî wisa bimînim. Ew hikûmet, hikûmeta min e jî. Hikûmeta miletê min hemûyê ye.
Hilbijêrên ku dengên xwe bidin namzedê HDPê Demirtaş, eger hilbijartin bimîne bo dora duyemîn dê dengên xwe bidin kî?
Ez serkeftinê ji bo Birêz Demirtaş dixwazim. Di destpêka kampanyayê de jî ez lê geriyam û min ev daxwaziya xwe jê re ragihand. Hevalekî gelek şareza ye. Meseleya dengdanê, biryara milet e. Em dê bibînin. Di wê baweriyê de me ku eger hilbijartin bimîne dora duyemîn, hilbijêrên ku dengê xwe dayîn Birêz Demirtaş dê bi mîsogerî piştgiriya min bikin. Çimkî qet jê guman nakim ku ew hilbijêr jî li dijî rêvebiriya kesekî tenê ne û serokomarekî ji demokrasiyê û mafên mirovan re rêzdar dixwazin. Ez bi wan bawer im.
Pêvajoyeke bi desthilatiya AK Partiyê destpêkirî heye. Erdogan daxuyand ku eger ew bibe serokomar dê ev pêvajo bidome. Eger hûn bê bijartin, pêvajo dê çawa bidome?
Min jî piştgiriya xwe nîşan da, ji ber ku aşitî tê axaftin. Pêwîst e em vê tişta ku jê re dibêjin aşitî, ji rewşa gumanbariyê û ji bin metirsiya çekan derbixin. Dive em aşitiyeke rasteqîn bikin armanc. Min gelek caran anî ziman; divê ev aşitiyeke bi tevahiya miletî û parlamentoyê ve hatî pesendkirin û mayînde be. Aşitiya ku kêmasî û xeyîdiyên wê heyî, nabe aşitî. Ez weke serokê vê dewletê û nûnerê yekitiya miletî, dixwazim ev pêvajo li ser bingeheke saxlem bê danîn.

Ji ber daxuyaniya we ya; “kurdî ne zimanê zanistiyê ye” bi taybetî ji derdorên kurd, hûn hatin rexnekirin. Kurdî çima ne zimanê zanistiyê ye? Qey perwerdeya kurdî ne mimkun e?
Em bibêjin, gotinek ya min a şaş hatî famkirin e, an jî hewldayînek çêbû ji bo ku şaş bê fêmkirin. Di meseleya zimanên zanistiyê de min destnîşanî civakên ku di dîrokê de zimanên xwe bi heman şeklî weke zimanê zanistiyê bikaranî kir. Di demekî de piştî farisî, erebî, kurdî û tirkî ji rojhilatê ber bi rojavayê ve çûn, zimanên rojavayî bûn zimanên zanistiyê. Min jî got, bi vî şeklî ve mixabin pirsgirêka kurdî ya wiha heye û di gel ev qas lêkolînên zanistî, heta kêmasiya tirkî jî di vê hêlê de heye. Lewma ji bo zimanê zanistiyê hinekî dem û hewldan pêwîst e. Înşeleh em dê wan rojan jî bibînin.
Di gel vê, perwerdeya bi kurdî helbet çêdibe. Zimanek ne tenê bi axaftinê; bi xwendin û nivîsandinê pêş dikeve. Da ku zarok bikaribin bi vî zimanî bixwînin û binivîsin jî pêwîst e perwerdeyê bibînin. Lê belê, welat Tirkiye ye û zimanê fermî jî tirkî ye.
Li Rojhilata Navîn, rewşa aloz heye. Di gel vê, hûn siyaseta Tirkiyeyê ya derve çawa dinirxînin?
Tê dîtin ku hinek welatên cîranê me û yên ne cîranên me, ketine nav gengeşiyên bê feyde de. Dîsa tê dîtin ku pêdiviyên vê avahiya tevlihev ne hatine pêkanîn û ji ber berê de hisabê vê yekê baş nehatiye kirin, gavên hatî avêtin rîskên mezin derxistine hole. Siyaseta derve, weke ya navxweyî nayê rêvebirin. Xeletiyan qebûl nake. Dive teqez em giraniyê bidin siyaseta qenciya gelê me û gelên herêmê kirî armanc.
Li Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê îradeyek nîşan da. Hûn çawa li vê dinêrin?
Mixabin siyaseta nijadî, mezhebî û dînî ew welat kiriye gola xwîne û gel li dijî hev rakirine. Ez heta dawiyê li ser wê fikrê me ku ji bo yekitî û aşitiyê xebat bên kirin.
Eger ku hûn bibin serokomar, têkiliyên we dê li gel Serokê herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Bazranî çawa be?
Siyaseta me ya neteweyî ya derve ya; “li welêt aşitî, li cîhanê aşitî” gelek hêja ye. Wextê ku ez bûm serokomar, tu sebeb nîne ku li ser vê xetê têkiliyeke ya me çênebe.

EKMELEDDÎN ÎHSANOGLU / KÎ YE?
Ihsanoglu, di sala 1943ê de li Qahîreyê ji dayik bûye. Piştî ku ji Zanîngeha Misir Ayn Şemsê derçû, li Zanîngeha El-Ezherê dest bi jiyana xwe ya akademîk kir. Di sala 1974ê de li Zanîngeha Enqereyê li Fakulteya Fenê doktoraya xwe qedand. Li zanîngehên Exeter û Harvardê xebitî. Ihsanoglu 1984ê bû profesor. Sekreteriya Giştî ya Konferansa Îslamê, ji 1ê Kanûna Paşîn a 2005an heta 2014an domand. Ihsanoglu, xwediyê Nîşaneya Xizmetê ya Bilind a Dewletê ye. 3 zarokên wî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse